הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,456
תמונות 105,226
ספרים 19,478
קבצים הקשורים 97,493
Video 1,394
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Tu nikarî gelê Kurd teslîm bikî
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Tu nikarî gelê Kurd teslîm bikî

Tu nikarî gelê Kurd teslîm bikî
Hekî hûn bixwazin ku dewleta Tirk nas bikin, kûr û dûr neçin, hovîtî û bêexlaqiya wê ya li hember gelê Kurd di #Cizîr#a Botan de binêrin. Xala himberî hovîtiya dewleta Tirk, berxwedana gelê Kurd e. Di gel hemû wêranî, şewitandin, girtin û kuştinan, gelê berxwedêr yê Cizîrê teslîm nebû û serî li ber dewleta dagîrker a Tirk netevand. Cizîr wêran bû, lê her weke Kobanê li berxwe da û wê bi ser bikeve. Lewra Kurd weke çawan bi Kobanê serbilind in, bi Cizîrê jî serbilind û şanaz in.
Dîktatoriya Erdogan-AKP bi fermî û eşkere ragehandiye ku dixwaze Sûr, #Silopî#, Cizîr û hinek bajarên din yên Kurdan ku dîroka hin ji wan bajaran vedigere ser pitir ji heft hezar salan bi ser berxwedêran de kavil bike. Wate ya wê gefê ewe ku dewlet dixwaze xelkê bajaran aware bike û ji mal û halê wan der bixe. Bi wê riyê sîstema deselatdar wê bikaribe bajararan bi demogirafiyek nû û mirovên nû li gor berjevendiyên xwe ava bike. Ji ber ku dema Kurd koçber bûn, êdî dewlet wê bi kêfa dilê xwe penaber û civakên ku li derveyî welat re hatine li ciyê wan bi cîh bike. Tewî teror, hovitî, bê exlaqî û bê hurmetiya ku li hember gelê Kurd, jin û zarok, keç û xortên Kurd, mal û axa Kurdan dikin hê jî dibêjin emê hisabê bipirsin û xwe wek mexdûrê wî şerî û Kurdan wekî terorîst didin nîşan dan. Lê li ber çavan xuya ye ku ewa gelê Kurde divê hisaba kiryarên wan yên qirêj bipirse û dagîrkeriya wan ji Kurdistanê bavêje heya êdî siya wan jî li Kurdistanê nemîne.
Erdogan hemû regezperestên Tirk di bin konê qesrê de gihandine hev. Dîmenên şerê qirkirinê ên ku di nava kûçe û taxên bajarên Kurdan de derdikevin nîşan didin ku hinek ji kadroyên partiya MHP, BBP û regezperestên din yên Tirk ku di welatên cîran de dijîn, hinek jî endamên rêxistinên cîhadîst ên mîna DAÎŞ, Cebhet ul Nusra û Ahrar u Şamê bi awayê çalak bi artêş û polîsên Tirk re li dijî Kurdan şer dikin. Ji xwe kevne giregirekî DAÎŞ’ê bi devê xwe gotibû ku ji van rêxistinan 700 kes beşdarî şerê li Bakurê Kurdistanê bûne. Partiyên opozisyonê her çi qas bi eşkere hevkariya Erdogan nekiribin jî, lê di hilbijartinên pêşvext e Parlemanê di 7ê hezîranê de xuya kir ku di kirasê “mixalefetek neteweyî” de desthilat kê dibe bila bibe, piraniya aliyên siyasiye Tirk li hember Kurdan yekdeng in. Ew qaşo muxalifeta ”neteweyî” di hemû deman de û li her çar parçê Kurdistanê her tim hatiye hawar a dîktatoran.
Erdogan-AKP di sala 2001 de dema hate ser textê desthilatdariyê û xwe wekî hawar a demokrasiyê bi nav kir, wisa nîşan da ku li dijî deselata mutleq ya artêşa Tirk û polîtîkaya wan ya darbeya 12ê Îlonê ye, alîgrê pêvajoya çareseriya pirsa Kurd e û her wisan xwe li dijî çeteyên wekî JÎTEM’ê yên ku xwe di nav dewletê de veşartine dida nîşan dan. Lê dema ku pilanên wî li gor dilê wî nemeşiyan, rûyê xwe yê rast nîşan da. Di wê çarçoveyê de, şerek xedar li dijî gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê berfirehtir ji deselatdarên beriya xwe da destpê kirin. Gelo Erdogan ji bo kê û li ser navê kê wî şerî dimeşîne? Ne tenê Erdogan- AKP, dîktatorên fars û ereb jî her tim li dijî Kurdan û bi gelemperî li dijî hemû mirovên azadîxwaz şerê tund û xedar dane û didin meşandin. Lê Erdogan, bi fen û xapan hewl dide ku armanca şerê xwe yê qirêj e li hember gelê Kurd berovajî nîşan bide.
