Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,254
Immagini 104,988
Libri 19,447
File correlati 97,730
Video 1,402
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Destpêka Hevrêtiya Ecêb a Ceferê Mexolî û Hesen Tofan Bextiyar Elî
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Destpêka Hevrêtiya Ecêb a Ce’ferê Mexolî û Hesen Tofan Bextiyar Elî

Destpêka Hevrêtiya Ecêb a Ce’ferê Mexolî û Hesen Tofan Bextiyar Elî
=KTML_Bold=Destpêka Hevrêtiya Ecêb a Ce’ferê Mexolî û Hesen Tofan #Bextiyar Elî# =KTML_End=
Şerîf Kaya

Ez, Hesen Tofan, bi Ceferê Mexolî re pêkve di hûcreyên Partiyê de mezin bûn. Rojekê Mamoste Şewboyan gazî me kir û mizgîniyek da me; êdî em endamên komeke nû bibûn ku ev kom ji kuştinê û paqijkirina nihêniyan berpirsiyar bû, ê helbet ji kêfan firiyan. Lê heke şaş nebim ew roj Mexolî ji min bêhtir kêfxweş bibû. Kengî li pêşberî simbêlê mamoste yê wek hespên avî û nêrînên wî yên dirinde amade bûna, Mexoliyê hûrik û lêvstûrî pozfireh mîna peykerekê yan jî leşkerekî li hêviya fermandarê xwe be, disekiniya. Egaleke qirêj û çendreng diavêt histûyê xwe. Bi sekina xwe ya tîk dişibiya mişkekê qirase yê bi ser piyan ketî. Ewqas sermest û ji xwe qayil bû, meriv digot qey tacek li ser e û şahê ‘Eceman e.
Ce’ferê Mexolî digot, ez ji bo kuştinê ji dayik bûme. Bawer dikir ku beşdarbûna me ya tîma sûîqestê wê rê li ber hîn pîle û payeyên qîmetdar veke. Wan çaxan fikra wî aha bû, digot, meriv di hunerên wek kuştin, rêsafîkirin û paqijkirina nihêniyan de pispor nebe wê heya mirinê di bin pîramîdê de bimîne. Em du kesên bêqabiliyet bûn, ji xeynî demançe û hebûnên xwe yên kêmnirx ti eleqeya me bi rewşenbîran re tunebû, ku ew jî çawa tevlî Partî dibûn tafilê hêzekê mezin bi dest dixistin. Min her tim gotiye, li vî welatî gêjek, bêaqilek jî dikare bi demançeyekê re bibe serokomar, û min pirî caran dîtiye ku gotina min çawa rast derketiye.
Ez û Mexolî gêj bûn lê me di heman demê de jî dizanî çawa ji gêjbûna xwe sûd werbigirin. Wextek bi kaloyekî bavê heft qîzan re piştî ku me li ser kavirekî bazarî dikir, pê re bûn hevalê hev. Em herdu jî ciwan bûn. Em herdu jî ji bo ku li keçên wî binêrin, li wir bûn. Ji gavê ku me fêhm kir ji ber heman sedemê çûne ba kalo, bibûn hogirê hev ên mîna raz û sirrekî bi hevdu re parve kirine.
Qedera hevrêtiya me diçû wexta ku pev re ji bo hûcreyên sûîqestê dixebitîn— min wek hûcreyên suîqestê yên veşarî wergerandibû ser kurdî lê Mexolî bi awayekî eletewş û bi aqilê xwe yê sivik digote “Klûba Sporê ya Fîtkirinê”. Wan çaxan, em şagirdên qadroyekî navdar ê Partiyê bûn ku navê wî yê kod Sabîr Felekzan bû. Felekzan serokekî xebatên nepen û siyasetmedarekî birêkûpêk ê salên heşteyî bû, wê demê dibistaneke berfireh ya fikrî birêve dibir. Divê bêjim ku ew wê demê yek ji wan bavên tundtûjiya şoreşgeriyê bû û herçiqas ji min re wek heyameke gelek tarî û xeternak dixuya jî jiyan ji bo hemkarên min xweş û geş bû. Di heman wextî de li welat gelek dibistanên suîqestê hebûn lê ya ti kesî wekî ya wî birêkxistî û aqilane nebû.
