Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,095
Immagini 106,601
Libri 19,279
File correlati 97,185
Video 1,392
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (145): Gundên “Be’irava û Qerqîna” yên koçberkirî, Gundê “Qulkê” yê binpêkirî, avakirina mizgeftan
Gruppo: Documenti | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (145): Gundên “Be’irava û Qerqîna” yên koçberki...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (145): Gundên “Be’irava û Qerqîna” yên koçberki...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (145):
Gundên “Be’irava û Qerqîna” yên koçberkirî, Gundê “Qulkê” yê binpêkirî, avakirina mizgeftan û gundên niştecîbûnê yên nimûneyî bi “malmewalên fîxaniyê”, kûrkirin û mekinkirina niştecîkirinê.

Di bin navê “Karên fîxanî û mirovahiyê û belavkirina Ola Elhenîf” de, Hikometa Dad û Geşepêdanê (Eledalê we Eltenmiyê) ya Turkî bîrdozî û berjewendiyên xwe di Sûriyê de cîbicî dike. Ya herî berztir jê pişaftina hebûna Kurdan li Sûriyê ye û tunekirina rola wan e, û bi rengekî serekîn bi riya guhertineke demografî ye rêbazkirî li Herêma Efînê ye. Yek ji şêweyên bi kar tîne jî, şerê kevnetor û çanda herêmê bi riya çalakiyên olî yên tundrew û herweha avakirina gundên niştecîbûnê yên nimûneyî û mekinkirina niştecîkirinê tê de ye.
Li jêr emê van rasteqîn û bûyerdanan bidin xuyakirin:
= Gundê “Be’irava“:
Mala “Mihemed Hecî Arêf Mihemed” ya hilweşiyayî li Gundê “Be’irava” – Navça Şera.
Bi Navça Şera ve girêdayî ye û bi /5/KM ji navenda wê dûr e, ji /85/malan pêk tê, dora (/100/malbat = /400/nişte) ji nişteciyên resen ên Kurd tê de bûn û piştî dagîrkirinê tenê /15/nişte ji temenmezinan lê man, destlatên dagîrkeriyê qedexe kirin ku dora (/45/malbat = 140 nişte) vegerin cîwarên xwe -bi ser ku ew di Bajarê Efrînê û gundên derdora gundê wan de ne -, hemwelatiyên din jî bi zorê koçberî derveyî herêmê bûn, û dora (/45/malbat = /225/nişte) ji anîndeyan di gund de hatin niştecîkirin.
Di dema êrişkeriyê de /8/mal ên (herdu bira Mihemed û Sadêq Reşîd Îse, Mihemed Hecî Arêf Mihemed, Remedan Sîdo Umer, Xalêd Ibrahîm Reşîd, hersê dilovanberên bira Teter û Reşîd û Henan Mihemed Mihemed) bi tevayî û /4/ jî bi piçekî hatin roxandin, û ji aliyê Milîseyên “Firqit Elsultan Elmûrad” ve (ya ku gund desteser dike û malên herdu hemwelatiyan”Ebid El-rehman Şêxo, Mihemed Mistefa” ji xwe re kirine bargehên leşkerî) kelûpelên hundir piraniya malan belawela kirin û xwarinvexwarin û alav û amûr û cerên gazê û firaxên baqirî û /25/giropên zayenda elektirîkê dizîn, herweha jî dizîna /20/ giropên hilkişandina ava avdanê û terektorek çandiniyê ye hemwelatî “Remedan Sîdo” û kebil û amûrên toreyên elektirîkê û telîfûnê yên giştiyane. Û wê milîseyê dest danî ser bêtirî /70/ê malî û dora /75%/ ji malmewalên xelkê gund çi erd û zeviyên zeytûna û reza û çi jî yên din, jê: Dora /25/hezar darên zeytûnê û hin jê jî yên van hemwelatiyan in (Malbata Mist Xelîla – dora/10/hezar dar, zaroyên Menan Umer, zaroyên Menan Ebdo, zaroyên Sîdo Îbiş, zaroyên Ebdî Sefer, Mihemed Mistefa, Luqman Sîdo, Fewzî Umer, Remedan Îbo, Nesîb Îbo), û yên dest danenîne ser jî /10%/ ji berhema werzên wan weke vêrgî distîne, ji bilî yên ku rêbendên leşkerî û giropên wê yên gerok ferz dikin. Û ji aliyekî din ve milîseyan bermayên malên wêrankirî tevdan û kevirên sax û hesinên wan dizîn.
