Ebdulrezaq Bedirxanî ji Malbata Bedirxaniyan e. Kurê Necîb Paşayê Bedirxanî û nevîyê Bedirxan Beg bû Di proseya şerê cîhanî yê yekem de gelek hewl da ku herêmeke otonom ji bo kurdan ava bike.
Ebdulrezaq Bedirxanî wek gelek rewşenbîrên din yên kurd li dijî Siltanê Osmaniyan alîkarî dida Îtihad û Teraqîyê lê piştî şoreşa makezagonî ya li sala 1908ê dijitiya îtihadxwazan kir.
Di wezareta derve ya Osmaniyan de jî wek karmendek xebitiye. Li konsolxaneyên Petersburgê û Tehranê de xebitiye. Li sala 1906ê parêzgarê Stembolê tê kuştin. Ji ber vê li gel 25 kurdan tê girtin. Gelek endamên malbata bedirxaniyan û babê Simkoyê Şikak sirgûnê Trablusê dibin. Lê piştî şoreşa makezagonî li sala 1910ê vedigere welat û diçe Tebrîzê. Di reşemeha 1912ê ya li Erzîromê kombûnên kurdan çêdibin. Tê gotin Ebdulrezaq alîkarî daye van kombûnan. Têkiliya wî bi rûsan gelek hebû. Jixwe zêde li Kurdistana Osmaniyan nemabû piştî şoreşa makezagonî, an li Îranê bû an jî li Rûsî [2] Lê têkiliya wî li gel rûsan zêde nema.
Di destpêka sala 1913ê diçe Xoyê û li wir bi alîkariya Simkoyê Şikak bi navê Gihandin rêxistinekê ava dike. Her wisa dibistaneke kurdî jî bi alîkariya rûsan vekir. Di dibistanê de bi elfebaya rûsî hem dersên kurdî hem dersên rûsî dida. Bi navê Cemiyet rojnameyek derxist. Ji ber lihevnehatina Simkoyê Şikak û Ebdulrezaq Bedirxanî û ji ber destpêkirina şerê cîhanî yê yekem van xebatan zêde dewam nekir. Piştî van xebatan Ebdulrezaq Bedirxanî dikeve destê îtihadxwazan û li Mûsilê bidarve dikin[1]