Biblioteca Biblioteca
Ricerca

Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!


Search Options





Ricerca Avanzata      Keyboard


Ricerca
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
Strumenti
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
Lingue
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Il mio conto
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
Ricerca Invia Strumenti Lingue Il mio conto
Ricerca Avanzata
Biblioteca
nomi curdi
Cronologia degli eventi
Fonti
Storia
collezioni degli utenti
Attività
Cerca Aiuto?
pubblicazione
Video
Classifiche
Voce a caso !
Invia l'articolo
Invia immagine
Survey
tuo feedback
Contatto
Che tipo di informazioni abbiamo bisogno !
Standards
Condizioni di utilizzo
Qualità Voce
A proposito
Kurdipedia Archivists
Articoli su di noi !
Kurdipedia Aggiungi al tuo sito web
Aggiungi / Elimina e-mail
Statistiche di accesso
Statistiche voce
Convertitore di font
Calendari Converter
Lingue e dialetti delle pagine
Keyboard
Link a portata di mano
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
Entra
appartenenza !
dimenticato la password !
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 A proposito
 Voce a caso !
 Condizioni di utilizzo
 Kurdipedia Archivists
 tuo feedback
 collezioni degli utenti
 Cronologia degli eventi
 Attività - Kurdipedia
 Aiuto
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,702
Immagini 105,147
Libri 19,532
File correlati 97,822
Video 1,415
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizi...
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un pae...
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio pos...
Biblioteca
Memorandum sulla situazione...
Biblioteca
Un destino in versi, lirici...
Ji 74 salan ve HAWAR hatiye hawara me Gelo em bi hawara wê ve çûne ?!
Gruppo: Articoli | linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
voce Classifica
Eccellente
Molto buono
media
Povero
Bad
Aggiungi alle mie collezioni
Scrivi il tuo commento su questo articolo!
elementi della cronologia
Metadata
RSS
ricerca in Google per le immagini relative alla voce selezionata !
ricerca in Google per la voce selezionata !
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Konê Reş

Konê Reş
Ji 74 salan ve HAWAR hatiye hawara me Gelo em bi hawara wê ve çûne ?!
#Konê Reş#

