#Kakşar Oremar#
Li ser girîngiya zimanê zikmakî çi gotineke bihagiran bê gotin, dîsa jî kêm e. Jiyan û pêşeroja her takekî nava civakê bi ziman wî bixwe yê baştir be, lê ger berevajî vê rastiyê be civak rastî bextreşiyekê tê ku weke êşa şîrpencê hebûnê jê distîne. Ji ber wê jî şiyarkirina civakê dikare hemû mafên wendabûyî dîsa vegerîne. Ji me kurdan re ev xaleke girîng e ku ziman, nasname û kesayetiya me ji hêla welatên dagirker ve li Kurdistanê hatine binpêkirin. Bi dehan sal in çend nifş bi zimanekî perwerdeyê dibînin ku hêşta jî em jê fam nakin.
Civak xwedî hiş an jî hafizeke dîrokî nîn in. Divê berdewam rûdanên dîrokî, mijarên jiyan û siyasî bi awayê rojane di bîra wan da zindî bimînin.
Kurdan bi êş û xwînê, bi berxwedan û azadîxwaziyê, bi serhildan û ji destdayîna qehremanên navdar zimanê xwe parastine. Ji ber wê jî ziman heya roja îro li ser piyan maye, lê di cîhana teknolojiya îro de hemû tiştek li ber babelîsk û şilqên bihêz ên gûherandinê ne.
Artîkela 2, benda E a konvansyona mafê mirovan li ser zimanê zikmakî wiha dinivîse: “Ger bi darê zorê zarokên welatekî ku komên etnîkî tê de zêde ne bibine nava komeke din a zimanî ku ji hev fam nakin, hingî êdî karekî wiha di kategoriya genosayda etnîkî û çandî cih digire. Ev kar xwedî nasnameyeke wiha ye û nifşê duyê ku bi vî awayî tê perwerdekirin êdî bi destkeftên xwe yên millî û nirxên bihagiran ên menewî, insanî, ziman, dîrok û çanda xwe re bêgane û êdî yê jê re xerîb bin.”
UNESCO’yê 21’ê meha sibatê weke “Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê” binav kiriye û bi rêya zimanê serdest tunekirina zimanên din weke zengila xeterê dizane.
Divê ji bîra me neçe ku asîmîlasyon tenê ew nîne ku komeke etnîkî ji cih û warê wan yê jiyanê bê dûrxistin, belkî heta bi zora hêza xwe netewekeyê neçar bikin ku bi zimanekî din bixwînin û êdî ji pêşîneya çand û zimanê bav-kalên xwe dûr bikevin an jî di nava çandeke din de bêne bişaftin. Ev karê hanê jî heman transfera çandî ye. Welatekî weke Norvecê heya 30 salên derbasbûyî nekarîbû pirsgirêka koma etnîkî a samiyên bakurê welatê xwe çareser bike ku hingî hemû şêniya wan tenê 18.000 kes bû. Lê niha ew xwedî hemû mafekî xwe ne ku Norvecî ji sedî 86 û Samî jî ji sedî 1,3 in. Êdî li welatên weke Îran, Tirkiye, Sûriye û Iraqê binêrin ka bi vê mentalîta hakimên serdest yê çawa bikarîbin vê pirsgirêka qeder û jiyana milyonan netewên din di nava sinorên xwe yên siyasî de çareser bikin.
$Sê mercên girîng!$
Zanîn, xwenaskirin û berxwedan, sê mercên girîng in ku mafê mirov û azadî deyndarê wan in.
Kes bi tena serê xwe nikare civakê bigûhere heya civak ji xewê şiyar nebe. Hêza me dema ku hevgirtî, bi plan û proje be hingî têrî hemû gûherandinên bingehîn dike. Dema dîktator li ser înkar û tunekirinê bi îsrar in, her dem gotineke pêşiyan tê bîra min: “Berê Rojê bi bêjîngê nayê girtin.“
Van salên dawiyê ku perewerde bi zimanê kurdî li li rojavayê Kurdistanê jî ketiye rojeva jiyana me kurdan, carnan li ser dîwarê facebookê heta nivîskar û pêşkêşvanên TV’ên me yê kurdî jî bi erebî merema dilê xwe belav dikin. Li dijî karekî wiha min carekê pirseke wiha ji hevalekî pirsî:
Dest sax bin, lê dema kurdên Bakur piranî kurtenivîsên xwe bi tirkî belav dikin, êdî ez fam nakim kurdên Rojava çima ewqas bi erebî nivîsên xwe belav dikin? Bakurî dibêjin em li pey 70 salên tije tundî û dijwarî asîmîle bûne, lê yên Rojava ku tev kurdî dizanin! Gelo we xêr e? Elbete di 40 salên bihûrî de li bakurê Kurdistanê hemû tişt hatine gûherandin, lê gûherandina di ziman de tenê ev rastiye ku êdî nifşê nû ji nifşên beriya xwe fam nakin, ew tenê bi zimanê tirkî diaxivin…“
Ji hêla din jî dema bi hinek tirkên ku heta li Ewropa dijîn jî li ser zimanê kurdî axaftin çêdibe, ew zû xwe ji rastiyan vedidizin û wiha dibêjin: “Êdî ev mijareke siyasî ye…“
Pêwîst e em sînorên heq û mafên xwe binasin. Yên ku tenê di gotinê de yasayên parastina mafê mirovan diparêzên lê di kiryarê de azadîxwaz û dijberên xwe dikujin, nikarin me bixapînin. Ez di wê baweriyê de me ku ger kurdên sê parçeyên din bi hewara bakur ve neyên, êdî zimanê kurdî yê li wira ji sonomiya dijwar a siyaseta tirkên şovenîst rizgar nebe.
$Peyamek û nameyek!$
Çend meh e ku greva birçîbûnê di nava kurdan de mijara rojê ye. Gava ku ji bo azadî û mafê mirovan girîng e. Mafê ziman jî di van çalakiyan de xûya ye. Roja 04.02. 2019‘an ez tevî çend hevalên xwe çûne serdana komeke mirovên qehreman û fedakar ku li bajarê Strasbourgê dest bi greva birçîbûnê kirine. Dr. Kardo Bokanî ji rojhilatê Kurdistanê jî di nava wê komê de ye. Li pey hevdîtina me nêzî min bû û wiha got: “Roja zimanê zikmakî nêz e, lê tu dibînî ku li derdora me jî piranî bi zimanê tirkî diaxivin…“ Piştre bi rêya telefonê peyama jêr ji min re şand: “Gava ku heval bi tirkî diaxivin ew dîwarek di navbera xwe û me da ava dikin ku bêhna dîwara Lozanê jê tê.
Em wekî şoreşger gerek vî dîwarê han ji holê rakin. Bila Hereket xwedî ji daxwaza me derkeve û mudaxaleyî di mijarê ziman de bike.
Ev gotina min a dawî ye, eger di grevê de ez şehîd bûm.“[1]