הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,385
תמונות 105,207
ספרים 19,477
קבצים הקשורים 97,471
Video 1,394
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Besê Hozat: Li Rojava ji 7 heta 70 salî divê her kes xwe ji şer re amade bike
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Besê Hozat

Besê Hozat
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat, di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de ya li gel Medya Haber TV, rewşa li #Îran#ê, Iraqê, Sûriyeyê, #Rojavayê Kurdistanê# û siyaseta desthilatdariya AKP-MHP'ê ya li hemberî Elewiyan nirxand.
Besê Hozat di destpêkê de plana desthilatdariya AKP-MHP'ê ya bi navê 'Vebûna Elewiyan' nirxand û got, Plana ku AKP-MHP li hemberî Elewiyan dike, plana qirikrinê û asîmîlasyonê ye. Ji bo wê yekê yek u Elewiyan teslîm bigire û bixe bin xizmeta dewletê. Armanc ji vê yekê ew e ku Elewiyan teslîm bigire, asîmîle bike û entegreyî dewletê bike. Ji ber ku Elewî civakeke welê ye ku bi sedan salî li derveyî dewletê jiyan ne. Dewlet nas nekirine, desthilatdarî nas nekirine, bi bawerî, çand û kevneşopiya xwe jiyan e, rehê civaka ji feraseta jiyana demokratîk û komunal e. Lewma yek ji pêkhateya bingehîn a Tifaqa Demokrasî û Kedê ye. Ji pêkhateyên esasî yên têkoşîna azadiyê ye. Felsefeya bingehîn a baweriya Elewiyan 72 milet e. Lê belê mirov bala xwe didin ser, dibînin ku di nava Elewiyan de jî neteweperest hatine afirandin, neteweperestî tê afirandin. Di vê mijarê de şerekî taybet ê bi rêk û pêk û bi zanebûn tê meşandin. Hinekê ji xwe re dibêje 'Elewî me' di nava MHP'ê de, di nava AKP'ê de cih digirin. Yên ketî mîna Îzzet Dogan hene. Ji rastiya xwe hatine dûrxistin û teslîmgirtin. Elewî ji kesên bi vî rengî xiyanet li nirxên xwe yên civakî kirine dibêjin, yên ketî.
'DESTHILATDARÎ ELEWÎTIYÊ WEKE BAWERIYÊ JÎ QEBÛL NAKE'
Besê Hozat anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê polîtîkaya dewletê ya sed salî ya li dijî Elewiyan gihandiye asta herî bilind û got, Vaye Cemxane bi Wezareta Çandê ve girê dan. Yanî Elewîtiyê weke baweriyê jî qebûl nakin. Li gorî vê ferasetê, Elewîtî çandeke ku di nava sînorekî teng de ye. Hinek hene ku bi vê polîtîkayê dixapin. Erdogan çû, hinekan ew pêşwazî kirin. Tê gotin ku heta astekê serlêdan li Wezareta Çandê hatiye kirin. Yên ku van dikin, bi gotina Elewiyan dibêjim; hemû ketî ne, xayin in, noker in. Ti eleqeya wan bi Elewîtiyê, bi çanda Elewîtiyê, bi baweriya Elewîtiyê nîne. Elewîtî baweriyeke demokratîk e, baweriyeke azad e, baweriyeke xwedî edalet e. Elewiyekî ku cihê xwe li gel desthilatdariyeke faşîst, nijadperest û neteweperest bigire, ti eleqeya xwe bi rastî, çandî û kevneşopiya Elewîtiyê nîne. Divê Elewî vê rastiyê bibînin.
'LIDARXISTINA FESTÎVALÊ LI QADÊN BERXWEDANÊ HEQARETA LI SILOPIYA, CIZÎR Û AMEDÊ YE'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat destnîşan kir ku li aliyê din li hemberî Kurdan şerekî giran ê taybet heye û wiha dewam kir: Dewleta Tirk dewleteke şerê taybet e, lê belê ev desthilatdariya AKP-MHP'ê ji desthilatdariyê berê girantir şerekî qirêj dimeşîne. Li Kurdistanê ji narkotîkê heta bi fûhûşê. Mînak festîval. Li qadên berxwedanê festîvalana lidar dixe. Li Silopiya, Cizîr û Amedê lidar dixe. Li cihên ku berxwedan lê çêbû, ciwanan ji bo azadiya vî gelî xwîna xwe rijandin, canê xwe dan, wê civakê kom bikin û şahiyê lidar bixin. Wê hewl bidin bikin civakeke ketî, têkçûyî ya ku henekê xwe bi nirxên xwe dike. Ev yek polîtîka, proje û êrîşa ji bo rizandina civakê ye.
