הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی
Kurmancî
هەورامی
Zazakî
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Fins
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
ביוגרפיה
זארה
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
סטטיסטיקה
מאמרים
  536,733
תמונות
  109,402
ספרים
  20,214
קבצים הקשורים
  103,642
Video
  1,530
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,377
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,748
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,973
عربي - Arabic 
30,360
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,878
فارسی - Farsi 
9,564
English - English 
7,547
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,644
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
347
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
71
Español - Spanish 
54
Polski - Polish 
54
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
51
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
5
Catalana - Catalana 
5
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Srpski - Serbian 
3
Hrvatski - Croatian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
קבוצה
עברית
הספרייה 
5
מאמרים 
4
ביוגרפיה 
2
מפלגות וארגונים 
2
שונים 
2
MP3 
324
PDF 
31,268
MP4 
2,521
IMG 
200,528
∑   סך הכל 
234,641
חיפוש תוכן
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
ביוגרפיה
זארה
Kurdên cîhana dêrîn; Hattî-Hîtîtî 9
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
کرمانجی0
هەورامی0
لوڕی0
لەکی0
Zazakî0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Français0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Catalana0
Cebuano0
Čeština0
Esperanto0
Fins0
Hrvatski0
Kiswahili سَوَاحِلي0
Lietuvių0
Norsk0
Ozbek0
Polski0
Português0
Pусский0
Srpski0
балгарская0
Тоҷикӣ0
Հայերեն0
ترکمانی0
हिन्दी0
ქართველი0
中国的0
日本人0

Kurdên cîhana dêrîn; Hattî-Hîtîtî 9

Kurdên cîhana dêrîn; Hattî-Hîtîtî 9
$Kurdên cîhana dêrîn; Hattî-Hîtîtî 9$
#Agîd Yazar#
Keya Murşîlî li gel artêşa xwe, meşa xwe ya ber bi paytexta Arzewa Efesê didomîne. Çemê Şehriya derbas dikin, xwe digihînin qontarê çiyayê Lewaşayê (eletexmîn, ev dever li derdora bajarê Efyonê ye) di wê heynê de tiştekî sosret diqewime. Pispor dibêjin dibe ev tişta diqewime ya bi heybet an bûyereke xwezayê ye yan jî qewimîneke ezmanî ye. An çiyayekî wolqanê diteqe yan jî meteorek ji ezmanan tê li rûkala erdê dikeve. Ev bûyer, her çi dibe bila bibe, ev tiştekî pir qutifîner e. Jixwe Keya Murşîlî jî diqutife. Me li jor jî got: “Devê wî dikeve tev û zimanê wî giran dibe.”

Ev zir-bûyer her çi dibe bila bibe; çi teqandina wolqanê, çi jî ketina meteoreke ji ezmanan. Eyan e ku ji herêmeke gelekî fireh û ew çend ji dûr ve hatiye raçavandin. Lewra di navbera bajarê Efyon û Efesa îro de nêzî 400 km mesafe heye û ji van herdu xalan ve ev zir-bûyer hatiye dîtin. Li gor lêkolîner dibêjin, çar hezar sal berê, girekî wolqanê li derdora bajarê Ûşaxê çalak bûye. Ev çiyayê mijara gotinê, tam di navbera van herdu xalan de ye. Piştrastkirina vê yekê ew e ku Keya Murşîlî li derdora Efyon, Keya Ûhhazît jî li Efesê ji tirsa vê zir-bûyerê dikevin tev duqutifin.

