הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,092
תמונות 106,718
ספרים 19,304
קבצים הקשורים 97,343
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
KURDINO LI ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERBIKEVIN!
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Lezgînê Çalî

Lezgînê Çalî
Ev e-nameya hevalekê min yê nemsayî/awistiryayî ye. Ew jî hevpîşeyê min, anko pizişk, e. Ew diktor e, lê ne mîna hevalên min yên dî, Michael Chyet û Michiel Leezenberg, ne diktorê ziman an edebyatê ye. Ew diktorê pizişkî anko tibbê ye. Ew di karê xwe da jî ne vala ye, dema pirr-pirr dagirtî ye.
Ew profesorê pizişkiyê û serokê pişika (departmana) hinavan anko daxilîyê li yek ji nexweşxaneyên herî mezin yên Ewropayê ye. Lê dîsa jî heza wî ya ji bo zimanê kurdî û evîna wî ya ji bo hevalên wî yên kurd karekê weha li wî kiriye ko bi vî rengî xwe hînî zimanê kurdî bike.
Li payîza sala 2002ê dema min ew li Viyennayê dît, hema bibêje nû xwe hînî “ez baş im, tu baş î?”yê dikir. Û vaye, îsal di bersiva pîrozkirina sersalê da weha bersiva min daye.
Hûn bi xwe lê binihêrrin ko kurd hene xwe bi şoreşgêrr dizanin, hemî kurdan jî bi korîcî û xayîn dihesibînin, û li çiyayan xwe ji bo kurdîniyê û kurdan didin kuştin, ji bo kurdan dikevin girtîgehên rejîma hov a tirkan, şikenceyê dibînin, derbiderî welatên bêganî dibin, ji bo mafên kurdan xwe birçî dikin, sermaya serê çiyayan li ser xwe qebûl dikin, ... lê nikarin an naxwazin xwe hînî zimanê kurdî bikin. Bi zimanê dagîrkeran sloganan didin, û dixebitin û siyasetê dikin. Ez nizanim çi bibêjim wan. Tenê ez dibêjim ji rûyê van ciwamêran şerim bikin, ji rûyê Michael Chyet, Michiel Leezenberg, ji rûyê Christian Leithner, ji rûyê ...
Min xwest ko nameyê bê destkarî belav bikim, mixabin ko hindek pesnên min dane, ew heval e, û ji qenciya xwe weha dibêje, lê ya giring paqijîya zimanê wî ye. Min yek peyv jî ji peyvên di e-nameya wî da neguhartine. Hûn bixwînin û bibînin ka kurdiya ji sedê çendî malperên me kurdan jî wekî kurdiya wî paqij e. Mirov fehêt dike ji xwe ra bibêje kurd, dema kurdiya pirraniya malperrên kurdî dibîne. Bi rastî, bila ew jî fihêt bikin.
Ev hûn û ev jî e-nameya Dr. Christian Leithner:
Lezgînê Çalî M.D.
#Kurdistan#/Îraq
Viyana, 3/1 2013
Kek Lezgînê Hêja!
Gelek sipas jibo emaîla te. Ez jî sersala te pîroz dikim. Sala te ya nû bibe tijî serkeftin, şahî û şadîyê (şadî?). Xetera şerr ji Kurdistana azad bikeve dûr, inşalla!
Ez bi eks nivîsarên te yên nefel.comê dixwînim. Gotara “Stembola Kurdan” çû xweşiya min. Piştî ko min çend serdan kirine (ergatîv rast e?), raya min li ser Stembolê nêzîkî ya te ye. Bi ya min Stembol bajarê duyemîn li lîsteya bajarên herî xweş li dinyayê ye. Bajarê yekemin li ser zirveya rindiyê Sanaa digihije. Min li Stembolê pirr Kurd dîtine, nemaze li sûkê. Herçend derfetên çand û hunera Kurdan ji rojhelata Tirkiyê li Stembolê çêtirr bûn, zexta asîmîlasyonê bi awayekî aborî gelek ziyan kiriye.
Sivan Perwer di klîpê de rast digot: ”Temaşevanê hêja; ev dema te bi xêr be. Pirsiyareke min ji te heye. Gelo ya ko min û te dike Kurd çi ye? ...
..lê di hişê min de hew bersivek heye: Ya ko me, min û te dike Kurd ev ziman e!”
Li Nemsayê asîmîlasyona Kurdan didome. Ez di parçeyê yekemîn yê jibo nexweşiyên hundir, xestexana Kaiser Franz Josefê de weki toxtorê serwer kar dikim. Ez di gerrên çavderiyê de ji hemû mirovên Tirk yên nexweş dipirsim: ”Ka bibêje, tu li kîjan bajêr an deverê hatî dinê?” Gelek Tirk ko bi rastî Kurd in, lê zimanê xwe ji bîr kiriye yan newêrin îtîraf bikin ko Kurd in.
Gotara te ”#Zimanê kurdî# zimanekê ergatîv e!” pirr balkêş û giring e. Gelek Kurd, mirovên bêkemal lê hînjî yên zana şaşiyên ergatîvîtiyê dikin. Pisporiya te ya rêzimana Kurmanciyê digihije asta herî bilind. Hingê divê tu bibî profîsorekî li Zanîngeha Dohuk yan Hewlêrê, beşa Kurdologiyê.
Pirsyareke min derbarê ergatîvîtîyê ji te heye:
”Sisê mirîşk kûselekî dibînin.” Dema niha ye, problemek tune.
”Sisê mirîşkan kûselek dît.“ Dema bihurî, rast e?
“Deh şagirt xelatekê didin mamosteyê (mamostê?)“
“Deh şagirt deh xelatan didin mamosteyê (mamostê?)“
Lê dema bihurî ji bo min bi şik û bi guman e:
“Deh şagirtan xelatek da mamoste“ ?
”Deh şagirtan deh xelat dan mamoste”?
Kêfxweşiya min te, eger tu vê mişkilê çareser bikî û xeletên din li nameya min sererast bikî.
Ez hêvî dikim ko em îsal hevudû bibînin, li Nemsayê yan li Kurdistanê, inşalla.
Silav û rêz
Hevalê te
Christian Leithner, M.D.
Prof. of Medicine, Head
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,640
HashTag
מקורות
[1] | کوردیی ناوەڕاست | موقع https://gulanmedia.com/ - 14-12-2022
פריטים המקושרים: 18
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 23-01-2013 (11 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: לשוני
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 14-12-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 15-12-2022
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 14-12-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,640
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,092
תמונות 106,718
ספרים 19,304
קבצים הקשורים 97,343
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.687 2!