EDEBIYATA ZAROKAN A KURDÎ LI BAKUR
Türkan Tosun
Zanîngeha Bîngolê
2018
Di vê lêkolînê de behsa edebiyata zarokan a #kurdî# ya li Bakur hatiye kirin. Armanc ew e ku di edebiyata zarokan a kurdî de xebatên ji bo zarokan li Bakur hatine kirin bi kurtasî bên nîşandan. Di destpêkê de têgehên zarok, zarokatî û edebiyata zarokan hatine ravekirin. Paşê behsa dîroka edebiyata zarokan a kurdî hatiye kirin. Edebiyata zarokan a kurdî kingê dest pê kiriye û ji bo zarokan kî çi nivîsandiye li ser vê hatiye sekîn. Nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên kurd ên li Bakur ji bo zarokan xebitîne an jî berhêm dane hatine pêşkeşkirin. Kovarên kurdî yên zarokan ên ku li Bakur hatine weşandin û weşanxaneyên berhemên zarokan ên kurdî diweşînin jî bûne yek ji mijara vê gotarê.Bêjeyên Sereke: Zarok, Zarokatî, Edebiyata Zarokan, Kovarên Zarokan ên Kurdî Yên Li Bakûr.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,189
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!