Hozat anî ziman ku li li wan qadên berxwedanê ji her malbatê şehîd heye, berxwedêr heye, yên ku xwîna xwe rijandine heye û got, Çawa ku bi fûhûş, narkotîk, sîxurkirinê hewl didin civakê birizînin, dejenere bikin, bi çalakiyên wiha jî hewl didin civakê bihelînin, birizînin. Hewl didin nirxên exlaqî yên civakê tune bikin. Ev şer ji şerê leşkerî girantir e. Li hemberî vê yekê ji 7 heta 70 salî divê xelkên Silopiya Cziîr, Amedê rabin ser piyan. Ev yek heqaret, sixêf, zilm û xiyaneta li Silopiya, Cizîr û Amedê ye. Ne tiştekî bê qebûlkirin e. Civakeke ku xiyanetê li nirxên xwe bike nabe civak, nabe gel, bi rûmet nabe.
Li dijî polîtîkayên bêesîlkirinê divê berxwedan bê kirin, li dijî yên ku van hewldanan dikin jî divê têkoşîneke mezin bê meşandin, helwest bê nîşandan. Pêwîste kes serî li wê Wezareta Çandê nede. Bi gotinekê, ev rezîltî ye. Qebûlkirina wan festîvalan, çûyîna wan festîvalan rezîltî ye, bêrûmetî ye. Ti eleqeya xwe bi welatparêziyê re nîne, xiyanet e. Yên ku li Kurdistanê dest diavêjin jinekê, zarokekî, êrîşan dike divê bêne cezakirin. Ez nabejim ku qet nayê kirin. Heta astekê tê kirin, lê belê divê hîn girseyî û bi têkoşîneke xurt be.
'GELÊN FARS Û KURD XIZMÊN HEV IN, BI HEZARAN SALAN BI HEV RE JIYAN E'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat di dewama axaftina xwe de xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nirxand û got, Jin û gelên Îranî li dora Jîna Emînî li hev kom bûn. Zêdeyî meheke serhildan heye. Di asta raperînê de ye. Di dîroka nêz de yekemcar bi vî rengî dibe. Beriya niha li Îranê di vê astê de serhildan nebûbû. Jinan wesfê vê serhildanê zêde kir. Civaka Îranê civakeke dayiksalar e. Fars û Kurd gelên xizmên hev in. Bi sedan, bi hezaran salan di heman konfederasyonê de bi hev re jiyan. Salên dûr û dirêj rêveberî parve kirin. Ji aliyê çand û kevneşopiyê ve jî gelekî nêzî hev in. Lewma aliyên hevpar ên jinên Fars û Kurd gelekî zêde ne. Li Îranê nijadperestî, neteweperestî, olperestî hene, lê belê lawaz e. Çanda civakî bêhtir serwer e.
Di çanda civakî de rehê demokratîk-şoreşgerî xurt e. Lewma tê fêhmkirin bê serhildanên niha çima ewqasî demdirêj dewam dike, bi wesf e û dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' mohra xwe li serhildanan xistiye. Vê dirûşmê li nava civaka Îranê deng veda. Bala xwe bidinê, jin, mêr, ciwan, extiyar, zarok her kes xwedî li vê dirûşmê derket. Bi her zimanî dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' tê qîrîn. Bû dirûşmek ku cihê xwe di nava hemû çandan de girtiye. Belê Rêbertî ev dirûşm afirand, cewhera felsefeya azadiya jinê ye, nîşaneya şênber a paradîgmaya jinê ye. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' ji mêj ve xwedî vê wateyê ye. Ji dirûşmê bêhtir xwedî kûrahiyekê ye. Nîşaneya paradîgmaya azadîparêziya jinê, ekolojîk, demokratîk, paradîgmaya neteweya demokratîk û felsefeya azadiyê ye. Lewma felsefeyeke.