Berî her tiştî, dixwazim bi gotineke Mîr Celadet Bedir- Xan dest pêbikim:
( Malxerabo ! ma we ew çend wext nîne, ko hûn ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salane ve xebitîne, îro jî dixebitin, ji bona ko bikarin _ fînfoneke _ derewîn bi lêv bikin.. Kuro ! Eybe, şerme, fihête, an hînî xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe bibin, an mebêjin em Kurdin, bê ziman Kurdîtî ji we ra ne rûmete, ji me ra rûrewşiyek girane.. Heyf û xebînet û hezar mixabin, nemaze ji wan ra ko bi zimanên din dizanin bixwînin û binivîsînin û alfabêya zimanê xwe hêç nas nakin ..)
M,r Celadet Bedir- Xan, kovara Hawar, hejmara ( 27 ) |am,1941
Wek ku diyar e, di roja 15 ê gulana isal de ( 2006 ), 74 sal di ser derçûna kovara HAWAR ê re derbas dibin. Bi vê helkeftinê ez dixwazim careke din dewla xwe di bîra Bedirxaniyan de dakim û kela xwe û kela tiyên ziman û rojnamegeriya kurdî bi qurtek av ji vê bîra Bedirxaniyan hênik bikim...
Wek ku nase, mîr Celadet Alî Bedir-Xan di destpêka jiyana xwe de pîş bi siyasetê kiriye û di gel re jî hewldaye ku turikê xwe ji rewşenbîriya giştî dagire.
Wî ev herdu bar bi hevre hilgirtine û şopandine. Ji xwe siyaset bê rewşenbîrî, û rewşenbîrî bê siyaset tekûz nabe] Ango hûnandinek di navbera herdiuan de heye.
Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, di biçûkaniya xwe de fêrî gelek zimanên biyanî bûye û bi wan zimanan serwextî çand, ferheng û rewşenbîriya gelek miletan bûye, di gel ku zimanê kurdî, zimanê axaftina mala wî bû. Û di sala 1909´an de, li ber destê Mewlan Zade Rifet Efendî, xwediyê rojnameya Serbestî li Stenbolê, fêrî kar û barên rojnamevaniyê bûye. Li ser vê yekê mêzekin, bê ew bi xwe di romana Bîra Qederê de çi dibêje:
.. Şerekî nû destpêkiribû. Min kar, şixûl, mal, dezgeh, pêwendî, hedef û armanc diviyan. Minê çi bikira? Berê xwe bida ku?
Kurdan gotibûn: Teyr başe bi refê xwe re. Ezê bibûma hevalê kîjan rêz û refan?
Min xwendin û nivîsîn, ilm û irfan, rojname û kovar helbijartin. Mir da ser vê riyê. Ez nikarîbûm bibûma paşa, zabit, tacir, dikandar, karmend, hembal, berdevk, peyiyê malê û xemxwarê karê rojane. Ev kar û tişt li min ne dihatin. Ne bala min li ser wan bû û ne jî wan heyecanek didan jîna min.
Lê nivîskarî, rojnamevanî, kar û dozên mezin, hedef û armancên bilind, pîrozheycanek bê payan didan min. Ez, yan jî, ez, bira, mam û merivên xwe jî, bi hesibînim û bibêjim em, bi bîr û dîtinên Roussau, Dîderot, Voltaire û feylesûf û nivîskarên din yên şoreşa Firansayê, bi şirên Ehmedê Xanî û Omerê Xeyam û bi ders, tecrûbe û serpêhatiyên mîr Bedir-Xan perwerde bibûn. Ma me qîma xwe bi karên rojane dianî ? Min hedefê xwe hilbijart...
Hingê du mecmûa hebûn, ku li ser dilê min, hem pir ezîz bûn, Ictîhada Abdellah Cewdet beg û (Serbestî) ya Mewlanzade Rifet beg.
Gava min daxwaza xwe ya xebatê, li cihê Serbestî û Mewlanzade Rifet beg re got, wî berçavkên xwe derxistin, ez hembêz kirim ( Mukemmel, Mukemmel) got û ez li aliyê din yê bureyê li ber maseke biçûk dam rûniştin. Bi vî awayî min dest bi xebata rojnamevaniyê kir...
Serbestî rê li ber min vekir ku ez bikaribim rojname û kovarên, ku min paşê li welatên dûr û xerîb derxistin, biweşînim. Eger ew tecrûbên rojên Stenbolê nebûna, ne Hawar û kitêbên wê, ne jî Ronahî derdiketin. Ez ne bawerim ku ewê bikarîbûna derketina...
Ji hingê ve Mîr Celadet Bedir-Xan pîş bi karê rojnamevaniyê kiriye, pê mijûl bûye û gelek gotar di rojnameya (Serbestî) de weşandine, ew rojnameya ku di navbera salên 1909-1913´an de li Stenbolê dihat belavkirin. Di sala 1910´an de, dema ku hêj xwendina xwe dikir, bi kar û barê weşandina kovareke dibistanî rabûye û berpirsiyara wê kiriye. Di sala 1912´an de, bi şagirt û qutabiyên Kurdên Stenbolê re beşdarî avakirina (Komela Xwendevanên kurd) bûye, ewa ku tê naskirin bi navê Hêvî... Û wiha bi rewşenbîrên kurd yên sereke re li Stenbolê beşdarî û alîkarî di weşan û belavkirina kovar û rojnameyên wan de kiriye, wek:
- Rojî Kurd (1913): Eva ku di bin berpirsyariya Mihemed Salih Bedir-Xan de dihat weşandin
- Hetawî kurd (1913): Eva ku di bin berpirsiyariya Hemze begê Miksî de dihat çap û belavkirin.
- Yekbûn (1913): Ev jî di bin berpirsiyariya Mihemed Salih Bedirxan de dihat weşandin.
Di sala 1918´an de, alîkarî di weşan û belavkirina kovara Jîn de kiriye, ewa ku bi navê (Komela Tealî Kurdistan) li Stenbolê dihat weşandin, di bin berpirsiyariya Memdûh Selîm beg Wanlî û Hemze begê Miksî de...
