Hikûmeta Îranê razî bû termê siyasetmedarê kurd Elî Qazî li bajarê Mehabadê û li kêleka tirba bavê wî pêşewa Qazî Mihemed were veşartin.
Konsulê Îranê li Hewlêrê, Nesrullah Reşnûdî ji malpereka Îranî re gotiye, hikûmeta Îranê li ser daxwaza malbatê razî bûye termê Elî Qazî, ku çend roj berê li Almanya koça dawî kiribû, li bajarê Mehabad yê Rojhilatê Kurdistanê were veşartin.
Wî dîplomatê Îranî gotiye, malbata Qazî dikarin li her cihê ku bixwazin termê Elî Qazî veşêrin.
Bi vî rengî termê Elî Qazî dê li kêleka tirba bavê wî pêşewa Qazî Mihemed were veşartin.
Elî Qazî, kurê Qazî Mihemed roja 10 vê mehê li bajarê Bonn yê Almanya di temenê 89 saliyê de koça dawî kir.
Parêzgarê Hewlêrê, Umêd Xoşnaw ji BasNewsê re gotibû, termê Elî Qazî dê li ser erkê Serokwezîr Mesrûr Barzanî roja 17 vê mehê ji Almanya bo Hewlêrê were veguhestin.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,160
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!