Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,020
Immagini 106,695
Libri 19,303
File correlati 97,312
Video 1,392
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Mîna Qazî Xanim
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Qazî Xanim

Qazî Xanim
=KTML_Bold= Mîna Qazî Xanim=KTML_End=
=KTML_Underline=Jîn Aryen=KTML_End=

Vê nivîsê diyarî serhildana #rojhilatê Kurdistanê# û Jîna Eminî dikim. Rihê malbata Qazî îro li Rojhilat zindî dibe cardin…
Wê rojê ji çar aliyê Kurdîstanê û welatên cuda mêvan û pêşengên gelê kurd hatibûn û li qada Çarçirayê kom bûbûn. Mîna Xanim piştî pêşwazîkirina mêvanan xeftaneke nîgarî girt ser milê xwe, desmala xwe ya spî jî da serê xwe û li ber şibakeyê, coş û kelecana ku ji qadê bilind dibû temaşe kir. Gel di vê roja dîrokî de tevî zar û zêç, dost û hogirên xwe li qada Çarçirayê bi hêviyek bêhempa û ji dil û can li benda axaftina Pêşewa Qazî Mihemed bû. Mîna Xanim di sala 1987’an de di hevpeyvîneke xwe de roja îlankirina Komara Kurdistanê ya Mehabadê bi van gotinan tîne zimên:
‘’Ez wê demê seroka Yekitiya Jinên Kurd bûm. Jinên ku ji Mehabad û ji herêmên Kurdistanê yên din hatibûn jî li Çarçirayê kom bûbûn. Şehîd Qazî Mihemed, ala Kurdistanê li gel sirûda Ey Raqîb’ hilda jor û wiha bang li gel kir:
‘Gelê min ê leheng û rêzdar! Ez dizanim ku di dawiya derketina ser vî textî de, çûna sêpêyên darvekirinê jî heye. “
Wisa jî çêbû; Qazî Mihemed, salek paşî li qada ku ev axaftina dîrokî kirî, di sêpêyên darvekirinê de dê bihata şehîdkirin.
Jiyana Mîna Qazî
Mîna Xanim, di sala 1908’an de li malbateke welatparêz ji dayik bûye. Navê bavê wê Ehmed, navê dayika wê Gulendam e. Ji eşîra Hecî Hesen Xan Hecî Beg e. Ev eşîr digihe Şerefxan Bêdlîsiyê ku hem dîrokzan, hem jî rêveberek e.
Mîna Xanim, di sala 1928’an de, dema ku hê 19 salî ye bi Qazi Mihemed re dizewice. Ji vê zewacê 7 keç û kurek, 8 zarokên wan çêdibin. Hê ku nezewiciye wek Mîna Îskenderî tê nasîn. Piştre, wek Mîna Qazî û li gel avabûna komarê jî wek Dayê Xanim tê binavkirin. Hevjînê dayika Mîna Xanimê yê pêşîn, piştî ku jiyana xwe ji dest dide, dayika wê bi neviyê mamê Qazî Mihemed re dizewice. Ji ber wê di navbera herdu malbatan de têkiliyên mervantiyê jî hene. Nasîna Mîna Xanimê ya bi Qazî Mihemed re encama vê yekê ye. Herdu malbat jî, li Kurdistanê tên nasîn û di nava gel de rêzdar in.
Her çiqas Mîna Xanim ji binemaleke xuyanî be jî, wê jî qedera gelek jinên kurd jiyaye. Malbata Mîna Xanimê wek malbatên din keçikên xwe nedişandin dibistanê. Ji ber vê, xwendin û nivîsîna wê tune bû. Lê, Mîna Xanim piştî Komara Mehabadê ava bû wek berpirsyariyek dît ku hînî xwendin û nivîsînê jî bibe. Her wiha di vê mijarê de ji jinên din re jî dibe mînak û ji wan re pêşengiyê dike. Mîna Xanim ji alîyê zimên de jî pêşketî bû û li gel zaravayê soranî ya kurdî, Ezerîkî û Farisî jî dizanî. Wê wek jineke kurd, di qonaxeke girîng a dîrokî de, bi biryardarî û wêrektiyeke mezin bar û berpirsyariya Komarê jî hildabû ser milê xwe.
Mîna Xanim, piştî avabûna Komara Mehabadê, ji bo pêşketin û mezinbûna komarê jî gelek hewl û ked daye. Ew di ferqa pêvajoya dîrokî ya ku tê de dijîn de bû û di wê zanebûnê de bû ku hewcedariya gelê kurd bi xwerêvebirineke azad heye. Bi vê bawerî û daxwazê, li gel 8 zarokên xwe, heta dawiya temenê xwe her tim di nava têkoşînê de bû.
