#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (254): Dijberîkirineke nû li ser Malbata “Pêşmerg”, armanckirina sivîlan, girtinine bêsûcane, geregoşiya çekhilgirtinê û bikaranîna wê, serjimarine ewlekarî
Ji bilî afirandina dahatine diravî ji milîseyan re, bi riya ferzkirina sezayine bilind li ser girtiyên Kurd, û hurhutandin û pêkanîna bêtirîn fişar li ser wan û merivên wan da ku bi aliyê koçberiyê ve werin têvedan, destlatên dagîrker girtinên bêsûcane di dermafê wan de bi rengekî rêkûpêkirî berdewam dike, bi riya destikên xwe ji milîseyan û sazûmana “ewlekarî – dadwerî” (ya ku ji aliyê wan ve hatiye damezrandin), û bi tuhmetên têvel û çêkirî (piraniya wan tuhmetan jî kiryarine sivîlî û ne şerkarî ne, sivîlina di dema Rêveberiya Xweser a berê de bi kar anîne, û dora 5 -11 sal jî di ser re derbas bûne).
Ev jî hin bûyîn li ser rewşên serwerkirî ne:
= Dijberîkirinek li ser xortekî ji malbata Pakrewanên Newrozê:
Li Êvara Yekşemê 23.7.2023an. Z, giropeke çekdar şerê xwe di xort “Nezmî Eşref Osman /16/sal” da, li ser riya ku mala wî dighîne ciyê karê wî li Bajarê Cindirêsê, û bi qundaqên çekan û keviran mekin lêxist, piştî kêrdanîna ser stu û gefkirinê bi şerjêkirinê, û hewildana pêlêkirina bi makînê, û di encamê de şikestin û birînin di piyê wî de çêbûn, ziyan gihîşte stûna mofirkî ya piştê wî, û tevaya laşê wî derizî, û ji ber wê ew bo nexweşxaneyeke Bajaroka “Eqrebatê – Idlib” (ya di bin desteserkirina “Desteya Tehrîr El’şam” de) ji bo dermankirinê hate şandin; Û ta niha tewankar nehatine şopandin û girtin.
“Xortê birîndar û dijberîkirin li ser çêbûye “Nezmî Eşref Osman”.”
Were bîranîn jî ku xort “Nezmî” ji Malbata “Pêşmerg” e, ya ku çar şehîd jê ketine, di encama komkujiya ku endamine Milîseyên “Artêşa/ceyş El’şerqiyê” pêk anîne de, li Şeva Newroza 2023an. Z li Cindirêsê, ya ku bi rengekî fere hate şermezarkirin û li ser erdê jî protestokirineke gelêrî ye Kurdî hate lidarxistin, nemaze ku merivên wan pakrewanan bi mafê xwe pabend in û li ser daxwaza sezakirina tewankaran rijd in; Û dijberan di dema dijberîkirinê de têrmine şofînî ji “Nezmî” re dubare kirin, û gotin: Em Şerqiyê ne û ev jî qeleng e, weke hewildanekê ji malbatê re, da ku radest bibin û doza pakrewanên xwe neşopînin û ji mafên xwe dagerin.
Herweha jî “Desteya Tehrîr El’şam” keys dît û bûyer çewsand, da ku bandora xwe li Cindirêsê xurt bike, vêca wê ji sê rojan ve “Artêşa/ceyş El’şerqiyê” neçar kir ku hersê biryargehên xwe yên ewlekarî li hundir Cindirêsê bigre, û bê ragîhandin û hebûneke fermî dest danî ser.
= Armanckirina sivîlan:
Hêzên Dagîrkeriya Turkiyê di bombebarankirina herêmên Gundewarê Bakurê Heleb (ên ku di bin desteserkirina Artêşa Sûrî de û tijî koçberên Efrînê) berdewam in:
– Li 23.7.2023an. Z, dora Gundê “Bênê” – Çiyayê Lêlûn bi topavêjê topebaran kir, di encamê de ziyanine şênberî çêbûn û “Hêvîn Hemo Şero /20/sal” a ciwan ji xelkê Gundê “Qîbarê” – Bajarê Efrînê bi perçehesinekî avêjtokan birîndar bû; Ewa ku ji dema dijberiya ser herêmê û dagîrkirina wê ve li 2018an. Z, penaberî G. “Bênê” bûye û lê rûniştî ye.
