Nav Paşnav: Necla Adil Buzî
Nasnav. Denîz Aras Kobanê
Cihê jidayikbûnê: #Kobanê#
Dayik-Bav: Xezal-Adil
Dem û cihê şehadetê:#07-10-2021# / Xakurkê
Hevrêya me Denîz li Kobanê ku sembola berxwedanê ye li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê ya hêja û derdora wê welatparêz bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê zû nas kir, bi hişmendiya welatparêziyê mezin bû. Ji ber ku ji malbata wê tevlîbûn li nava refên partiya me PKK'ê hebû û bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû, hîn di zarokatiyê de xwest bibe gerîla. Hevrêya me mîna her ciwanên Kurd rastiya dijmin zû fêhm kir, li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me bû xwedî hêrseke mezin. Ji salên dibistanê ve ji ber ku nekarî bi zimanê dayikê perwerdeyê werbigire bi hêrs bû. Di sala 2015'an de kekê wê Şehîd Aras Buzî ji aliyê dewleta Sûriyeyê ve şehîd hate xistin û vê yekê gelekî bandor lê kir. Her tim bi hêrsa hilanîna tolê ji dijmin mezin bû û gihîşt wê baweriyê ku bersiva herî mezin bi tevlîbûna li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dibe. Bi bandora berxwedana destanî ya li Kobanê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê hate nîşandan û bi bandora ji şehîdan biryar da ku tevlî bibe. Pratîka xwe ya destpêkê ya têkoşînê li Rojava kir. Di sala 2017'an de bi rengekî çalak tevlî kar bû. Beşdarî pêngavên li dijî çeteyên DAÎŞ'ê bû. Piştî perwerdeya kurt a leşkerî tevlî pêngavan bû. Di pêngava Dêrazorê de birîndar bû, di demeke kurt de xwe komî ser hev kir û hêrs û biryardariya xwe di têkoşînê de hîn mezin kir. Hevrêya me Denîz gelekî kete bin bandora têkoşîna azadiyê ku li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê rawestiya û bû milîtaneke welê ku li ser bingehên xurt bi têkoşîna me ya azadiyê ve hate girêdan. Li ser vê bingehê biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezin bike, ji bo armanca xwe ya zarokatiyê pêk bîne berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me xwe gihand çiyayên azad ku warê pîroz ê gerîla ye û bi kêfxweşiya ku armanca xwe ya zarokatiyê pêk aniye beşdarî her karî bû. Hevrêya me Denîz ku bû heyranê xwezaya herêma Xakurkê di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û şert û mercên giran ên çiyê bû. Ji bo bi rastiya têkoşînê û keda mezin a Rêber Apo bibe yek kete nava hewldanan. Bi xwendina parêzname û îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêberê me xwe kûr kir, li qada leşkerî û îdeolojîk bi pêş ket. Nasnameya jinê ya azad li her derê bi rengekî hêja temsîl kir û beşdarî gelek karan bû. Zanîbû ku şoreşger ew kes in ku dîrokê diyar dikin, lewma xwest bersivê bide zext û komkujiyên li jinan û gelên bindest têne kirin. Hevrêya me Denîz xwest mîsyona pêşengiyê ya li nava civaka me û tevgera me ya jinê bi cih bîne, lewma her tim kete nava nîqaşan û xwest rê li ber hevrêyên xwe bixe. Hevrêya me Denîz ku bi tevlîbûna xwe ya sade, bêfikar û bêteredût bû milîtaneke mînak, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Li her qadê bi fedakariyê dihate naskirin, di heman demê de ji bo xwe di xeta azadiya jiNê de bi pêş bixîne kedeke mezin da. Haya hevrêya me ji mejiyê serweriya mêr a bi hezaran salan a li dijî jinê hebû, li hemberî vê yekê jî xwedî danheviya îdeolojîk bû û ji perwerdeya xwe ya şexsî tawîz neda. Di nava her şert û mercî d xwend, nîqaş kir. Bi girîngiya perwerdeya Rêberê me û Partiya me, di demeke kurt de bû milîtaneke şareza.
Hevrêya me Denîz hêrs û daxwaza xwe ya têkoşînê her roj hîn mezin kir, gihîşt wê baweriyê ku li dijî dijmin tenê bi têkoşîna li ser xeta fedaîtiyê serketin dikare bi dest bikeve. Bi vê armancê xwe hîn bêhtir perwerde kir. Li herêma Xakurkê li gelek qadan têkoşiya, di her karî de ev taybetmendiya xwe parast. Di karên pratîkî de bû xwedî tecrûbe û bi tevlîbûna hîn xurt wezîfeyên xwe bi serketî bi cih anî. Hevrêya me Denîz ku gerîlayeke mînak a YJA Starê bû, ala berxwedanê ji me re hişt. Em soz didin ku di şexsê wê de hêjayî hemû şehîdan bibin.[1]