Jineke pêşeng
Mîna Xanim diyar dike ku piştî avabûna Komara Mehabadê daxwaz û hêza wê ya tevlibûna xebatan zêde bûye. Ew vê rewşê bi van gotinan bi lêv dike:
“Ji ber ku xwendin û nivîsandina min tune bû ez pir bi xwe ne bawer bûm ku tev li xebatan bibim û pêşengiyê bikim. Lê belê, coş û kelecana avabûna Komarê û fikra Kurdistana azad hêz û cesaret dida min. Her wiha Qazî Mihemed jî hertim bi gotinên xwe hêz dida min û cesareta min xurttir dikir.
Ez bi vê bawerî û kelecana wî serbilind bûm. Lewre, em li ser hemû mijaran bi hev dişêwirîn. Ew jî di hemû biryar û kirinên xwe de hertim bi min re diaxivî û qedr û qiymetê dida fikrên min. Di têkiliya me de rêhevaltî hertim li pêş bû. ‘’
Mîna Xanimê, ji bo ku ji jinan re bibe mînak, pêşiyê bi xwe xwendiye û nivîsîn hîn bûye, paşê jin jî di vê mijarê de teşwîq kirine û cesaret daye wan. Di heman demê de ji bo ku pirsgirêkên mirovên feqîr û hejar çareser bike ketiye nava hewldaneke taybet û kedeke mezin daye. Mîna Qazî, bi bîr, bawerî, xîret, biryardarî û vîndariya xwe ya berxwedanê, bi nêzîkatî û sekna xwe jî di têkoşîna jinan de cihekî girîng digire. Ew ji bo xebat û têkoşîna xwe bi awayekî hê rêxistinkirî bimeşîne, di 14’ê adara 1946’an de ‘Yekitî Afretanî Kurdistan’, anku ‘Yekitiya Jinên Kurdistanê’ ava dike. Vê rêxistina jinan, li Mehabadê, piştî civîneke ku li mala xwe li dar xistiye hatibû îlankirin. Mîna Xanim di vê civînê de wek serok hatiye hilbijartin û di civînê de ji bo jinan û ji bo mezinbûna Komara Mehabadê hin biryar jî hatibûn girtin.
Li gor vê:
– Jinên kurd ji bo xwendin û nivîsînê dê bên teşwîqkirin.
– Xebatên çapemeniyê dê bên meşandin.
– Ji bo Komara Kurd a Mehabadê dê barbû, anku aîdat bên berhevkirin.
– Her wiha wê xwedî li malbatên ku ji zilma rejîma Iraqê reviyane û hatine Mehabadê bê derketin.
Rêxistina Yekitiyê, li gel van biryaran hem ji bo perwerdehî û pêşketina jinan, hem jî ji bo ku wan tevlî jiyana civakî û siyasî bike xebat meşandiye. Di heman demê de, di dibistanên ku li Mehabadê hatibûn vekirin de ji zarokên keç re perwerdehiya kurdî hatiye dayîn.
Rewşa jinên Rojhilat
Li Îran û Kurdistanê rewşa ku jin tê de bûn mixabin baş nebû. Jin xwedî biryarên jiyana xwe nebûn. Çarenûsa wan bi tevahî li gor biryarên mêrên malê bû. Jixwe, ji ber wê, gelek ji wan an li bin navê qelen dihatin firotin, an wek berdêl bi hev dihatin guherandin, an jî wek hewî dibûn jina duyem an sêyem û dibûn xulamên mêran. Mîna Xanim, ji bo vê rewşa jinê gelek xemgîn dibû. Ji bo ku li Mehabadê ev rewşa dilşewat biguherîne gelek hewl dida, diket nava lêgerîn û riyên çareseriyê. Ji ber wê, hertim guh dida pirsgirêkên jinan, ji bo çareseriyê hêz û piştgirî dida wan.
Yekitiya Jinên Kurdîstanê, di dema xwe de ji bo jinan destpêkek bû. Jinên Rojhilat, cara yekem bû rêxistinbûyîn û yekitiya xwe pêk dianîn. Di encama van xebatan de, gelek jin di warê civakî û siyasî de tev li xebatan dibûn, heta ji bo ku bibin pêşmerge hevjînên xwe teşwîq dikirin, ew bi cesaret dikirin. Vê sekna jinan, bandoreke erênî li mêran jî dikir ku tev li pêşmergeyan bibin. Jinan jî li bin sîwana vê yekitiyê pirsgirêkên xwe nîqaş dikirin, rê û rêbazên nû yên çareseriyê bi pêş dixistin; dibûn xwedî vîn, xwedî biryar û hêzeke mezin.
Mîna Xanim hertim behsa têkiliyên xwe yên bi jinan re jî dike û dibêje ku di navbera wan û jinan de têkiliyeke gelek germ û pêşketî hebûye. Mijarên wek perwerdekirina zarokan, hînbûna xwendin û nivîsînê ya jinan, xwarin û cil û bergên pêşmergeyan hertim dihat nîqaş kirin. Ew, di xebatên rêxistinkirin û propagandayê de gelek bi serkeftî bû. Mîna Qazî, piştî hilweşîna Komarê jî, bi awayekî veşartî be jî, wisa kiribû ku rêxistina Yekitiya Jinan xebatên xwe demek dirêj bidomîne.