– Li 28.7.2023a. Z, “Gundê Mezin” – Çiyayê Lêlûn bi çekên orte armanc kir, û di encamê de zarok “Xelîl Mihemed Oso /14/sal” brîndar bû, û bo nexweşxana Bajaroka “Zehra’ê” ya hevcîwar hate rêkirin.
– Li 29.7.2023an. Z, bi avêjtekê Bajarê “Tilrif’etê” topebaran kir, avêjtokek li cîgeheke belavkirina avê ket, ajovanekî sîtêrekê bi navê “Azad Hisên Kul Dehdo /35/sal” ji Gundê “Cela” – Reco birînda bû.
“Birîndar “Azad Hisên Kul Dehdo”.”
Divê bê bîranîn jî ku bavê wî yê temenmezin “Hisên Ebdelah Kul Dehdo /74/sal” bi neh din re -piranî zarok- li 2.12.2019an. Z pakrewan bû, di komkujiyeke ku Artêşa Turkiyê û milîseyên bi ser ve pêkanîne de, di topebarana “Tilrif’etê” de.
= Girtinine bêsûcane:
Istîxbaratên Turkiyê bi rengekî yekser hemî piroseyên girtina Kurdan li herêmê serpereşt dike, û lîsteyên navên armanckirî amede dike, da ku di cî de bigihêjin Anqerê, di bin navê “Lîsteyên Terorê” de; Û Destlatên Dagîrker ev girtin:
Ji xelkê Bajaroka “Be’idîna” – N. Reco:
1- Li 26.7.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Mihemed Fatê Sinê /45/sal – weke dermansaz kar dike”, ji aliyê Milîseyên “Artêşa Leşkerî li Reco” ve, bi tuhmeteke çêkirî.
2- Li 27.7.2023an. Z, Hemwelatî “Se’îd Ebdo Osman /65/sal, Hemîd Hemîd Kenco /25/sal”, ji aliyê “Asayêşa Reco” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi Rêvebiriya Xweser (R.X) a berê re.
Were bîranîn jî ku şaşiyek di rapora me a berê de weha hat: Berdana Hemwelatî “Isma’îl Arêf Elo” yê ku li 16.7.2023an. Z hatiye girtin, lê ya rast “ew ji Hepsa Asayêşa Reco” bo Hepsa “Maratê” ya navendî li Efrînê hate guhestin, û ta niha tê de bendkirî ye.
Herweha jî dadgeha dagîrkeriyê “Ehmed Bekir Elî /43/sal” bi salek hepis seza kir û “Mihemed Nezmî Hemdî /44/sal” jî bi şeş heyv hepis digel sezayine diravî, ewên ku li 1.5.2023an. Z ji aliyê “Asayêşa Reco” ve bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) berê re hatine girtin, û ta niha jî di Hepsa “Maratê” ya navendî de bendkirî ne.
Ji xelkê Gundê “Dêrsiwanê” – Navça Şera:
1- Hemwelatî “Hisên Mistefa Hedek /50/sal – seqetbûn di piştê de heye”, ji dora çar heyvan ve, bi tuhmeteke çêkirî, û ta niha di Hepsa Ezazê de bêsûcane bendkirî ye, û Milîseyên “Firqit El’sultan Mûrad” dest danîn ser makîna wî (cîp şofirlê) û di navenda Navça Bilbilê de bi kar tînin, digel dizîna/15/hezar Dolar Emrîkî li dema basmîşkirina mala wî.
2- Hemwelatî “Elî Newaf Ebid El’ezîz /40/sal – berberî dikir”, ji malê û ji du heyvan ve, û birin Hepsa Ezazê bi tuhmeteke çêkirî, ta ku li 28.7.2023an. Z hate berdan, piştî dandina merivên wî /5/hezar Dolar weke reşwet û baceyine diravî.
Ji xelkê Gundê “Ebûdanê” – N. Bilbilê: Hemwelatî “Elî Reşîd Qasêm /45/sal” ji du salan ve, bi tuhmeteke çêkirî, û ta niha di Hepsa Reco ya Reş de -ta bê dadgehkirineke wêneyî jî- bêsûcane bendkirî ye.
