Navê pirtûkê: Rewşa kurdî ya sosyolenguîstik li Tirkiyeyê
Navê nivîskar: Ergin Öpengin
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2011
[1]
Di vê xebata lêkolînê de, armanca me ya yekê ew e ku têgihiştina zanistî ya dînamîkên sosyolenguîstîk ên kurdiyê li Tirkiyeyê hêsan bikin li jêr ronahiya teoriyên teswîra sosyolenguîstîk. Wek armanca duyê, tê heye ku ev xebat bibe meydana ezmûnê ji bo helsengandina karîgeriya sepandina teoriyên cihê yên vî warê lêkolînê.
Ji bo rêberîkirina pêdaçûna xebatê, lêkolîn li dor van 4 pirsiyarên li jêrî hatiye avakirin:
1. îro, kîjan fakterên zimanî û der-zimanî xwedantesîr in li ser werara rewşa zimanê kurdî li Tirkiyeyê?
2. Gelo sazkarî û pêşhatên van heyamên dawî di warê siyasî û pratîk de li Tirkiyeyê xwedantesîr in li ser sehên welatiyên kurd sebaret bi zimanê xwe?
3. Kîjan fakter diyarker û biryarder in di tercîh û bikaranîna kurdiyê de li gor qadên civakî û rewşên danûstandina zimanî?
4. Rewşa faktayî/objektîf ya kurdiyê hevterîb e, an jî heta çi dereceyê hevterîb e, digel tercîh û bikaranîna zimanî ya di jiyana rojane de?
Problematîka me bi vî rengî xwe dispêre pirsiyareke seretayî ku bi awayê hanê dibe bê pênasekirin: heta çi dereceyê tesîra fakterên sosyo-polîtîk ên rewşa kurdiyê xwe di prêzeyên zimanî yên axêverên kurd ên li Tirkiyeyê nîşan didin?.