Felekzan zilamekî rûqermiçî, lawaz û biberçavk bû. Kurmorî biketa bin piyê wî nedipelaxt hetta tenê carekî be jî mirîşkek ser jê nekiribû. Li şûna wê, xwe wek ramyarekî şoreşê dihesiband. Her çiqas min ji gotinên wî tiştek fêhm nedikir jî xweş tê bîra min, pirî caran wisa digot, hîmê vê jiyanê, hîmê vê cîhanê “bêdengî” ye. Wan çaxan di nav siyasetmedaran de du rêbaz hebûn. Min ji van yekî wek “dibistana propagandeya reşkirinê” bi nav kiribû ku ew kes pêl şerefa dijberê xwe dikirin. Navê rêbaza duyem jî min wek “rêbaza kuştina bêdengkî” danîbû, herçiqas ji ya din rûmetdar be jî jê xeternaktir bû. Şopînerên vî rêkî, neyarên xwe bi awayekî veşarî, di nav mij û moranê de dikuştin û li dû qurbaniyan tenê pirsên bêbersiv û tiştine bêîzehet dihîştin. Ew kes hawirdorek wisa afirandin ku êdî kes yeqîn nedikir nihêniya kuştinekê yekcar çareser bibe.
Min salên pêşîn yên perwerdeya xwe ya polîtîk di bin destê Felekzan de derbas kir, ev mêrik yek ji afirînerên wê heyamê û pêşengên siyaseta bêdengiyê bû. Ez û Mexolî ji bo wî zehf xebitîn, me di paqijkirina hin faşîstan de cî girt û edeleta xelkê li ser hejmareke gelek zêde ya xayin û xwefiroşan belav kir. Di pişt kuştina hin dijberên Felekzan ên nav-Partiyê de em hebûn, ji boyî wî, qadroyên partiyên din jî me kuşt û me vana tev bi awayekî bêdeng kir.
Felekzan di nav salên dûr û dirêj ên raperîna netewî de, di terzîxaneya xwe de rûdinişt. Li ser mekîneya dirûnê wek zarokekî saf û pak dixuya, lawaziya wî ya dîtinê jî dikir ku gunehê mêvan, xerîdar û rêhevalên wî pê were. Wisa jar û zeîf bû kesî texmîn nedikir ka li pişt ewqas kiryarên qirêj û girîft ew hebe. Ji ber dirûva wî ya qels û nexweşan meriv heyfa xwe pê dianî; çawa dibû li ser rûyê erdê mexlûqatek hevqas besiûd hebe? Ji ber terza xwe di demên herî dijwar de jî çavên sixûran pê neketibû.
Divê bêjim, di wan çaxan de jî Mexolî bala mamoste û rêberê me Felekzan kişandibû ser xwe. Şêwazeke wî ya taybet hebû wexta li pey yekî biketa diçû nêzîkî wî kesî dibû, bi qurbaniyê xwe re yarî û henekan dikir û paşê jî demançeya xwe derdixist û bera wî kesî dida. Demançeya xwe her tim di berîka xwe de digerand. Min heya îro jî nedîye kesekî mîna wî demançeya xwe di berîka xwe de bigerîne. Ji bo ku nêzîkî nêçîra xwe bibe hêncetek peyda dikir û ji nişke ve gule bera navika wan dida. Û çawa devê qurbanî vedibû ji bo deng lê bibire guleyek jî bera devê wî kesî dida. Şêwaza Mexolî û ya min gelek cuda bû. Wexta min nîşan digirt milê xwe xurt dikir û wisa dûrî ji 15-20 mîtroyan gule bera singê nêçîrê xwe dida. Qet nayê bîra min hêşta ji xeynî sing li perçeyekê din dame û carekî be jî guleya min badilhewa çûbe.
Hunera kuştinê ne ew e ku meriv tenê li cihên xwanê dike, bide— ev elameta kujerên xav û bizdonek e. Kuştin ew e ku meriv bikaribe li singê bide: tenê sing û ne cihekê din.
Ji xeynî şêwazên min û Mexolî gelek şêwazên din jî di piyasê de hebûn. Wek mînak Şibr, tenê li navçavan dida. Kesên ku di dawiya salên hefteyî û nîveka salên notî de ji navçavên xwe hatibûn kuştin, tev di nav lepên Şibr Mistefa de canê xwe dan. Teqsîm, ji serî heya piyan di xetekî rast de gule di ser qurbaniyê re direşand. Bêjing, herî kêm bi 50 guleyan nêçîrên xwe wekî seradan qulqulî dikir.