Dema katibên Hîtîtê, vê bûyera derasayî neqlî ser kevalên dîrokê dikin, wiha pê pênase dikin: “GIŠkalmîš(a)na” ango ‘Gişkalmîşana. Ev peyv tê wateya ‘qamê birûskê’ Di nava vê peyvê de, kîteya ‘kalmîş’ tê dîtin. Kalmîş ango qamîş, xwe digihîne reha peyva ‘kel’ a kurdî. Ji vê peyva ‘kel’ peyvên wekî qelem, kelem, kalan, qama, qamîş û hwd. lê zêde bûye.
Gava Keya Murşîlî qala vê zir-bûyerê dike, dibêje: “Dîtina min dît, gurmînî bi Xwedayê Firtoneyê yê Ezmanan ket. Gotinên nîvçe ji nava lêvên min pekiyan. Paşê jî devê min bi tûmerî terka min kir.”
Tevî vê bûyera kesnedîtî jî Keya Murşîlî ji şer venagere. Dîsa jî dajo ser keyayê Arzewayê Keya Ûhhazîtî. Lê Keya Ûhhazîtî yê bizdiyayî, dernakeve qada şer. Kurê xwe mîrze Piyama-Kûrûnta dişîne şer.
Ev mîrzeyê xeşîm, li hember Keya Murşîlî li berxwe nade û têk diçe. Keya Murşîlî, piştî vê serkeftinê vêca berê xwe dide Welatê Çemê Seha yê. Ev welatê hanê jî di nava yekitiya federesyona Arzewayê de bû û di vê heynê de li hemberî Hîtîtê, siyaseteke durû dabû meşandin. Revokeyên ango mahkûmên Hîtîtê hebandibû. Digel soz dabû Hîtîtê ku ew ê ew revoke radestî Hîtîtî bikira lê di guherînên mercên demajoyê de, dev diguherîne û li sozên dayî nabin xwedî.
Lewma jî Keya Murşîlî, berî êrîşî vê mîregiyê bike, nameyekê ji Mîrê wê re dişîne û wiha dibêje: “Min revokeyên Hîtîtî yên xwe avêtibûn nava refên we, ji te xwestibû. Te ew radestî min nekir. Te muameleya tifalekî bi min re kir, di ser de jî te tinazê xwe bi min kir. De were, niha jî em deqê xwe li hev bixin û bi hev re şer bikin. Bila efendiyê min Yezdanên Ezmanan, heqşahidê me be.”

Keya Murşîlî, hezar salî berî Îskenderê Makedonî, gava van serkeftinên mezin bi dest dixîne, bi temenê xwe ji Îskender jî piçûktir bûye. Divê neyê ji bîrkirin ku serfermandarên nola Nuwanza yê mêrxas jî di bereyên şer ên dîtir de, serkeftinên mezin bi dest xistibû.
Keya Murşîlî, digel ew çend dijwariyên jiyanê, li hemberî tu zehmetiyan çîz nekirîye; ji ber tu kesî danexwariye; çeka xwe ji ti kesî re serberjêr nekiriye. Heta gava li ber xwedayan jî geriya ye, di nava lavayên xwe de, bi wan re jî hinekî hêrs bûye û meriv dikare bibêje hinekî mineta wan jî h’êç kiriye. Birayê wî bi bêbextî tê kuştun, nexweşiya Webayê nola gundor di ser wan re gêr dibe û miletê wî mehû dike, bavê wî bi vê nexweşîya Webayê dimre, paşê birayên wî û herî dawî evîna wî Gaşşûlaviya hevjîna wî jî bi heman nexweşiya kujende ya Webayê dimre, dêmariya wî Tawananna ya Babîlî ti reng û rîpên nemayî namîne nayne serê wî, hemû mîregiyên di bin sîwana welatê wî de serî li ber wî radikin û kêfê lê diqewitîne, gava dajo li ser dijminê xwe di rêde li zir-bûyereke seyr rast tê û diqutufe lê dîsa jî vîna Keya Murşîlî ya polayî lawaz nabe, ji ti dijwariyan re çîz nake û ji ber wan danaxwe.

Lewma jî gava meriv ji serpêhatiya jiyana Murşîlî re serwext dibe, meriv ji vî cengawerî, ji vî merdemêrî re rêz digre û wekî kesekî ji kulfetê mala xwe dibîne. Lewra, em benîademî tev wanî xwedî heman xislet in; li hember êş û azarên jiyanê liberxwe didin, distewin û dikemilin.
Ev mirovê êşê giran, bi teperep, bi ketin û rabûn, bi xweşî nexweşî, li hember hemû xedariyan li berxwe dide. Encax piştî bîst salên qut û gilover, xezeba nexweşiya Webayê ji pêxîla wî û xelkê wî vedibe. Di vê heynê de dijminên korfersend jî têkdişkên.
Keya Murşîlî, bi sedan duqûmentên hêja ji mirovahiyê re mîras dihêle û navê xwe bi tîpên zêrîn di rûpelê dîrokê de dinivîsîne. Her wiha welatekî bi ewle ji dûhatiyên xwe re dihêle. Gava roja wî tê, ew jî wekî her fanî, ji vê dinyayê bar dike û diçe. Nola dibêjin; dinyaya gewrik ji kesekî re namîne.