Li gund dibistaneke seretayî hebû, hertiştên wê dizîn û niha ew vala û girtî ye.
Hin hemwelatiyên gund bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re, hatin girtin.
Şewatên aliyê Bakur ji Gundê “Be’irava” – Navça Şera, 9.6.2019an.
Herweha girê kevneşopî “Serê Kirkê” (ya ku bi /500/M li Bakur Rohilatê gund dikeve), ji aliyê Milîseyên “Elmûrad” ve, li Havîna 2020an, bi alavên giran hate rêşkirin û kolandin, û kinz û şopewerên wê hatin dizîn.
Topebarana di navbera gundên “Çema û Be’irava”de – Navça Şera, 27.2.2018.
Li 9.6.2019an jî agir bi aliyê Bakur xistin û di encamê de dora /300/darên zeytûnê û hezar mêwên tirî û mala dilovanber “Rif’et Yasîn” hatin şewtandin.
Weha jî darên ihracê yên li dor gund (%70 li “Kortê Kirêcê” – Ro’avayê gund û temen jî dora /30/salî, %90 li Çiyayê “Qere Xelo” – Rohilatê gund) û /100/darên zeytûnê yên dilovanber “Zeyneb Kenco” û /100/ jî yên hersê kurên wê, qut kirin. Û herweha jî piraniya darên zeytûnê yên dest danîne ser jî, ji bo êzinigkirinê bi rengekî hovane qut kirin.
= Gundê “Qerqîna”:
Pakrewan “Zeyneb Isma’îl Mihemed” – Gundê “Qerqîna” – Navça Şera.
Li kêlek Gundê “Be’irava” dikeve, ji /25/malan pêk tê, dora /100/ nişte tê de bûn û tenê ji wan /11/nişte man, sê malbat li Efrînê ne û qedexeye vegerin gund, yên din jî bi rengekî zorane kocberî derveyî herêmê bûn, û dora /100/ nişte ji anîndeyan lê niştecî kirin; Ji ber şer malên (Umer Menan Reşîd, dilovanber Ehmed Hesen Ibrahîm) bi tevahî û /3/mal jî bi piçekî hatin roxandin; Herweha gund tûşî cûrbecûr dizînan bû, jê: Terektorek çandiniyê û paşê jî piştî dandina vêrgiyeke mezin xwediyê wê vegerand; Bi ser talana malan de, Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” dest danîn ser dora /3/hezar darên zeytûnê û /2/hezar mêwên tirî; Hemwelatî “Ehmed Mihemed Ehmed” li 15.4.2018an tûşî girtinê bû û bi zorane hate veşartin, ta ku li 10.9.2020an hate berdan, û wî di wê karnavê de salekê di Hepsa “Elme’isere de – Sico” li Ezazê qedand, şeş heyvan di hepsa Leşkergeha “Kefircenê” de û yê mayî jî di Hepsa “Maratê” de derbas kir, bi ser de jî reşwet û baceyin – dora /6/hezar dolar- dan; Lê, dema ku jina mêrnekirî “Zeyneb Isma’îl Mihemed /40/sal” vedigerî mal, li 24.3.2018an, bi encama teqîna bombeyeke zemînî di mala xwîşkê de mir.
Divê were bîranîn jî, bi ser ku “Komîta Redkirina Zordariyan” heye jî, lê dîsa xelkê herdu gundan ên koçberkirî ta niha qedexekirî ne ku vegirin gundên xwe. Û hin malbat -piştî dawîbûna şer li navîna Avdarê- vegerîn herdu gundan, lê piştî ku milîseyan bi rastî li destpêka Nîsana 2018an dest danîn ser ew qewitandin.
= Gundê “Qulkê”:
Li Başûrê Bajarê Cindirêsê bi /5/KM dikeve, ji /38/malan pêk tê, dora /180/nişteciyên wê yên resen ên Kurd hebûn, ji wan dora (/25/malbat= /75/nişte) vegerîn û yên din jî bi zorê hatin koçberkirin, dora /12/malbat ji anîndeyan di malên koçberan de û hejmarek jî di çadiran de li Başûrê gund hatin niştecîkirin; Û di derbasbûna gund de Milîseyên “Feyleq Elşam”
dora /50/ seriyê pêz ên hemwelatî “Berekat Xalêd Kedelo /57/” ê bi zorê koçberbûyî dizîn, û kelûpelên malên hin hemwelatiyan ” Berekat Xalêd Kedelo , Xelîl û Mihemed kurên dilovanber Farûq Kedelo” hin jê hatin dizîn û hin jî avêtin derve û belawela kirin.