Mîna Xanim gelek dixwest ku jin di her qadê de, bi awayekî pêşeng û çalak tevlî têkoşînê bibin. Piştî salên dirêj di hevpeyvînek xwe ya ku di sala 1994’an de dabû nivîskar Kakşar Oremar behsa vê mijarê dike û daxwaza dilê xwe dide der: “Min pir dixwest ku jinên Rojhilat jî tev li pêşmerge bûbûna û mêr û jin bi hev re ji bo azadiya xwe şer bikirana. Dema min cara ewil jinên pêşmerge ya wek Margarît bihîst, ez pir kêfxweş û bi hestyar bûm. Xwezî ew derfetên me jî hebûna. Niha jî li bakurê Kurdîstanê jin û mêr bi hev re di hemû qadan de têdikoşin. Ev hêviyeke pir mezin dide min. Ez bextewar im ku êdî şopînerên doza me hene. Kurd êdî şiyar bûne û daxwaza azadiya xwe dikin.’’
Mîna Xanim ji ber têkoşîna xwe gelek caran ji aliyê pergala Îranê ve hatiye binçavkirin û rastî îşkenceyan hatiye. Ew binçavkirina xwe ya herî dawiyê ya di sala 1986’an de pêk hatiye wiha vedibêje:
“Di vê rewşa min a temendirêj de jî gelek îşkence û heqaret li min hatin kirin. Ji min re digotin: ‘Ger ji malbata we û hevjînê te Mihemed Qazî nebûya kurd li serê Îranê nedibûn bela.’ Feraseta wan evqas bû û mixabin haya wan ji dîroka kurdan tune bû.”
‘Bila kurd yekitiya xwe pêk bînin’
Mîna Xanim, 17’ê berfanbara 1946’an de dema ku Mehabad ji aliyê leşkerên Îranê ve hatiye dagirkirin û piştî hingê jî li gel hemû êrîşên rejîma Îranê ji Mehabadê derneketiye. Dema ku Qazî Mihemed 3 mehan di zindanê de bû, ew tu car tenê nehişt û têkoşîna xwe domand.
Wê ji bo ku Qazi Mihemed ji darvekirinê xelas bike gelek hewl da; lê derdora wê ya nêzîk jî tê de, ji tu kesan piştgiriya ku dixwest nedît. Bayekî mezin ê tirsê hatibû rakirin û tu kesan nediwêrî xwe nêzî malbata Qazî bikin. Tevî hemû hewldanên xwe, nikaribû Qazî Mihemed ji darvekirinê rizgar bike û yekitiya kurdan ku xeyala wê û yê Qazî Mihemed bû pêk bîne.
Dîsa jî bawerî û hêviya Mîna Xanimê hertim zindî maye. Tenê daxwazek wê hebû û digot:
‘’Bila kurd yekitiya xwe pêk bînin”
Mîna Xanim, di 17’ê reşemiya (Sibata) 1998’an de ji ber penceşêrê jiyana xwe ji dest dide. Heta wê kêliyê jî ji bo bidestxistina azadî û yekitiya gelê xwe xebitiye û têkoşîna xwe bênavber meşandiye.
Mîna Qazî ji bo pêkhatina hêvî û xeyalên xwe û yê Qazî Mihemed heta dawiya emrê xwe têkoşîna xwe pêş ve bir û pêşengiya doza gelekî bindest kir. Mîna Qazî di heman demê de têkoşîna yekitiya jinan jî da meşandin û mîrateyek hêja hîşt ji dîrokê re û ji dîroka jinê bindest re. Ji ber vê yekê gelê kurd û jinên kurd nehiştin ala ku Mîna Qazî û Pêşewa Qazî Mihemed rakiribûn bikeve erdê.
Mîna Qazî û Mihemed Qazî lehengên serdema xwe bûn û ji bo gelek lehengên li pey wan hatibûn bûne çavkanî. Giyanê wan şad e, lewra ew di dil û têkoşîna her kurd û mirovên azadîxwaz de dijîn û dê her bijîn…
ÇAVKANÎ:
– Kakşar OREMAR / Yadîgarên Komara Kurdîstan a Sala 1946’an -1 Stenbol 2019, Weşanên Sîtavê
Kadrî YILDIRIM / Kürt Kadını – Stenbol, 2021 Avesta Yayınları
JINHA, Tarîh Sahnesinde Kürt Kadınlarının Dîrenen Yüzü – 26 Aralık 2015
http://kovarabir.com Rojnameya Kurdistan Press[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 60
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun.org/ - 16-04-2024
Articoli collegati: 23
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2023 (1 Anno)
Libro: Letterario
Libro: Donne
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئەڤین تەیفوور ) su 16-04-2024
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 18-04-2024
Questa voce recentemente aggiornato da ( ئەڤین تەیفوور ) in: 24-04-2024
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 60
Attached files - Version
Tipo Version Nome Editor
file di foto 1.0.17 KB 16-04-2024 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,020
Immagini 106,695
Libri 19,303
File correlati 97,312
Video 1,392
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 1.375 secondo (s)!