Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Baskê û nûnerê partiyên parlamentoya bajarê Pamplona got divê hêzên navneteweyî piştgiriyê bidin #Rêveberiya Xweser# û çareseriyekê ji dosyaya çeteyên #DAIŞ#’ê re bibînin.
Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Omer di çarçoveya gerên xwe yên li Spanyayê de, duh li avahiya parlamentoyê ya li paytexta herêma Baskê Vitoriayê bi Komîteya Têkiliyên Derve ya Parlametoya Baskê re civiya ku ji serokê Komîteya Têkiliyên Derve Rakel Molina Pėrez, Iñaki Aguirre Arizmendi, Ìñigo Martinez Zaton, Ohiana Etxebarrieta û Txarli Prieto pêk dihat.
Roja pêncşemê (27ʹê Cotmehê) Omer bi nûnerên partiyên siyasî yên parlamentoya kantona Pamplona ya xweser Arantxa Biurrun, Iñaki Iriarte, Javi AArakama, Marisa De Simon, Laura Aznaly, Patricia Perales û Isabel Podemos re hevdîtin kiribû.
Di hevdîtina Ebdulkerîm Omer a li herêma Baskê û parlamentoya kantona Pamplonayê de mijarên şerê Rûsya û Ukraynayê, bandorê vî şerê li Ewropayê û cîhanê û aloziya Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Her wiha rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi firehî hat gotûbêjkirin.
Têkildarî encamên van hevdîtinan Ebdulkerîm Omer ev agahî dan ANHAʹyê: Geşedanên dawîn ên li herêmê, astengiyên siyasî, aborî û mirovî yên li pêşberî Rêveberiya Xweser, her wiha xetereya çeteyên DAIŞʹê yên di girtîgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û girîngiya darizandina wan, her wiha hebûna bi hezaran malbatên DAIŞʹê li kampên Hol û Roj û girîngiya ku hêzên navneteweyî erkên xwe li hemberî vê dosyayê bi cih bînin, bi parlamenteran re hatin parvekirin.
Omer her wiha da zanîn ku mijara êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, hedefkirina sivîl, fermandarên QSD’ê û berpirsên Rêveberiya Xweser û bêdengiya li hemberî van êrişan, hatin parvekirin.
Omer diyar kir ku wî ji parlamenterên herêma Bask û Pamplonayê re nêrîna Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûriyê de diyar kir û wiha domand: Me nêrîna Rêveberiya Xweser a ji bo çareserkirina aloziyê Sûriyê diyar kir ku divê guhertineke demokratîk û nîştimanî pêk were da ku Sûriyeke nû ya demokratîk a nenavendî û welatekî hevbeş ji bo hemû sûriyan were avakirin ku bi rêya wê hemû pirsgirêk, di serî de pirsgirêka kurdî were çareserkirin.
Ebdulkerîm Omer îşaret pê kir ku parlamenteran pesnê fedakariyên QSDʹê yên li dijî çeteyên DAIŞʹê û xizmeta ku niştecihên herêmê pêşkêşî tevahî mirovahiyê kirine, da.
Parlamenteran jî diyar kir ku divê hêzên navneteweyî berpirsyariyên xwe xwe bi cih bînin, destekê bidin Rêveberiya Xweser. Her wiha gotin divê dosyaya çeteyên DAIŞʹê were çareserkirin û aloziya Sûriyê li gorî biryarên navneteweyî û bi beşdarbûna hemû pêkhateyan çareser bibe.
Ebdulkerîm Omer bi serokê meclisa bajarokê Dragon û cîgirê wî re civiya û spasiya wan kir, ji ber ku Rêveberiya Xweser nas kirin.[1]