Û xelkê gund tûşî cûrbecûr binpêkirinan bûn, jê: “Xalêd Kedelo kurê Sebrî” yê ciwan, ji Gulana 2018an ve hate girtin û bi rengekî zorane hate veşartin, û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.
Û hin ji anîndeyên ku di gund de hatine niştecîkirin, çavsorî û çavtengiyan li hemwelatiyên gund dikin û pez û dewarên xwe berdidin nav zeviyên xelkê û bi hovîtî di nav de diçêrînin.
= Avakirina mizgeftan û gundên niştecîbûnê yên nimûneyî:
/9/mizgeftên ku “Komela Destên Sipî” li gundên Efrînê ava kirine yan hîn ava dike.
Li gor rûpela Fêsbokê ya wê û agahiyên gîhane me, (Cem’iyit”Komela” Eleyadî Elbeyda’i – Tirkiyê” ya ku “Ehmed Heyanî” bi rê ve dibe û hin caran jî bi alîkariya komeleyên din (Cem’iyit “Komela”El’eyş Bî keramê – Felestîn /48/, Cemiyit”Komela” Elşêx Ebdela Elnûrî – Dewleta Kiwêtê…HWD) di çarçewa ( Pirojeya Nûr Elhûde ji bo avakirina mizgeftan – Meşrû’i Nûr Elhûde lî Bîna’i Elmesacêd) û herweha di navbera tevgereke olî ye çalak û tundûtûj a ku li Efrînê dibe de, ji Payîza 2020an ta Buhara 2021an /9/ mizgeft li gundên (“Etmana” – N.Reco, “Qurbê, Til Hemo” – N.Cindirês, “Şorbe” – N. Mabeta, “Qitmê, Qestelê Kêşik, Îkîdam” – N.Şera, “Til Tewîl” – Bajarê Efrîn) ava kirine yan jî hîn ava dike. Û herweha jî di bin navê ” Meşrû’i Qeriyit Besme” de û bi hevkariya (Elcem’iyê “Komela” El’alemiyê Lî Elînam’i we Eltetwîr – Dewleta Kiwêtê), li ser perçak erd a hemwelatî “Ziyad Hebîb” (ê ku hatiye neçarkirin ku bifroşe wan) ji xelkê Gundê “Şadêrê” – N.Şêrewa, li cîgeha “Geliyê Şadêrê – Taqilkê”, ji Reşmeha 2021an ve gundekî niştecîbûnê ye nimûneyî ava dike, û pileya yekê jê ji /8/yekîneyên rûniştinê (96 mal û her malek jê /50/M çarkoşe) û mizgeft û dibistan û navendeke tenduristiyê û tevahiya binevahiyê (ava vexwarinê û elektirîkê û toreya rêyan û ava şuştinveşuştinê) pêk tê, da ku anîndeyan tê de niştecî bikin. Û me berê jî çêra şeş pirojeyên gundê niştecîkirinê yên din (Çiyayê “Şêx Mihemed” li Bakurê Bajaroka “Kefirsefrê” – N.Cindirêsê, Cîgeha”Lêçe” di navêna gundên “Qermîtliq û Çeqelê Jêrin” de – N.Şiyê, cîgeha li nêzîk dermankiringehê li Bajaroka Şiyê, cîgeheke çiyayî li nêzîk Gundê “Hec Hesna” – N.Cindirêsê, cîgeheke nêzîk Gundê “Xalta” – N.Şêrewa) kiribû.
Pirojeya Gundê “Elbesme” ya niştecîbûnê ya nimûneyî – Başûrê Gundê “Şadêrê” – Navça Şêrewa ya ku piraniya wê Êzdî.
Û li /18/ê Reşmeha borî tîmeke ji Komela “Eleyadî Elbeyda’i” bi serokatiya “Heyanî” bi “Orhan cîgirê waliyê Hetayê û hevrêzkarê Herêma Efrînê” û “Îrcan Kaybaş Qeymeqamê Qomliyê û hevrêzkarê Navça Cindirêsê” û hin din re, civatek li dar xist, û bi hev re pirojeyên (gundên niştecîbûnê û mizgeftan û yên din) ên ku komela wan li Herêma Efrînê ava û cîbicî dike şirove kirin, û weha jî şêweyên hevkarî û hevrêziyê û tiştên locistîk bi hev re lêgerîn kirin. Û li /20/ê Reşmehê tîmeke komelê bi “Îrcan Kaybaş” re hevpeymanek ji bo avakirina gundekî li Cindirêsê yî ku ji deh yekîneyên rûniştinê = /120/malan pêk tê îmze kir (me nikanî ta niha li ser zanyariyên beskirî bidesbixista).
