ANF
EFRÎN
Saturday, 10 Feb 2018, 16:53
Navenda Çapemeniya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya rojekê eşkere kir û diyar kir ku şervanên QSD’ê li gundê Qude xistine xwarê û di şerê li hemû eniyan de gelek leşker û çete hatine kuştin.
QSD’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir.
$RECO$
Li gundê Qude şervanên me nêzî saet di 12:00’an nîvroj de helîkoptereke artêşa dagirker a Tirkiyeyê xistin xwarê.
Balefirên artêşa dagirker a firneya nan a navneda navçeya Reco kire hedef û di encamê de ziyaneke mezin bi firenyê bû. Di encama bomberdûmanê de firne bêkêr bû.
Li derdora gundê Qude şervanên me duh saet di 14:00’an de dozereke dagirkeran kirin hedef û bi temamî rûxandin.
Leşkerên Tirk û çeteyên wê duh ji saet 16:00’an ve gundê Cela bi awayekî hovane bi çekên giran topbaran kirin û gundê Qude rastî êrîşa balefiran hat.
Îro saet di 09:00’an de di navbera hêzên me û artêşa dagirker de li derdora gundê Qude şerê giran rû dan û di encamê de gelek çete hatin kuştin. Saet di 22:30’an de li heman deverê şer rûdan.
Saet di 13:00’an de helîkopterên dijmin li ser gundê Qude geriyan û malên sivîlan topbaran kirin.
$ŞIYÊ$
Duh saet de 15:00’an de li derdora gundê Hec Bilêl di navbera hêzên me û terorîstan de şer derketin û di encamê de gelek çete hatin kuştin. Kuştiyên çeteyan ku hatine piştrastkirin 25 çete bûn.
Saet di 16:00’an de balefirên dagirkeran li ser gundê Şikefta û Turmûşa geriyan û piştre diyar bû ku balefiran li gundê Şikefta komkujiyek pêk aniye û xaniyekî sivîlan bi ser xwediyên wê de hilweşandiye û piştî ku balefir dûr ketin cenaze ji bin bermahiyên hilweşandî hatin derxistin.
Saet di 01:45’an de balefirên şer derdora navenda Şiyê kirin hedef û lêxistin.
Hêzên me li derdora gundê Hec Bilêl panzêreke dagirkeran kirin hedef û bi temamî rûxandin.
$CINDIRÊSÊ$
Saet di 16:00’an de gundê Axçelê rastî gelek êrîşên ezmanî hat û di heman demê de eniya gundê Kanî Gewrikê bi çekên giran hate topbarankirin. Gelek deverên çiyayê Beyreqdar yê nêzî gundê Hemamê bi çekên giran hate topbarankirin.
Di dîmenan de eşkere bû ku tankên Tirkiyeyê ji nava kampa Atmê ve gundên Dêrbelût, Axçelê û Mile Xelîla topbaran dike û koçberan ji xwe re weke mertalên zindî bikar tîne.
Li gundê Hec Iskender di navbera hêzên me û leşkerên atêşa Tirk de şerê giran rûdan.
$ŞERA$
Artêşa dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovane û bi çekên giran gundên Êzdiyan, Baflûnê û Ereb Wêranê kirin hedef. Her wiha helîkopter li ser gundê Omera saet di 13:00’an de geriya.
Saet di 13:00’an de artêşa dagirker û komên terorîst navenda belavkirina ava vexwarinê ya gundê Metîna topbaran kirin û di encamê de ziyan bi navendê bûn.
Saet di 13:00’an de balefirên artêşa dagirker maleke sivîlan kirin hedef û di encamê de welatiyekî sivîl şehîd bû û 2 welatiyên din jî birîndar bûn.
$BILBILÊ$
Balefirên artêşa dagirker li dijî gundê Qestel Xidriya êrîşek saet di 01:00 de pêk anîn.
Di navbera hêzên me û leşkerên artêşa Tirk û komên terorîst de şer rûdan. Şer ji saet 09:00’an ve destpê kirin heta niha hê jî berdewam in.
Balefirên şer ên artêşa dagirker duh saet di 23:00’an de li giştî ezmanê Efrînê geriyan û îro jî saet di 11:00’an de geriyan. Li gundikê Mûsankê yê girêdayî bajarê Efrînê 4 top ketin.
#10-02-2018#