Û weha ta ku di roja 15 gulana 1932´an de,berî 74 salan, kovara xwe HAWAR li Şamê, bi tîpên latînî çap û belav kiriye û di rûpelê pêşîn de gotiye:
Hawar dengê zanînê ye, zanîn xemnasîne, xemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, heyina zimanê me dê bide naskirin, lewma ko zimanşertê heyînê a pêşî ye..
Bi weşandina kovara HAWAR ê re, bi tîpên latînî, yekemîn care di dîroka Kurdan de ku zimanê kurdî bi tîpên latînî tê nivîsandin. Ji vê kovarê 57 hejmar hatine weşandin. Hejmara dawîn di 15ê tebaxa 1943´an de bû. Temenê Hawarê dor 11 salan dirêj kiriye, belê du caran jî ev kovar ji ber rewşa aborî hatiye sekinandin.
Ev kovar bi du zimanan, kurdî û firansî, dihat weşandin. Ji hejmara 1-23´an bi du alfabeyan, erebî û latînî, dihat nivîsandin, ji hejmara 24´an û bi şûn ve, tenê bi alfabeya latînî maye berdest..
Di destpêka weşandina kovara Hawarê de bi tîpên latînî, gelek Şêx, mele û feqeyên Kurdan dijî berdestkirina tîpên latînî ji zimanê kurdî re sekinîne û gotine: ev tîpên gawiran in, çawa hûn pê zimanê me dilewitînin..?! Ta ku şêxê şehîd Ebdulrehmanê Garsî fitûke deraniye û pê tîpên tîpên latînî ji zimanê kurdî re helal kiriye...
Naveroka Hawarê bêtir li ser van babetan belav dibû: Alfabeya kurdî, zimanê kurdî, giramêra kurdî, ferhenga kurdî, hem jî stûnek ji zarokan re û quncikek bijîşkî û tendurustî jî tê devekiribû..
Gelek nivîskarên Kurdan bi rêya Hawarê nav û deng dane, wek: Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can, Dr. Nuredîn Zaza, Reşîdê Kurd, Hesen Hişiyar. Ji xwe Qedrî Can wek nûxuriyê Hawarê tê naskirin, çiko ew ji yên pêşîn bû ku tê de nivîsandiye.
Di sala 1942´an de, mîr Celader kovarek din, di gel kovara Hawarê weşandiye bi navê RONAHÎ, ev kovar jî bi kurdiya latînî li Şamê hatiye çap û belavkirin.
Hejmara pêşîn ji vê kovarê di 1ê nîsana 1942´an de hatiye weşandin, hejmara dawîn (28) di adara 1945´an de derçûye. Bi vê kovarê yekemîn care ku rojnamevaniya kurdî bi wêne hatiye weşandin.
Bi saya mîr Bedir-Xanê Botî, kur û neviyên wî, roja îro em xwe peyebilind di nav netewên cîhanê de dibînin, bi saya mîr Bedir-Xan yekemîn serhildana kurdî a netewî destpêkiriye ..Bi saya kurê wî Miqdad Medhet Bedir-Xan, bingehê rojnamevaniya kurdî hatiye danîn, û bi saya neviyê wî mîr Celadet Alî Bedir-Xan zimanê kurdî bûye xwedî alfabeyek xweser, ku roja îro piraniya Kurdan bi alfabeya wî dixwînin û dinîvisînin.
Heger ji berî 74 salan ve HAWAR hatibe hawara me, Gelo, roja îro em bi hawara wê ve çûne ?! Tevî vê teknolojiya nû û moderin û van alavên ragihandinê yên bi lez û bez, hê jî em nikarin kovarekê mîna Hawarê bi herdû şêweyên Kurdî, kurmancî û Soranî bi weşînin û di nav kurdan de bi belav kirin bidin..! Mîr Celadet Bedir-Xan bi tena xwe, herdû zarav di kovara Hawarê de kom dikirin, û nivîskarên wê îro stêrin geşin di asmanê kurdistanê de...Gelo ! Çima em nikarin û em nakin..Û yên ku karin çima nakin ?! Pirsike, ez jî wek xwendevanan li bersivê digerim..?!!
Heger mirov li dîroka malbata Bedir-Xaniyan vegere û berpêl bike, wê bibîne ku Bedir-xanî bi tevayî di sirgûn û zîvariyan de hatine kuştin û mirin, û ev yek bi tena xwe xweş didevane ji dilsozî û wefadariya wan re, ji gelê Kurd re. Û ev yek dihêle ku em navê wan bi tîpên zêrîn di dîroka gelê Kurd de binivîsînin û weha bîranîn ji bo 74 saliya derçûna yekemîn kovara Kurdî bi tîpên latînî,bi navê HAWAR ku mîr Celadet Alî Bedrirxan di weşand bi bi bîr bînin..
Sed rehmet li giyanê tev referên malbata Bedir-Xaniyan bibare, bihuşt cih û warê wan be.
[1]
Questo articolo è stato scritto in (Kurmancî - Kurdîy Serû) lingua, fare clic sull'icona per aprire l'articolo in lingua originale!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Questo oggetto è stato visto volte 10
HashTag
Fonti
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.welateme.net/ - 22-06-2024
Articoli collegati: 15
Gruppo: Articoli
linguaggio articoli: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 00-00-2024 (0 Anno)
Libro: Letterario
Provincia: Kurdistan
Publication Type: Born-digital
Tipo di documento: Lingua originale
Technical Metadata
Qualità Voce: 99%
99%
Aggiunto da ( ئاراس حسۆ ) su 22-06-2024
Questo articolo è stato esaminato e rilasciato da ( سارا ک ) su 23-06-2024
Questa voce recentemente aggiornato da ( سارا ک ) in: 23-06-2024
URL
Questa voce secondo Kurdipedia di Standards è non ancora esauriti !
Questo oggetto è stato visto volte 10
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?

