=KTML_Bold=Dara jiyanê bermahiya şerê li Rojavayê Kurdistanê ye=KTML_End=
Di dîroka 22-08-2023'an de Saziya Art'situ ya Frensî, Desteya Şaredariya li herêma Cizîrê û Komeleya Keziyên Kesk bi eşkerekirina projeya hunerî ya bi navê ''Dara Jiyanê'' mîna bîranîneke ji bermahiyê şerê ku bi qasî 12 sal in li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê diqewime, li navenda bajarê Qamişloyê di navbera standa şehîdên 12'adarê û navenda Mihemed Şêxo de hate danîn.
Ev proje bi destê şêwekarê frensî Baskal ji demeke ne pir dirêj ve ye li ser xebitî û anî encamê. Ev dar sembol û wateya dara jiyanê dide, lê jiyaneke çawa? Jiyaneke ku di binê wê de bi rêya hesinên ji bermahiyên şer ên mîna, çek, mermî, xûz, û şûnpêgerên şehîdan hatiye avakirin û bi serê wê darê pelên şîn ên afirandina jiyanê der tê.
Li Rojavayê Kurdistanê di heyama 12 salan de ku hîna dewam dike, şerekî bênavber li hember dagirkerî, teror û Daişê hate meşandin. Bi van çekên ku şervanên rûmetê bikaranîne û di berdêla wê yekê de şehîd ketine da ku jiyaneke bi rûmet û aram ji xelk û mirovên xwe re ava bike. Hingê jî ev projeya dara jiyanê bi wê mebstê hatiye çêkirin û nîşana berxwedana ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye meşandin dide.
Hêjayî gotinê ye ku pelên wê darê ji pelên dara zeytûnê ne, çiku dara zeytûnê dareke pîroz û watedar e. Her wiha bajarê Efrînê ku bi darûberên xwe yên zeytûnê navdar e, îro li ber çavan xûya ye ku ew dar têne birîne û gelek derbên giran xwarine, helbet wê sembolê jî nîşan dide.
Ya dawiyê jî ev proje wekî sembol û nîşaneyeke dostaniyê ya di navbera gelê kurd û fransayê de hatiye çêkirin.
Çavkanî: Çavdêriya ji medyaya Civakî[1][2]