הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 522,172
תמונות 105,697
ספרים 19,682
קבצים הקשורים 98,575
Video 1,419
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Evîn Rêber Andon - Rojda Şik
קבוצה: חללי | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Evîn Rêber Andon

Evîn Rêber Andon
$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Evîn Rêber Andon
Nav paşnav: Rojda Şik
Cihê jidayikbûnê: #Amed#
Dayik-Bav: Ferrah-Hakki
Dem û cihê şehadetê: 19'ê Îlona 2022 / Gever

$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Evîn li bajarê berxwedanê yê Kurdistanê li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe û tevlîbûna ferdên ji derdorê li nava refên gerîla, her wiha ji ber ku li cihekî mîna Amedê ku xwedî sekneke bi rûmet a li dijî dijmin e mezin bû, hevrêya me Evîn hîn di zarokatiyê de partiya me nas kir. Ji ber vê yekê hîn di zarokatiyê de bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû, şahidî ji polîtîkayên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me kir. Hem bandora şerê lehengî yê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser civaka me, hem jî zext û komkujiyên ku dijmin dike, bûn sedem ku hevrêya me Evîn di demeke kurt de bigihêje asteke bilind a hişmendiyê. Hevrêya me Evîn li sedema şerê giran û berdêlên tên dayin pirsî, fêhm kir ku li Kuristanê jiyaneke bi mirovî bêyî têkoşîn û berdêlan nabe. Ji ber ku dît, dijmin ji bilî jiyaneke bêrûmet, qirkirinê rêyeke din ji gelê me re nahêle. Ji ber vê yekê têkoşîna gelê me ya bi salan, şerê azadiyê yê gerîla ku bi fedakariyeke mezin di nava şert û mercên herî giran de dimeşîne û sekna bêtawîz a li dijî dijmin, hem bandor li hevrêya me Evîn kir hem jî bû sedem ku bikeve nava lêpirsînê. Di encamê de weke ferdeke ji gelê me xwe berpirsyar dît, gihîşt wê baweriyê ku ji bo azadiya gelê me divê ew jî têbikoşe. Li ser vê bingehê lêgerînên xwe kûr kir û bi bandora şehadetan di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Evîn di nirxandinên xwe de diyar kir ku li gel asta têgihiştinê bi esasî bi kûrahiya hestan ew tevlî nava têkoşînê bûye. Li pêşberî têkoşîna gelê me û gerîlayên azadiyê yên di nava şert û mercên herî giran de bi lehengî dimeşînin, bû xwedî hestên herî esîl û ev hestên xwe gihand asta têgihiştinê, bi vî rengî jî gaveke dîrokî avêt. Jiyana gerîla û çiyê, ku bi kelecan û coşeke mezin tevlî bû, ji bo xwe weke vegera li cewhera mirovahiyê, xwezayê û bi xwe, pênase kir. Hevrêya me Evîn ji bo hêjayî jiyana PKK'ê bibe ku bi ked û berdêlên giran hate afirandin, bi rengekî bêhempa hewl da. Beriya her tiştî fêhm kir ku sîstema kapîtalîst a berê di nav de bû li cewhera mirovahiyê nayê, li dijî rastiya mirovahiyê ey û bi redkirina vê jiyanê dest bi jiyana nû kir. Ji ber vê yekê bi sadebûna xwe tevlî nava jiyana PKK'ê bû, bandora sîstema serweriya mêr û kapîtalîst a li ser xwe tespît kir û ji ser xwe avêt. Em bi xwe kete nava kûrbûneke mezin, hem jî xwe li nirxandin û rexneyên hevalan negirt, bi vî rengî di kesayetiya xwe de guhertinên girîng kir. Her kêliya xwe bi kûrbûnê, nîqaşkirinê û parvekirina encaman bi hevrêyên xwe re derbas kir. Bersiva her nakokiyê jî di felsefeya Rêbertî de dît. Ji ber vê jî baweriya xwe bi wê anî ku divê hîn bêhtir li ser felsefeya Rêbertî