'GIRÎNG E ÎRAN BERSIVÊ BIDE DAXWAZÊN JINAN Û CIVAKÊ'
Besê Hozat bi bîr xist ku ji roja destpêkê ve mêran bi heybetî cihê xwe li gel jinan girtin û got, Ev yek encameke taybetmendiyên çanda dayiksalar e. Ev girîng e. Mîna rewşeke Kurdistanê ye. Serhildan bi kûrahî dewam dike. Dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' mêr diguherîne, civakê jî diguherîne. Ev dirûşm li cîhanê belav bû. Li çar aliyên cîhanê, li hemû welatên herêmê çalakî bi vê dirûşmê têne lidarxistin. Jiyaneke ku xwe nespêre jin a azad, jiyaneke bi koledarî ye. Jiyana ku xwe bispêre jin a azad, jiyaneke rasteqîn e. Ev dirûşm nîşaneya vê yekê ye. Divê Îran bersivê bide daxwazên jinan, civakê û gel.
'PIRSGIRÊKÊN IRAQÊ TENÊ BI SÎSTEMEKE KONFEDERAL A DEMOKRATÎK DIKARIN BÊNE ÇARESERKIRIN'
Li ser rewşa siyasî ya li Iraqê ku herî dawî Dr. Letîf Reşîd bû Serokkomar, Sûdanî jî ji bo avakirina hikumetê hate wezîfedarkirin, Besê Hozat ev nirxandin kir:
Li Iraqê demeke dirêj e kaosek heye. Li Iraqê netewe dewlet û sîstema dewletê ya 5 hezar salî hilweşiya. Ji binê vê hilweşînê kaoseke mezin derkete holê û kî tê nikare rêveberiyeke bi rêk û pêk ava bike. Ev rewşeke nû nîne. Desthilatdar ji derve têne kirin, gelek hêz li vê derê şerê hegemonyayê dimeşînin. Bi dehan salan bû qada şerê hegemonya Îran û Emerîkayê. Îngilistan, welatên Ewropayê, Tirkiye û gelek dewletên din Iraqê tevlîhev dikin. Tirkiye li ser berjewendiyên xwe Tirkmenan bi rêxistin dike, kaosê giran dike. Kerkuk Başîka ji xwe re kiriye baregeh, ji ailyê siyasî, aborî û leşkerî ve Iraqê tevlîhev dike.
Birêz Dr. Letîf Reşîd weke Serokkomar hate hilbijartin, em careke din wî pîroz dikin. Em li bendê ne ku bi roleke erênî rabe. Di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêkên navbera Bexda û Başûrê Kurdistanê de, hem jî ji bo çareserkirina krîz û kaosa li Bexdayê, ji bo demokratîkbûna Iraqê girîng e ku bi roleke erênî rabe. Li hemberî polîtîkayên Neo-Osmanî û dagirker ên dewleta Tirk, girîng e ku dewleta Iraqê helwesteke cidî nîşan bide. Bendewariyeke bi vî rengî heye. Hikumeta bi serokatiya Sûdanî dibe ku ava bibe, lê diyar e wê zêde demdirêj nebe. Li Iraqê bi avakirina hikumetê re kaos zû bi zû çareser nabe. Rageşiya li Bexdayê dibe ku kêm bibe, lê kaosa li Iraqê wê dewam bike. Ji ber ku her kes wê bixwaze hikumeta ava bibe li ser bingeha berjewendiyên xwe bi rêk û pêk bike. DYE, Îran, Tirkiye wê hewl bidin ber bi aliyê xwe ve bikişînin.
Sekna Sadr girîng e. Sadr sekna xwe bi zelalî nîşan da. Got, ew di nava vê hikumetê de nîne. Sadr jî bi piştgiriya gel wê zexteke cidî li hikumetê bike. Lewma bi vî rengî aramî zû bi zû wê pêk neyê. Li Iraqê çareserî di sîstema demokratîk de ye, sîstema Iraqeke konfederal a demokratîk e, ku xwe dispêre herêmên xweser. Rêveberiyeke Iraqê ya demokratîk. Pirsgirêkên Iraqê tenê bi vê sîstemê dikare bên çareserkirin.
'PLANA TIRKIYEYÊ YA BICIHKIRINA EL NÛSRA LI EFRÎNÊ LI EFRÎNÊ JI RÛSYA Û EMERÎKAYÊ SERBIXWE NÎNE'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi dewamî bal kişand ser rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û anî ziman ku rewşa li vê herêmê divê gelekî baş bê nirxandin.