Kêm zêde 50 kes di vê qadê de dixebitî. Karê me paqijkirina dijberên Partî û dijminên gelê me bû. Her yekî ji me rêwiyê rêyekî xususî bû, em girêdayî qadroyên cihê cihê bûn ku armanceke wan a taybet hebû. Ez û Mexolî me gelek caran bi hev re kar kir. Ew her tim cotek lepika mezin a ji çermê dikire destê xwe. Mirûzê wî yê gefxwer, bi dengê wî yê xweşawaz re qet li hev nedihat ku bi vî dengî nêzî qurbanên xwe dibû û bi wan re henekan dikir. Gava ku meriv dengê wî dibihîst digot qey hemû kul û keser tev de tune bûne û meriv qet guman jê nedibir. Hin caran kerr û bêdeng dibû, di demên wiha de min bawer nedikir ku ji rûyekî wisa werimî û lêvên çepel dengekî şeydayî derkeve.
Her carê ji me yekî diket pey nêçîran. Di nav kujeran de yê herî destsivik û bilez ez bûm. Wexta hedefa min xwanê dikir û çavê min bi singê wî/wê diket min hema di maweya çavniqandinê de îşê xwe dibira serî. Herke şaş neyê bîra min ti carî qurbanên xwe ne tirsandime ne jî metel hîştime. Gunehê herî mezin ew e ku meriv bihêle nêçîr bi mirinê xwe bihese. Tiştê ku di navbera meriv û nêçîr de pêwendiyek ava dike ne siyaset e, ne kerb e, ne jî tol e, tenê mirin e. Di kêliya kuştinê de ji bo min ya herî giring ew e, divê nêçîra xwe pê nehesînim û qet mohlet nedim ku di qethîbûna mirinê de tirs bikeve dilê wî. Berevajî min, Mexolî di navbera kuştina kewek û ademîzadek de zêde ferq nedidît. Li gor baweriya wî çawa ku kew bi qûqaqûqa xwe dibin sebeba hemcisnên xwe divê straneke taybet a meriv jî hebe ku pê bikaribe gazî qurbaniyên xwe bike. Û wê hingê her du alî jî tê digihîjin çawa ketine nav bahozeke ku tenê ji aliyekî ve ango ji aliyê kujer ve tê kontrolkirin, herdu jî li ber çarenûsa xwe serî ditewînin û heya dawiya lîstikê dev ji rola xwe bernadin.
Piştî raperînê heya saleke dî jî endamekî hûcreya suîqestê bûm. Rojek lîsteyeke dirêj a pîrekan şandin ji me re ku diviya yek bi yek bihatana kuştin. Min ti carî jinek nekuştibû. Wana êvarekê ez jî şandim bo kuştina jinikeke şox û şeng ku bi mêrê xwe yê ciwan re di maleke xerbende de dijiyan. Serpêhatiya min a çendik salan a di nav Partiyê de ez elimandibûm zêde pirsyarî li ser qurbanan nekim. Ne ji ber ku min meraq nedikir, ezmûnên min ez hîn kiribûm ku nasîna qurbaniyan paşê gelekî serê meriv diêşîne. Derbarê qurbaniyan de agahiya zêde wê bike ku destê meriv biricife û nikaribe nîşan lê bigire. Herwiha, jixwe zanîn yan jî nezanîna wan agahiyan ti bandor li ser kar nake. Dizaniyam herke ez nekujim paşê Mexolî, Şibr yan jî Tunçî wê bihatana û îşê min bibirana serî. Di nav me de hin kes hebûn ku dixwestin hûr û kûrên çîroka qurbaniyan hîn bibin. Dixwestin hêncet û sedema fermanê bizanin, wexta hîn dibûn jî baweriya wan dişikiya û dev ji kuştinê berdidan. Piraniya van kesan di şevên tarî û bimij de wek ku qeza û belayek li wan qewimîbe, jiyana xwe ji dest dan. Heke rojekê bibine kujer, bila derheqê nêçîr û qurbaniyên xwe de zêde zanyariya we çênebe. Derheqê qurbaniyê de agahiyên zêde karê meriv zehmettir dike û encamên hîn xeternaktir derdixe holê.
