Di Kurmancî De Cotepeyv û Cureyên Wan.
#Zafer Açar#
Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Çewligê, Cilt:1, 2015, R. 82- 92.
Di zimanan de hin bêje hene ku ji bo ku vegotinê bihêztir bikin û wateya îfadeyê xurt bikin bi bêjeyên wekî xwe, nêzî xwe yan jî dijberî xwe re tên bikaranîn. Ev cure dibe ku her zimanî de hebe û li gorî çêna zimanê xwe xwediyê awayên cuda be. Bêjeyên ku gava bi hevre hatin bikaranîn destekê didin hev û wateya îfadeyê xurt dikin ên wekî; 'mal û milk', 'dar û ber', 'kul û derd', 'cil û berg', 'rast-best'…, dîsa ên hevedudanî, wekî; 'serobino', 'nanoziko', 'kelogirî', 'helkehelk', 'kelekel' û hwd. Di kurmancî de ji van bêjeyan re cotepeyv tê gotin ku em ê di vê xebata xwe de ser vê cureyê bisekinin. Herwiha em ê ji edebiyata klasîk, ya nûjen û ya gel jî mînakên van bêjeyan bidin. [1]
=KTML_Link_External_Begin=https://www.kurdipedia.org/docviewer.aspx?id=456864&document=0001.PDF=KTML_Link_External_Between=Ji bo xwendinê bikirtînin Di Kurmancî De Cotepeyv û Cureyên Wan=KTML_Link_External_End=