Roger Lescot
Weşanên Komela Jinên Kurdistanê li Swêdê
Çapa yekê: 1993 Stockholm
Roger Lescot yek ji wan dostan bû ku wî di warê nasandina çanda Kurdî de bi wergerandinên xwe yên sipehî xebateke giranbiha kiriye. Di sala 1936'an de gava ew li Parîsê xwendina xwe temam dike, hukûmeta Fransa wî dişîne Enstîtuya Fransiz a Şamê. Li Şamê ew rastî Celadet Bedirxan tê, dostaniyeke wî ya mezin çê dibe.
Roger Lescot giraniya xebata xwe ya zanistî dide ser Kurdan; Kurdî hîn dibe, çîrok, metelok û efsaneyên Kurdî berev dike, li ser jiyana Kurdan ya civakî, li ser ola Êzidiyan lêkolînan dike. Hin beş ji vê xebata wî ya destpêkê di kovara Hawarê de di bin navê Tawusparêzî bi Kurdî û bi Fransizî derdikevin.
Roger Lescot di nav Kurdên Sûriyê de hewqas dihat naskirin û hizkirin ku kesî bi navê wî yê Fransizî gazî nedikirê; navekî Kurdî lêkiribûn: Ew Lezgîn Axa bû.
Di sala 1938an de pirtûka wî ya pêşî ya li ser Kurdan dertê. Ew li ser Êzidiyên Sûrîyê û Sincarê ye.
Di Kanûna 1945'an de Roger Lescot li Zanîngeha Sarbonê kursiya zimanê Kurdî saz dike û li wir salekê dersên zimanê Kurdî dide, heta ku Kamûran Bedirxan ji Beyrûtê were dewsa wî bigre.
Gava ku nexweşiyeke bêderman Lezgîn Axa di sibata 1975'an de ji nava me bir, ew hê 61 salî bû
קרא את הספר: Çiyayê Kurmênc û Tevgera Murûdan
הורדה כוללת:
1,116 פעמים
ברצוננו לשאול את כל הסופרים, מתרגם ומו"ל בכדי להודיע לנו אם הם אינכם חשים בנוחים עם הספרים שלהם שהורדו משרת כורדיפדיה.
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל
כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 4,180
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!