xwe kûr bike û kete nava hewldanên mezin. Hevrêya me Evîn her ku felsefeya Rêberê me xwest ku rê û rêbaza jiyanê radixe pêş çavan, hîn bêhtir pê bandor bû. Bi taybetî hewl da ku nêzîkatiya Rêbertî ya ku pirsgirêka azadiya jinê dike bingeha pirsgirêkên civakî hemûyan, bi kûrahî fêhm bike. Her ku fêhm kir weke milîtaneke PKK-PAJK'ê bêhtir bi erk û berpirsyariya xwe hesiya û gihîşt wê baweriyê ku divê hîn bêhtir têbikoşe. Her wiha têgihişt ku weke gerîlayeke YJA Starê divê bersivê bide pêvajoya şerê giran. Li ser vê bingehê tevî kûrbûna xwe ya îdeolojîk, ji bo di mijara leşkerî de ji aliyê taktîkên gerîla yên dema nû bibe pispor giranî da ser perwerdeyên leşkerî. Di taktîka sabotajê de ku yek ji taktîkên herî girîng ên şer ên dema nû ye, xwe perwerde kir û ji bo serketinên mezin derbasî qada pratîkê bû. Ji bo perwerdeya wergirtî bixe meriyetê her tim plansaziya çalakiyan kir û bi vî rengî hewl da bibe bersiv ji pêvajoya şer re. Demeke dirêj li herêmên Garê û Xakurkê gerîlatî kir, ji aliyê gerîlatî û şer ve bû xwedî tecrûbeyê. Di vê pêvajoyê de bi taybetî li herêma Xakurkê beşdarî gelek çalakiyan bû û kir ku derbên giran li dijmin bê xistin.
Hevrêya me Evîn weke gerîlayeke YJA Starê ya pêşeng diyar kir ku ji hemû wezîfeyên şoreşê re amade ye û mîna gelek hevrêyên xwe ragihand ku gerîlaiya li Bakurê Kurdistanê daxwaza wê ya herî mezin e, ji bo pêkanîna vê jî gelekî ked da. Piştî ku ji aliyê îdeolojîk û leşkerî ve xwe xurt kir derbasî herêma Geverê bû û firsend dît ku li dijî dijmin têkoşîneke xurt bimeşîne. Li hemberî êrîşên dijminê mêtinger ku bi hemû derfetên xwe hewl dide gelê me qir bike, mîna hemû hevrêyên xwe yên bi îrade û baweriya ji felsefeya Apoyî werdigire hevrêya me Evîn jî bi dil û can têkoşiya û hewl da hêjayî keda hatiye dayin bibe. Li ser vê bingehê cihê xwe di nava gelek çalakiyên li Geverê de girt û bi van çalakiyan tola salan hilanî. Di demekê de ku êrîşên dijmin her roj girantir dibe, weke milîtaneke Apoyî baweriya xwe bi wê yekê anî ku divê hîn bêhtir têbikoşe û ji her demê bêhtir tevlî nava kar bû.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 815
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://anfkurdi.com/ - 29-12-2022
פריטים המקושרים: 2
חללי
תאריכים ואירועים
קבוצה: חללי
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Cause of death: No specified T4 630
Military rank: No specified T4 708
No specified T3 81: צפון כורדיסטן
No specified T3 82: No specified T4 5
No specified T3 85: צפון כורדיסטן
אומה: כורדי
אנשים מקלידים: צבאי
מין: נקבה
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئەڤین تەیفوور ) על 29-12-2022
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 30-12-2022
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 815
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 522,172
תמונות 105,697
ספרים 19,682
קבצים הקשורים 98,575
Video 1,419
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Folders
מאמרים - ספר - גיליון כורדי מאמרים - ספר - חברתי מאמרים - Publication Type - Scanned Document מאמרים - ניב - עברית מאמרים - פרובנס - Kurdistan מאמרים - פרובנס - ישראל הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - גיליון כורדי הספרייה - ניב - עברית הספרייה - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.328 2!