Besê Hozat got, Di hevdîtinên Astana û Soçiyê de biryar hate dayin ku Enqere û Şam xwe nêzî hev bikin. Hem Îranê hem jî Rûsyayê di vê mijarê de zext li Tirkiyeyê kirin. Tirkiyeyê jî zimanê xwe nerm kir. Ji xwe hevdîtinên navbera îstîxbaratên herdu welatan zêde bûn. Her wiha rojevek hate avakirin ku di navbera Erdogan-Esed de hevdîtin dikare bê kirin. Hewl hate dayin ku rageşiya 11 salan a navbera Şam û Enqereyê ber bi qadeke cuda ve bikişînin. Piştre jî ev gav hatin avêtin. Di demeke nêz de hevdîtina Pûtîn-Erdogan, hevdîtinên bi NATO'yê re hatin kirin.
Piştre jî bi Bîden re hevdîtin hate kirin, daxuyanî hatin dayin. Tirkiyeyê ku hem ji Îran-Rûsyayê hem jî ji DYE û NATO'yê piştgirî wergirtiye, dixwaze Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê tasfiye bike. Dixwaze li van qadan dewleteke çete ava bike. Bêguman ji Rûsya û Îranê re nabêje 'ez dewleteke çete ava dikim'. Rêveberiya Xweser weke pirsgirêkê nîşan dide. Dibêje, 'Eger hûn di vê mijarê de piştgiriyê bidin min, ez ê jî di mijara Ûkrayna, Idlib û Esad de hin tawîzan bidim we, peyama vê yekê dide. Lê belê bi esasî plana dewleta Tirk Mîsakî Mîllî ye. Dixwaze Başûr jî, Rojava jî tevlî Tirkiyeyê bike û desteser bike. Vê yekê jî bi qirkirina Kurdan dike.
Bûyerên dawî yên li Efrînê jî ji vê yekê cuda nîne. Li pişt deriyên girtî bi Rûsya û DYE'yê re gelek hevdîtin hatin kirin, hinek di çapemeniyê de hatin weşandin, hinek nehatin weşandin. Ketina El Nûsra ya li nava Efrînê ji Rûsya û DYE'yê serbixwe nîne, weke planeke Tirkiyeyê ya bi tena serê xwe nikare bê nirxandin. Li pişt deriyên girtî gelek bazarî hatin kirin. Dewleta Tirk dixwaze di sala dawî de plana xwe ya qirkirina Kurdan bibe serî; em vê baş zanin. Dewleta Tirk dixwaze bi rêya qirkirina Kurdan armanca xwe ya Mîsakî Mîllî pêk bîne. Lewma siyaseta hundir û derve bi temamî li ser vê bingehê tê meşandin. Ji bo vê planê nirxên Tirkiyeyê hemû têne pêşkêşkirin.
'TIRKIYE BI RÊYA RÛSYAYÊ LI KOMÊN ÇETE DIXE, YÊN KU JÊ ACIZ E'
Hatina El Nûsra planeke Tirkiyeyê ye, lê belê li pişt vê jî piştgiriya navneteweyî heye. Mînak; divê mirov nêzîkatiya Rûsyayê baş fêhm bikin. Rûsyayê li qada navbera Ezaz-Efrînê li hin nuqteyên çeteyan xist. Bi taybetî Tirkiye û Rûsyayê hin bazarî kirin. Hin komên çete hene ku ji bin kontrola Tirkiyeyê derketine û ji têkiliyên Tirkiye û Şamê gelekî aciz in. Ev komên çete heta niha ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin xwedîkirin, biçekkirin, perwerdekirin û mezinkirin. Naxwazin Şam û Tirkiye li hev bikin, ji vê rewşê gelekî aciz in. Ev kom serê Tirkiyeyê diêşînin. Di dema pêş de ji bo Tirkiyeyê dibe ku bibin metirsiyeke mezin, her wiha dibe ku bikeve pozîsyona şerê li hemberî Tirkiyeyê. Tirkiye ji vê yekê gelekî ditirse.