Mizgefta Gundê “Meşalê” – Navça Şera ya ku “Komela El’eyş bî keramê – Felestîn /48/” ava kiriye.
Weha jî (Komela Eleyş bî Keramê – Felestîn /48/) “mizgeftek û malek ji bo xwendin û lezberkirina Qur’ana pîroz” li Gundê “Meşalê” – Şera, li Nîsana 2021an ava kir û vekir, û niha jî wê nêt heye ku “mizgeftekê û navendeke lezberkirina Qur’anê”, di çarçewa pirojeya “Gundê Besme” de, li Başûrê Gundê “Şadêrê” – N.Şêrewa (yê ku piraniya xelkê wê Êzdî ne) ava bike.
Û li ba milîseyan û wan komelan ji radestiyan û ferzan e dema ku pirojeyan vedikin, hildana Ala Turkiyê û bi pîvanên têkel ji ber çavên wan wenda nebe, û herdem li ser avahiyên wê bilindkirî be.
= Kirîna erd û avagehan:
Yek ji stûnên serekîn ji piroseya guhertina demografî ya ku li Herêma Efrînê tê cîbicî kirin ji dema dagîrkirina wê li çarêka yekê ji sala 2018an ve, qutkirina têkeliyên nişteciyên wê yên resen bi hemî şêweyan (desteserkirin, zorbirin û talan, niştecîkirin, guhertina salixan, guhestina avahiyên hene bo mizgeft û avahiyên giştiyane, belgekirina nû ji avagehan re bê beşdarbûna dora %80 ji mewdanvanan, hevojtina anîndeyan li ser vekirina pirojeyan û kirîna avagehan û niştecîkirin û welatîkirina berdewam…HWD), bi ser pereştiya Istîxbaratên Turkiyê, ji malmewdanên wan e. Û di siya rewşên pîs û bed de piraniya xelkê Efrînê – ji bilî hin rewşên pir gerek û di çarçewa nasan de – naxwazin malmewalên xwe bifroşin, bi taybetî jî guhestina malwergirtina avgehên Efrînê li ba kargêriyên fermî yên Dewleta Sûriyê niha ne gengaz e. Lê, li vê dawiyê li Bajarê Cindirêsê buhabûneke nelibal di nirxên avegehan û erdan de çêbûye, û tevgereke çalak ji bo kirîna erdan bi armanca avakirina malan û firoşxan û hevojtin û alîkariya anîndeyan li ser mewdangirtinê bi armanca mekinkirina hebûna wan hate berçavkirin, emê jê van bi bîr wînin:
– Kirîna zeviyeke zeytûna ye hemwelatî “Sebrî Çawîş” (dora /100/darî) li Ro’avayê Cindirêsê û Başûrê riya Hemamê, bi dora /20/ hezar dolar, ji aliyê avaker (M.B) ve û bi hevrêziya Milîseyên “Ceyş Elşerqiyê”; paşê ji bo firotan û avakirinê hate dabeşkirin.
– Kirîna zeviyeke zeytûna /200/dar di ber riya giştî ya Efrîn – Cindirês û berî derbasgeha Cindirêsê ya Rohilat, ye zaroyên “Ednan Axa” ji Gundê Remadiyê, bi dora /200/hezar dolar, ji aliyê anînedeyekî bajaroka “Darazê” – Çiyayê “Sem’anê” ve û bi alîkariya aveker (M.B).
– Kirîna erd û vêla biyanber “Kemal Zên Elûş” yên li ser riya Gundê “Sindiyankê” – Cindirêsê, bi dora /170/hezar dolar, ji aliyê anîndeyekî Bajaroka “Darazê” – Çiyayê “Sem’anê” û bi alîkariya avaker (M.B) û bi hevrêzî bi Milîseyên “Nûr Eldîn Zenkî û Ehrar Elşam” re; û paşê ji bo firotin û avakirinê hate dabeşkirin.
