Komeleya Mafên Mirovan a #Kurdistan#ê têkildarî sûcên rejîma Îranê yên li dijî serhildêrên li #Rojhilatê Kurdistanê# raporek weşand. Li gorî raporê di nava 55 rojan de 67 kes hatine qetilkirin.
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê binpêkirinên mafên mirovan ên dewleta Îranê yên li hemberî serhildêrên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava 55 rojan eşkere kir.
Di raporê de îşaret bi siyasetên dewleta Îranê yên tundiyê hate kirin û hate diyarkirin ku dewleta Îranê rojane û sîstematîk mafên mirovan ên welatiyan binpê dike û ev yek her ku diçe zêdetir dibe. Komeleyê eşkere kir ku di nava 55 rojan de bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 130 jin û 645 mêr hatine destgîrkirin.
Têkildarî hejmara kesên heta niha hatine qetilkirin û birîndar bûne jî ev agahî hate parvekirin: “Di berdewamiya bernameya sîstematîk a hikumeta Komara Îslamî ya Îranê ya di çarçoveya tunekirin û qetlîama gel de, bi taybetî tepisandin û qetilkirina jinan, piştî #Jîna Emînî# ji aliyê van hêzan ve ku ji bajarên Seqiz û Dîwandere yên Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir û belavî hemû bajarên Îranê bûn, gel ji aliyê hêzên dewleta Îranê bi taybetî li tevahî bajarên Rojhilatê Kurdistanê bûn armanca rasterast û guleyan. Li gorî raporên gihîştine ber dest, 67 kes hatine qetilkirin û zêdetirê 37 kes jî birîndar bûne.”
Li gorî tor û rêxistinên mafên mirovan ên Îranê hejmara kesên hatine destgîrkirin û girtin, her wiha yên hatine qetilkirin û birîndar bûne li seranserê Îranê pir zêde ne û ev bîlanço her roj girantir dibe. Serhildan û xwepêşandan tevî wan hemû binpêkirinên mafan û zextan jî bê navber didomin.[1]