$Lehengê cenga giran: Muwatallî$

Keya Mûwatallî yê 2’em (B.Z. 1315 – 1282) derdikeve li ser textê Hîtîta bi hişmet. Mûwatallî, keyayek ji wan keyayê Împeretoriya Hîtîtê yê herî serkeftî ye. Mûwatallî, kurê keya Murşîlî ye û bavê wî welatekî di bin ewlehiyê de ji wî re mîras hiştibû.
Mûwatallî çawa derdikeve ser text, birayê xwe yê azwer û ew çend jî jêhatî, Hattûşîlî yê leheng dike serfermandarê yekineyên ewlehîya qesrê.
Çend salên pêşî ji bilî Kaşgayiyan nenahs, hema hema ti kesî curet nekiriye li hember Hîtîtê rabe. Keya Mûwatallî, birayê xwe yê ji xwe biçûktir, Hattûşîlî yê mêrxas li hemberî Kaşgayiyên muzur erkdar dike û wê sergêjiya biçûk wanî bi tûmerî hil dike. Piştî birayê wî Hattûşîlî wanî di demeke kurt de Kaşgayiyan mutuh dike û hefsarên wan dixîne destê xwe, Keya Mûwatallî şerefyar dike û wî dike mîrê bakûrê welêt, ew herêma kaşgayî lê dijîn.
Piştî van pêngavên serkeftî û çend salên jiyîna di nava xweşguzariyê de derbasbûyî, êdî pirîskên arê xezebê ji başûrê welêt bilind dibe. Kesekî bi navê Ramses derketiye li ser textê Firewnê Misira sawdar. Tiştê tên gotin, eynî çîkên ar ji ber limgê wî dipengize; siya vî Firewnê gewî jî newêre bi wî re bimeşe û ji xwe re li hinceta digere.
Mîregiyeke bi navê Amûrrû tam di navbera Împeretoriya Hîtîtê û Misirê de ye. Ev mîregîya hanê timî nola darikê pelûlê her bûye sedema tevliheviyên di navbera herdu zir-dewletên gewre. Kîjan dewlet xwurt bûya, xwe davêt li pişta wê dewletê. Di vê heyna dawî de jî dîsa ev mîregîya hanê, dibe mîna fiçiya barûdê; tenê li bende pirîskekê bû. jixwe agirê ku Ramses xistibû dawa xwe, têr û sertêra fiçiya barûda Mîregîya Amûrrû yê dikir.
Keya Mûwatallî, sîxwurên xwe ji mêj ve erkdar kiribûn û salixdaniya vê tevlihevîyê hilanî bû. Lewma jî Mûwatallî ji geşedanan re baş serwext bû. Tavilê kirr û birra xwe dike û sê pêngavên gewre davêje:

1-Paytextê ji Hattûşayê koç dike tîne Dattaşşa ya li derdora bajarê Edene ya niha. Mebesta wî ew e ku gava bi Misiriyan re şer bike, Kaşgayiyên êrişkar neyê peykerên yezdanan yên li Hattûşayê talan nekin. Her wiha armanca Keya Mûwatallî ya duyem ew e ku xwe pirtir nêzî navenda Mîregiyên bi Cimeta Pankûyê ve girêdayî bike. Lewra Împeretoriya Hîtîtê, xwedî pergaleke federetîf bû û ji bîst û yek Mîregiyan pêkdihat.
2-Li hêla din welatê Hakpîşşaş û Îştaharaş dixîne bin fermanrewayiya birayê xwe Hattûşîlî. Bi vî awayî birayê xwe dike hevparê fermanrewaya Hîtîtê. Dibe ku ji birayê xwe bi fikar jî bûye û nexwestiye di rewşeke ew çend aloz de, lawaziyek pêk were.
3-Keya Mûwatallî, paytexta Hattûşayê jî teslîmî şêwirmend û katibê qesrê, Mîtannamûwa dike. (Mîtannamûwa ji navê xwe diyar e ku ev mirovê zana û bîrbir, bi eslê xwe Mîtannî ye. Ev jî bi me dide selimandin ku Hattî, Hîtîtî, Hûrrî, Mîtannî yek miletbûye û yekûna wan pêşiyên Kurdan bûne. Di xeleka li pêş, ez ê hinekî li ser vî ciwanmêrî tîr bibim)
Ramses ê 2’em, mîna Sfenkê Gîzeyê bi heybet û mîna marê teyar di çelpîna şer de bû.
Keya Mûwatallî jî xwedî ezmûna siyaseta Cimeta Pankûyê ya kone bû. Her wiha serfermandar Hattûşîlî yê mêrxas ku mîna xezeba bayê Yezdanê Bahozê, yezdan Teşûp û gurzê birûskê yê di destê wî de şewitîner, li pişta birayê xwe Mûwatallî bû.