Di rastî de Erdogan û ekîba wî ya di nava AKP’ê de tifaq bi Ergenekon û hêzên tarî yên di nava dewletê û dervey dewletê (DAÎŞ) re çêkiriye heya tola pêknehatina pilanên xwe li gelê Kurd bistîne. Bi wê mebestê heta di nava AKPê bi xwe de jî li dijî sazûmankarên partiyê yên weke Abdullah Gul, Bulent Arinc û hwd derketin, pêvajoya çareseriya pirsa Kurd dan sekinandin û bi xapandina civakê, karîn pêgeha xwe li cem nijadperestên Tirk qahîm bikin. AKPê şerê li dijî gelê Kurd da dest pê kirin ji ber ku Kurd bûne asteg ji bo gihîştina Erdogan bi xewn û xeyalê wî di qsrê de. Hevdem di gel şerê li dijî Kurdan, ekîba Erdogan dijberên xwe yên di nava partiya xwe de yek bi yek tesfiye kirin, heya gihîşte astekê ku êdî dengên cuda yên civakê nehatin bihîstin an jî hatin bêdeng kirin. Piştî wan kiryaran êdî dîktatorê AKPê hewla sax kirina imperatoriya Osmanî da.
Lê rola Erdogan di pêşve birina dîktatorî û paşverotî li Turkiye û welatên cîran, roj bi roj pitir rûyê wî yê rastîn nîşanî civakê dide. Paradoksên ku Erdogan û AKP tê de dijîn, bi xwe wî û sîstema ku ew dixwaze ava bike ber bi şikestinê ve dibe. Nîşaneyên ku riya serketina Erdogan asteng dikin, li ber çavan in: 1) Erdogan, AKP ji nasnameya xwe ya rewa dûr xist.
2) AKP’ê li ciyê çareserkirina pirsa Kurd, înkar kirina Kurdan xiste rojevê û bi çareser nekirina pirsa Kurd, wê jî ku weke hemû partiyên deshelatê yên beriya xwe pirsa Kurd kiribû wesîleya rantê ji bo bidestxistina dengên Kurdan, û piştgiriya gelê Kurd wenda kir.
Erdogan hemû serketinên gelê Kurd di her çar parçên Kurdistanê de li dijî ewlehiya welatê xwe dibîne, lewra di şerê DAÎŞ’ê li dijî gelê Kurd, bi hemû şêweyan hevkariya hovên reşperest dike, heya ku vîna gelê Kurd ya ji bo azadiye bişkêne. Lê berxwedana gernasane ya gelê Kurd li dijî polîtîkayên şerxwaze Erdogan-AKP bû sebeb ku rûpoşa wî bikeve, bi awayekê ku di asta navneteweyî de tu car bi qasî niha Amerîka, Ewrûpa û raya giştî ya cîhanî li Turkiyê bi gazin û aciz nebûne.
Berxwedana Cizîrê û têkoşîna gelê Kurd I her deverên Bakûrê Kurdistanê dubare nîşan da ku Erdoxan ne tenê nekarî kûrdan teslîm bike, belkû îradeya berxwadanê li Kurdistanê hêj xurttir kir. Şerê Kurdan li dijî kevneperestên îslamî (DAÎŞ) niha bi awayek eşkere bi sere Erdogan li dijî gelê Kurd ve hatiye girê dan. Lewma serketina Kurdan li dijî DAÎŞ’ê, wê xîmê dewleta Erdoxan jî weke hemû dewletên pêş wî bilerizîne. Di nava Turkiyê bi xwe de jî, xuya ye ku qedera Erdogan ji ya Kenan Evren, DYP û Çiler ê baştir nebe.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 487
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | kurdpa.net
פריטים המקושרים: 2
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-04-2016 (8 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: דווח
ערים: Jazeera
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( سارا ک ) על 08-09-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئاراس حسۆ ) ב- 08-09-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئاراس حسۆ ) על: 08-09-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 487
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.155 KB 08-09-2022 سارا کس.ک.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,456
תמונות 105,226
ספרים 19,478
קבצים הקשורים 97,493
Video 1,394
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Folders
מאמרים - מפלגה - מפלגת פועלים כורדים מאמרים - מפלגה - מאמרים - ספר - גיליון כורדי מאמרים - ספר - מחוכם מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - Publication Type - Born-digital מאמרים - ניב - עברית מאמרים - פרובנס - ישראל ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.593 2!