Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekemîn laboratûwara analîzekirina madeyên xwarin û avê vekir.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi merasîmekê laboratûwar li bajarê Hesekê vekir. Di merasîmê de bi dehan kesên têkildar, şêniyên Hesekê û şandeyek ji Rêveberiya Xweser; Hevseroka Desteya Çandinî û Avê Leyla Saroxan amade bûn.
Rêveberiya Xweser bi rêya laboratûwara ku ji aliyê Desteya Çandinî û Avê ve tê birêvebirin, hewl dide madeyên xwarin û avê analîze bike, da ku kalîteya berhemên xwarinê bilind bike. Ev laboratûwar li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya yekemîn e ku ji 4 salan ve xebat ji bo vekirina wê tê kirin.
Laboratûwar ji du beşan pêk tê; yek a analîzekirina madeyên xwarinê ye û ya din a analîzekirina avê û semadê ye.
Li gorî çavdêrên laboratûwarê, Rêveberiya Xweser amadekariya vekirina laboratûwara analîzekirina dermanên mirovî û beyterî û DNA’yê dike.
Hevseroka Desteya Çandinî û Avê Leyla Saroxan deriyê laboratûwarê vekir û beşdar li hundir geriyan.
(fr)
ANHA
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל
כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,624
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!