=KTML_Bold=LÊGERÎNA ŞOREŞA SERDEMÊ JINEOLOJÎ=KTML_End=
=KTML_Underline=Roza SEMSÛR=KTML_End=
Jin, di dîrokê de diyardeya ku herî zêde li ser tê axaftin, nivîsandin û nîqaşkirin e. Ti felsefe, zanist, mîteolojî, pêlên fikrî, ol, pêximber, serok û feylezofên ku li ser jinê nêrîn diyar nekirine tune ne. Her wiha di roja me de jî, kesekî ji nava civakê bigre heya serokwezîrekî her kesek li ser jinê xwedî nêrîn û biryar e. Lê tevî vê yekê jî, weke Rêber Apo diyar dike ne dîroka koletiya jinê, ne jî dîroka azadiya jinê hatiye nivîsandin. Ger em ji rastiya ku dibêje “jin cewhera civakê ye” derkevin rê, em dikarin bibêjin heya niha ne dîroka koletî û bindestbûna civakê, ne jî dîroka azadî û komînalbûyina civakê hatiye nivîsandin.
Ew yek jî nîşanî me dide ku risteke jinê ya çawa di nava civak û jiyanê de heye. Ger jin, di pêşketinên civakî û jiyanî de ew qesî ne xwedî rist bûya, bi vî rengî nediket rojeva her kes û derdoreke. Bi taybetî ew rista jinê ji aliyê deshilatdaran ve baş tê dîtin. Ji ber vê, dizanin ku heya jin naye xistin û hemû nirxên wê ji dest nayen girtin, li ser civakê ferzkirina koletiyê ne gengaz e. Jixwe Serokatî despêkirina serdema koletiyê û şaristaniya navendî bi ketina jinê digre dest. Her wiha di nava hêrikîna dîrokê de hin rawestgahên ku deshilatdarî dubare sebare li ser civakê hatiye ferzkirin hene. Di van cihan de jî em her dibînin ku heya jin bê nirx nebe, vîna wê naye şikestin zeftkirin û tepisandina civakê ne gengaz e.
Dijberî vê yekê, ji aliyê tevgerên azadîxwaz û demokratîk ve jî, jin di pêşxistina şoreşan de hebûneke diyarker e. Divê mirov balê bikşîne ser ku di nava dîroka şaristaniya navendî de têkoşînên dijwar yên jinê hene. Di nava hemû tevgerên civakparêz, ekolojîk, demokratîk, azadîxwaz û sosyalîst de risteke pêşengtiyê ya jinê heye. Her wiha tevgerên femînst ku di van sedsalên dawî de pêş ketine û pêş dikevin, bi serê xwe mijara lêkolînê ne. Ji aliyê azadiya jinê ve gelek rê, rêbaz û amarên têkoşînê û di encama wê de jî gelek nirxên civakî afirandine.
Li ser vê mîrateyê Tevgera Apoger jî, ji destpêka xwe ve di têkoşîna azadiya civakê de rista pêşengtiyê li ser milên jinê bar kiriye. Ji Azîmeyan heya Berîtan, Zîlan û Semayan; ji Sarayan heya Arîn û Doxayan gelek lehengên ku bi zanebûna “#jina azad# civaka azad e” bi awayekî fedaiyana têkoşîn meşandine û gihêştine mertebeya Xwedawendiyê hene. Di pêşengtiya van hevalên leheng de li Kurdistanê pêşketina arteşbûyin û partîbûyina jinê, di destpêkê de li Rojhilata Navîn, li ser hemû jinan û mirovahiya azadîxwaz tesîreke mezin kiriye. Li gel ku dost û dijmin ti kes nikare di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de tesîra ev têkoşîna zayendî înkar bike, ti kes nikare di pêşketina xeta azadiya jinê ya cîhanê de jî rista vê têkoşînê înkar bike.
#Jineolojî# jî li ser mîrateya ev têkoşîna dijwar, weke qadeke nû ya şoreşê derdikeve pêşberî me. Çawa ku ji aliyê têkoşîna azadiya jinê û civakê ve nunertiya lutkeyeke dike, em dikarin weke mûdaxeleyeke li ser zanistên heyî ya Rêber Apo jî binirxînin. Hem wê ji aliyê felsefî û zanistî ve rastiya jin, jiyan, xweza, gerdûn û civakê derxîne holê û di lêgerîna me ya heqîqetê de bibe diyardeyeke hîmî; hem jî wê dîroka berovajî bûye sererast bike û li ser esasê cewhera jinê û nirxên Xwedawendiyê, civakê ji nû ve vegerîne cewhera wê û jiyaneke alternatîf pêş bixe.
Lê pêwîstî pê heye ku ji gelek aliyan ve jineolojî were kûrkirin û berfirehkirin. Beriya her tiştî kesê ku bi çavê jineolojiyê li cîhanê mezî dike, divê ew dîroka berovajî, ji her alî ve lêpirsîn bike. Hemû nêrîn, pêşderazîbûn, dîtin û biryarên ku dervayî vîna jinê, li ser wê hatine pêş xistin lêpirsîn bike û di şexsê jinê de bikeve nava lêgerîna jiyan û civakbûneke nû. Hem weke mîlîtanên PKK û PAJK’ê, hem jî weke civak, îro jineolojî ji bo me çi îfade dike? Wê di kesayet û jiyana me de guhertinên çawa bike? Dê pirsgirekên civakî ku tên jiyîn re çareseriyên çawa pêş bixe? Em ê çawa jinê fêm û hîs bikin? Em ê çawa xwe û zayenda dijberî xwe nas bikin? Ya herî girîng jî li ser esasê jineolojiyê dê hevjiyana azad çawa were pêş xistin?
Yên ku îro xwediyê lêgerîna azadiyê ne, divê van pirsan û zêdetirî wê bibersivînin. Divê bi jineolojiyê mirov di her mijareke de bifikire û bikeve nava lêpirsînê. Her wiha divê jineolojî bibe parçeyekî nîqaşên me yên ku rojane pêş dikevin. Ev nîqaş hem ji aliyê hevalên jin ve hem jî ji aliyê hevalên xort ve, asta me ya azadiyê nîşan didin. Bi taybetî hevalên xort, çiqasî di bin tesîra zayendperestiyê de ne? Ji ber vê yekê li gel lêgerîn û lêpirsînên jineolojiyê dahûrandina pergala deshiltadar li ser xwe kirin jî, pir girîng e. Ger em bi vî rengî nêzikî jineolojiyê bibin dê di pêkanîna şoreşa kesayet de jî risteke girîng bilîze.[1]