Nivîskar û helbestvan Miş'elê Osman Bavê Nisrîn
- Di sala 1970î de, li gundê Xwêtla ya girêdayî navçeya Dirbêsiyê hatiye dinê.
- Di sala 1988an de, li bajarê Amûdê Belgenameya Navîn a Giştî, Şaxê Wêjeyî wergirtiye.
Nivîsên wî di çend kovarên kurdî û erebî de hatine weşandin. Destpêka weşandinê, hin helbest bûn di kovara (Azadî), ku li Qibrisê, di dawiya salên heştêyî de, derdiket. Bi Kurdî û Erebî helbest û berhemên wêjeyî nivîsandine û dinivîse.
Berhemên çapkirî:
1- Dîwana (Nîv Piyal) Helbest bi zimanê Kurdî ye 2017
Berhemên destnivîs:
2- Pirtûkek bi navê (Mihemed Şêxo jiyan û huner) karekî hevbeş e bi helbestvan Îbrahîm Ebdî re, bi zimanê kurdî ye.
3- Dîwana (Hestên Westiyayî), bi zimanê kurdî, Helbest.
4- Dîwana (Ji bo we) Helbest.
5- الصحافة الكردية المكتوبة في جنوب غربي كردستان في النصف الثاني من القرن العشرين ( دراسة).
6- الطلاسم المنسوجة بجدائل الفجر، ديوان شعر.
7-هل ينام البنفسج والأرجوان، ديوان شعر.
8-مسرحية (كلب الآغا) للكاتب ممدوح عدوان، ترجمة.
9- مسرحية (ثورة الموتى) للكاتب العالمي آروين شو، ترجمة.
10- Dîwana (Ji bo we) Helbest bi zimanê kurdî ye.
- Li ber destê Dildarê Şeko fêrî zimanê kurdî bûye.
- Kesayetiyên ku bi wan daxbarbû di jiyana xwe de (Seydayê Mehmûd ê Sebrî, Seydayê Tîrêj, Seydayê Bêbuhar, Ibrahîm Ebdî, Ibrahîm Xelîl, Cemîl Darî, Mihemed Nûr Huseynî..).
- Di komên folklora kurdî de, di cejnên Newrozê de, beşdarî kiriye ( Koma Helebce û Koma Medyayê).
-Hunermendên ku helbestên wî awaz kirine û stirane ev in: Masûm Şikakî, Raman Osman û Ferhan bavê Midiya.
- Endamê Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî li Sûriyê ye.
- Ji destpêka damezirandina rojnameya (Bûyer) ve, bo heyama sê salan, wek nûçegihan kar kiriye.
- Endamê Desteya Rêveber a Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê ye
- Yek ji damezirênerên Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Sûriyê ye 2013.
- Yek ji damezirînerên Komela Şemal ya Xêrxwaziyê ye 2012.[1]