$Şerê Qadeşê$

Qadeş, bajarekî li Geliyê Bekaayê ye û deriyê têketina kevana Zêrîn e.
Firewnê Misrê, Ramses ê 2’em, di sala xwe ya 5’emîn a desthilatdariyê de, bi çar gurdanan/tabûran ên ji bîst hezar leşker pêkdihat, ji welatê Nîlê derdikeve û berê xwe dide welatê jor, hêla welatê Hîtîta bi hişmet. Ev her çar gurdan ev in: Amon, Ra, Ptah û Set. Ev her çar gurdan ango tabûr, li gorî rêza navê xwe didin li pey hev û dimeşin. Ramses ê 2’em jî bi yekîneyên ewlehîyê yên taybet, ligel gurdana Amonê dimeşe.
Berî gurdana Amon xwe li çemê Orotesê (asî) bixîne, li derdora Rîbaha yê du heb revokeyên Hîtîtî yên di kirasê koçeran de tên, tev li yekîneyên Misrê dibin. Ev her du kes, casûsên Hîtîtan yên profesyonel in û agahiyên şaş didin Ramses ê 2’em. Dibêjin, artêşa Hîtîtan gelekî dûre, li derdora Halapayê/Helebê ye. Di vê navberê de gurdana Ra jî di tertîbatê meşê de ye. Ramses ê 2’em, ligel yekîneyên xwe yên taybet tê li bakûrrojavayê Qadeşê datînin û konên xwe vedigrin. Di vê heynê de, yekîneyên Ramses ê 2’em, du heb sîxwirên din ên Hîtîtî zeft dikin. Li wan îşkencê dikin da ku li xwe mukur werin ka artêşa Keya Mûwatallî li kuye û niha di çi tertîbatê de ye.
Xwînerên ezîz, werin em Ramses ê 2’em û artêşa wî li vê derê bihêlin û em herin li ba Keya Mûwatallî, ka bê ew çi dike… (didome)[1]

פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 674
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
HashTag
מקורות
פריטים המקושרים: 12
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî
Publication date: 14-11-2021 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 14-01-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 15-01-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 14-01-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 674
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
ביוגרפיה
זארה
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
זארה
פריט חדש
ביוגרפיה
זארה
08-09-2024
شادی ئاکۆیی
סטטיסטיקה
מאמרים
  536,733
תמונות
  109,402
ספרים
  20,214
קבצים הקשורים
  103,642
Video
  1,530
שפה
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
306,377
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
89,748
هەورامی - Kurdish Hawrami 
65,973
عربي - Arabic 
30,360
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
17,878
فارسی - Farsi 
9,564
English - English 
7,547
Türkçe - Turkish 
3,667
لوڕی - Kurdish Luri 
1,690
Deutsch - German 
1,644
Pусский - Russian 
1,140
Français - French 
347
Nederlands - Dutch 
130
Zazakî - Kurdish Zazaki 
91
Svenska - Swedish 
71
Español - Spanish 
54
Polski - Polish 
54
Հայերեն - Armenian 
52
Italiano - Italian 
51
لەکی - Kurdish Laki 
37
Azərbaycanca - Azerbaijani 
27
日本人 - Japanese 
21
中国的 - Chinese 
20
Norsk - Norwegian 
18
Ελληνική - Greek 
15
עברית - Hebrew 
15
Fins - Finnish 
12
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Português - Portuguese 
9
Ozbek - Uzbek 
7
Esperanto - Esperanto 
5
Catalana - Catalana 
5
Čeština - Czech 
4
ქართველი - Georgian 
4
Srpski - Serbian 
3
Hrvatski - Croatian 
3
Kiswahili سَوَاحِلي -  
2
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
балгарская - Bulgarian 
1
Lietuvių - Lithuanian 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
קבוצה
עברית
הספרייה 
5
מאמרים 
4
ביוגרפיה 
2
מפלגות וארגונים 
2
שונים 
2
MP3 
324
PDF 
31,268
MP4 
2,521
IMG 
200,528
∑   סך הכל 
234,641
חיפוש תוכן
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.83
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.766 2!