Actual
Biblioteca
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
21-11-2013
بەناز جۆڵا
Kurdistan. Cucina e Tradizioni Del Popolo Curdo
Biblioteca
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
17-09-2013
هاوڕێ باخەوان
I curdi / Viaggio in un paese che non c\'è
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Un destino in versi, lirici curdi
28-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Un destino in versi, lirici curdi
Nuovo elemento
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
07-02-2019
زریان سەرچناری
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
I Curdi nella storia
27-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
Guerra e Pace in Kurdistan
11-08-2014
هاوڕێ باخەوان
Biblioteca
GRAMMATICA E VOCABULARIO DELLA LINGUA KURDA
16-10-2011
هاوڕێ باخەوان
Statistiche
Articoli 519,702
Immagini 105,147
Libri 19,532
File correlati 97,822
Video 1,415
Kurdipedia è la più grande fonte di informazioni Curdo!
Biblioteca
Memorandum sulla situazione dei Kurdi
Biblioteca
Kurdistan: un genocidio postmoderno
Biblioteca
La questione curda
Biblioteca
IL DIRITTO DI ESISTERE: Storie di kurdi e turchi insieme per la libertà
Articoli
Storia dei curdi
Biblioteca
Kurdistan iraqeno: un caso di passaggio alla democrazia?
Folders
Pubblicazioni - Provincia - Fuori Biblioteca - Provincia - Fuori Articoli - Provincia - Italy Articoli - Tipo di documento - Lingua originale Pubblicazioni - Pubblicazione - Magazine Articoli - Libro - Al- Anfal e Halabja Biblioteca - Libro - Linguistica Biblioteca - Libro - Varie Biblioteca - Libro - Curdo emissione Articoli - Libro - Curdo emissione

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| Contatto | CSS3 | HTML5

| Pagina tempo di generazione: 0.296 secondo (s)!