– Kirîna erdina li hember vêla “Kemal Zên Elûş” – yek jê yê malbata “Galûf” e – ji aliyê anîndeyekî ji “Qubtan Elcebel” – Çiyayê “Sem’anê” bi alîkariya avaker (M.B) û bi hevrêzî bi Milîseyên “Nûr Eldîn Zenkî û Ehrar Elşerqiyê” re; Û ji bo firotan û avakirinê hate dabeşkirin.
– Kirîna erdekî li Başûr û Rojavayê Girê Cindirêsê û Rohilatê riya Gundê “Mehmediyê” ya Malbata “Gebût” ji pêkhateya Ereb, ji aliyê avaker (A.M.Ê) û bi hevrêziya Milîseyên “Feyleq Elşam”; Û ji bo firotanê mal lê girtin.
Tê gotin jî ku milîse li ser piroseyên kirînfirotanê vêrgiyên mezin ferz dikin, û ew in ên rê didin ku ji bo firotan û avakirinê werin dabeşkirin, heya ku rêdan ji “Şaredariyên Encûmenên Xwecihî” ve tunebin jî.
= Binpêkirinên virdewêde:
– Piştî ku hemwelatî “Şe’iban Ne’isan” (yê ku li Bajarê Efrînê rûdine) daxwaza mala xwe (ya ku li Gundê “avrazê” – N.Mabeta dest danîne ser) kir, Milîseyên “Lîwa’i Elşemal” birayê wî “Xalêd Ne’isan” bi tûşîkirina li ser jinên anînde tewanbar kirin, û berî ku birevînin li 5.5.2021an hin meriv û cîranên wî girtin û lêxistin, û piştî ku ji neçarî “Xêlid” xwe radest kir, hemî hatin berdan, û herweha jî hemwelatî “Yûnis Ehmed” (yê ku di mala xwîşka “Xêlid” de û li kêlekê rûdine) revandin, milîseyan malbatên (“Xêlid” û “bavê wî yê kalemêr û birayê wî yê mejî nesax” û “Yûnis”) ji sê malên wan ên li gund qewitandin, û malbetek ji anîndeyan di mala “Yûnis” de dan niştecîkirin; Û paşê li 12.5 2021an herdu hatin berdan piştî ku mekin hatin işkencekirin, bêyî ku ta niha malên desteserkirî werin radestkirin.
– Li 12.5.2021an, hemwelatî “Welîd Heyder Me’imo” ji xelkê Gundê “Îska” (yê ku ji navîna Tebaxa 2019an ve girtî) hate berdan.
– Li 5.5.2021an, Milîseyên “Ehrar Elşerqiyê” dora /150/darên zeytûnê yên hemwelatî “Hisên Ebdo Sîdo – yê bi zorê koçberbûyî” ji xelkê Gundê “Bircikê” – N.Cindirêsê (yên di navbera herdu gundên “Çeqlê Cûmê û Aşkê Şerqî de”, piştî ku merivekî xwediyê zeviyê nehîşt pez di nav de were çêrandin, ji kokê ve qut kirin.
– Li 11.5.2021an, di encama avêjtekên mûşekî de yên ku Artêşa Turkiyê û nandozên wê avêtine Şehba’i – Bakurê Heleb, agir bi zeviyên gênim ket; Û li 12.5.2021an jî milîseyan agir berdan zeviyên libeyan (genim, ceh, nîsk…) yên li derdora Gundê “Beradê” – Çiyayê Lêlûn yê dagîrkirî.
– Li gor “Kardêriya berevaniya sivîlî”, li 13.5.2021an, bombeyeke teqîner e ku di makînkê de li Taxa “Pêşesaziyê – B.Efrînê” hatibû çandin teqiya, û di encamê de makîne şewitî bê ku tu ziyanên giyanî çêbibin.
Armanc ji siyasetên Tirkiyê yên dijayetî û bi pişikdariya Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî û milîseyên pêve girêdayî li dijî Herêma Efrînê, peydakirina nakokiyên berdewam di nav hemwelatiyên yekwelatî de ye. Lê, Kurd bêsekin û westan ê li hemberê rawestin û nehêlibin ew armanc pêk werin.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 436
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
Articoli collegati: 177
Articoli
Date & eventi
Documenti
Gruppo: Documenti
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 16-05-2021 (3 Anno)
Città: Afreen
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: Arabo
Tipo di documento: Traduzione
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 03-02-2024
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 12-02-2024
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 12-02-2024
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 436
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
La questione curda
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,095
Immagini 106,601
Libri 19,279
File correlati 97,185
Video 1,392
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
La questione curda
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.453 secondo (s)!