Êrîşa Rûsyayê ya li hemberî çeteyan ji Tirkiyeyê serbixwe nîne. Bi rêya Rûsyayê li wan dixe. Ew bi xwe lê bixe wê nerazîbûnek zû çêbibe, lewma bikeve nava kaos û şerekî ku ne li bendê bû. Li aliyê din bi destê El Nûsra jî li wan koman dixe. Çeteyên ku ji aliyê El Nûsra ve têne tasfiyekirin bi potansiyelî ji bo Tirkiyeyê metirsî ne. Ew kom in ku ji bin kontrola Tirkiyeyê derketine yan jî dikarin derkevin. Hêzên di bin kontrola xwe de li van herêman bi cih dike. Ji xwe li Rojava şerê destpêkê yê YPG'ê di sala 2012'an de li Serêkaniyê li dijî El Nûsra bû.
El Nûsra El Qaîde ya li Sûriyeyê ye. Di nav de gelek komên DAÎŞ'ê hene. Tirkiyeyê bi van re li hev kir. Tirkiyeyê sala 2016'an dema ku êrîş li ser Cerablûsê da destpêkirin, bi Rûsan re li hev kir. Çete hemû ber bi Idlibê ve kişand. Rûsyayê bi vî rengî li gorî xwe Heleb ewle kir. El Nûsra û Tirkiye li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li hev kirin. li ser bingeha wê yekê li hev kir ku qadên Rêveberiya Xweser û herêmên dagirkirî bide El Qaîde yanî El Nûsrayê, wan li wir bi cih bike.
'LI ROJAVA JI 7 HETA 70 SALÎ DIVÊ HER KES JI ŞER RE AMADE BIN'
Tirkiye wê vê hêzê di têkiliyên Şamê de jî bi kar bîne. Wê polîtîkaya xwe ya muxalefeta Sûriyeyê jî bispêre vê hêzê. Wê hewl bide ku bi rêya vê hêzê şantajê li Şamê bike û li dijî Kurdan bi kar bîne. Wê hewl bide van çeteyan bi cîhanê, bi Şamê weke muxalefeta Sûriyeyê bide qebûlkirin. Piştre jî wê komen çete yên bûne bela bi hev bixîne û tasfiye bike. Wê karibe El Nûsra bi Rûsyayê, bi Şamê, bi cîhanê bide qebûlkirin? Wê nikaribe. Ew mijare din e, lê belê derdê xwe ew e ku bi kar bîne û Kurdan pê qir bike. Bi vî rengî sîstema xweser ji holê rake. Ji vî alî ve planeke gelekî xetere ye. Li dijî vê yekê divê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelekî baldar be, bi aqilane tevbigere.
Divê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyaseteke bi bandor, dîplomasî û têkoşîneke xurt bimeşîne. Ji aliyê leşkerî ve jî amadekariyeke cidî divê. Li Rojava ji 7 heta 70 salî divê civak teqez ji şerê gel ê şoreşgerî re bê amadekirin. Dewleta Tirk a faşîst wê ji niha û pê ve bi El Nûsra şerê li dijî Rojava bike. Diviyabû ji destpêkê ve me karîbûya şerê gel ê şoreşgerî li Rojava pêk bianiya. Tenê ji hin aliyan ve pêk hat. Eger em karibin li Rojava şerê gel ê şoreşgerî pêk bînin, gel bi temamî tevlî vî şerî û têkoşînê bikin, her ferdên civakê mîna QSD'ê têbikoşe, seferber bibe, hingî ev plan wê teqez têk biçe û dewleta Tirk jî derba herî giran bixwe.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 850
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | https://anfkurdi.com/
פריטים המקושרים: 2
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 24-10-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
ניב: ערבית
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: דווח
Technical Metadata
איכות פריט: 97%
97%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 24-10-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( ئاراس حسۆ ) ב- 25-10-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئاراس حسۆ ) על: 24-10-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 850
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.1101 KB 24-10-2022 ئەڤین تەیفوورئـ.ت.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,385
תמונות 105,207
ספרים 19,477
קבצים הקשורים 97,471
Video 1,394
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
Folders
הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - לשוני הספרייה - ניב - עברית הספרייה - Publication Type - הספרייה - PDF - ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי ביוגרפיה - - ישראל ביוגרפיה - אנשים מקלידים - זמר מפלגות וארגונים - ארגון - ידידות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.688 2!