Ji xelkê Gundê “Kokanê” – Navça Mabeta: Ji dora du heftan ve, Hemwelatî “Xelîl Ebdo kurê Arêf /35/sal”, ji aliyê Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ve, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, piştî sê rojan ji vegera wî ji aliyê penaberiyê – Heleb bo cî û warê xwe û lêvegera wî ji wan re ji bo “serastkirina rewşa xwe”, û ew radestî Milîseyên “Asayêşa sivîl li Mabeta” hate kirin, û paşê bo Hepsa “Maratê” ya navendî hate guhestin.
Ji xelkê Bajaroka “Celemê” – Navça Cindirêsê: Li 24.7.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Mistefa Binefşê /30/sal, Ebid El’rehman Hisên Elîko /35/sal, Xalêd Resûl Kelxelo /28/sal, Cim’e Mistefa Ewan /27/sal”, ji aliyê Milîseyên “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” ve, bi tuhmetên têkeliyê bi (R.X) a berê re, û sisê ji wan piştî ferzkirina baceyine diravî li ser hatin berdan, û ta niha “Binefşê” bêsûcane bendkirî ye.
Ji xelkê Gundê “Şêxûtka” – N. Mabeta: Ji bîst rojan ve, Hemwelatî “Farûq Zekeriye Reşo /25/sal”, ji aliyê “Asayêşa Mabeta” ve û birina wî bo Hepsa “Maratê” ya navendî, bi tuhmeta têkeliyê bi (R.X) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
Û li 27.7.2023an. Z, destlatên dagîrkeriyê Hemwelatî “Hisên Reşîd Hemze” ji xelkê Bajaroka “Kefersefre” berdan, ê ku li 15.7.2023. Z hatî girtin, piştî ferzkirina baceyeke diravî /300/Dolar Emrîkî li ser.
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li êvara 27.7.2023an. Z, li Gundê “Hopka” – Navça Reco, di dewata kurapê serkêşekî Milîseyên “Lîwa’i El’şemal” “Ebû Ebela El’zurbe” de qurşîn pir hatin avêtin, û qurşîn bi ser malên gund û Bajaroka Reco ya nêzîk jê ve ketin, di dema ku xelk ji ber germa Havînê li ser banên malan xew dikirin, lê destlatên dagîrkeriyê deng bi xwe nexistin, û avêtina qurşînan di boneyan û nav sivîlan de qedexe nakin, û hilgirtina çekan û bikaranîna tewşankî jê re, ji aliyê endamên milîseyan û piraniya sivîlên anînde ve (yên li herêmê hatine niştecîkirin) tiştekî normal û ne bendkirî ye.
“Qurşîn li ser nivînên xewê li ser banê maline Bajaroka Reco.”
= Binpêkirinine din:
– Di navboriya hefta çûyî de, ewlegeha/emniyeta Milîseyên “Feyleq El’şam” serjimareke niştecîbûnê çêkir û daxuyanin kesayetî û malbatî yên ewlehiyê li Gundên “Çeqmaqê Mezin û Çûçik, Elemdara, Çençeliya” – Navça Reco û hin din ji gund û bajarokên ku di bin desteserkirina wan de -yên ku tê de “Selîl El’xalidî” serkêşiya wan dike- li navçê amede kirin, ji bo Istîxbaratên Turkiyê, bi behaneya hûrlêrandina belavkirina alîkariyan; Ji bo şopandina nêzîk ji Kurdan -nişteciyên resen- yên mane û zaro û merivên wan ên li dervayî herêmê rûdinin re.
“”Selîl El’xalidî” Serkêşê Milîseyên “Feyleq El’şam” li Navaça Reco.”
Girtinên bêsûcane di dermafê Kurdan de li Efrînê, ji zagona mirovahî ya navdewletî û destûr û zagona cezayên Sûrî re berevajîkirineke mezin e; Û bi ser ku kiryarên wan girtiyan ne tewanin li dijî kesan an civakê û dewletê bûn, ew bi kevnandina/kevinbûna ku li gor zagonê tê şikestin giştîkirî ne.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]