Roja ku çûm bo ew xanima şox û şeng bikujim, wek ku min di jiyana xwe de kesî nekuştibe, dest û piyê min diricifîn. Sûreta wê hîna jî li pêş çavê min e: dirêj û nazenîn. Wexta ketim mala wan, cilên nû şûştî bi ser benekî naylon radixist. Cilekî kurdî yê tenik li xwe kiribû, ji binî de tûmana wê ya reş xwanê dikir. Ez di jiyana xwe de ti carî şeydayê jinan nebûm. Lêbelê, min kuştina jineke wisa jî qet xeyal nedikir. Çavê min bi zarokekî piçûk ket ku di destê wî de tasikekî vala li ser derenceyekê piçûk rûniştibû û digiriya. Min demançeya xwe derxist û nîşan girt, lê di kêliyeke wek ji gulpîna dilî kurtir yan jî ji teyisîna lempeyê kintir de dudil mam. Cara ewil bû min dixwest demançeyê bavêjim û nalet li Partî û fermana wan bînim. Belkî min wê nekuşta, lêbelê ji ber bextreşiya min mêrê wê ya ciwan nişke ve ji odeyê derket û demançeya di destê min de dît. Dîmena mêrîk a tirsiyayî, qirika wî ya girêk lê ketî û şaşwaziya di rûyê wî de… Vana tev ez hejar û lewaz kirim— min tetîkê kişand û gule bera singê jinikê da. Herçiqas deh mîtro jê dûr bûm jî xwîn pijiqî ser min û şilopilo bûm. Gava jinik kete erdê, mêjiyê min tevizî û di cihê xwe de mat mam.
Heya wê rojê dilopek jî xwîn nepijiqîbû ser min. Lêbelê Mexolî her tim xwe di nav xwînê de dihîşt. Mîna ku nan di xwarinê re bike, destmalek di xwîna qurbaniyê re dikir û wek bîranîn hildigirt cem xwe. Lê min ji bo ku xwîn nepijiqe ser min di navbera xwe û qurbaniyê de têra xwe valahî dihîşt. Adeta min bû bi bayê bezê ji holê winda dibûm. Ji ber ku zehf bilez vedigeriyam navê min kiribûn Tofan. Lêbelê ew roj, wek ku bi sêhrê ketibim yan jî yekî piyên min li hev gerandibe min demekê nekarî ji ciyê xwe bileqim. Deng û bêhna guleyan hewşê dagirtibû. Mêrê wê li ser derenceyê dikire qarewar û digiriya. Hêdîka ber bi jinikê ve çûm, di nav xwîna xwe de digevizî û çavên xwe yên gir û kesk bi rengekî bêhîs di ser min re digerand. Çawa ku ji wir derketim rastî Mexolî hatim ji ber ku ez dikişandim cihekî dûr, qijînî ketibû min.
Ew roja min a dawî bû ku min bi Partî re îş kir, heman êvarî, dev ji her tiştî berda û ji lîstikê derketim. Piştî çûyina min, Mexolî, Tunçî, Dansaz û Hacî Koter her tiştî safî kirin. Di nav çend mehan de, li seranserî welat gelek jin kuştin. Ev cara ewil bû ku ji Mexolî dûr diketim. Min ew bi qasî sêzdeh salan nedît, lêbelê gava cardin dît, min fêhm kir ku dinya çiqas guherîbe jî ti tişt di wî de kêm û zêde nekiriye.
Bextiyar Elî. “Beşa 5.” Xezelnûs û Baxekanî Xeyall, r. 46-53, Silêmanî: Weşanên Endêşe, 2014[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 293
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://thehallkurdi.com/ - 10-09-2023
Articoli collegati: 3
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 23-05-2023 (1 Anno)
Libro: Memoir
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 10-09-2023
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 13-09-2023
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 13-09-2023
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 293
Attached files - Version
Tipo Version Nome Editor
file di foto 1.0.186 KB 10-09-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,254
Immagini 104,988
Libri 19,447
File correlati 97,730
Video 1,402
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
La questione curda
Folders
Biblioteca - Provincia - Sud Kurdistan Biblioteca - Provincia - Fuori Articoli - Provincia - Italy Biblioteca - Tipo di documento - Lingua originale Articoli - Tipo di documento - Lingua originale Biblioteca - Tipo di documento - Traduzione Articoli - Libro - Storia Biblioteca - Libro - Linguistica Biblioteca - Libro - Letterario Biblioteca - Libro - Varie

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.703 secondo (s)!