$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dîrok Serhed
Nav paşnav: Leyla Saîn
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Husniye-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Çileya 2023 / Besta
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Dîrok li navçeya Dihê ya Sêrtê di malbateke welatparêz de ji dayik bû ku fermandarê me yê efsanewî Egîd (Mahsum Korkmaz) yekem car li wir li dagirkeran xist û berê dîroka gelê me guhert. Ji zaroktiya xwe ve bi guhdariya êşên gelê Kurd ên li dijî neyaran mezin bû. Ev rewş bû sedem ku hevrêya me Dîrok li dijî dijmin bi hêrs be. Dîsa derketina dîrokî ya fermandarê me yê pêşeng Egîd jî di hevrêya me Dîrok de kir ku hêviyên gelê me yên ji bo siberoja azad her tim zindî bihêle. Hevrêya me Dîrok ku di zane ev azadiya ku gelê me bi berdêlên mezin heq dike, tenê bi têkoşînê dikare bê afirandin û her tim di nava lêgerîna têkoşînê de bû. Hevrêya me Dîrok a ku hebûna dijmin a li Kurdistanê ti carî nepejirand, çalakiya herî biçûk a li hemberî dijmin jî bi nirx dît. Ji ber vê yekê jî her tim li hemberî dijmin weke prensîbeke pêwîst diyar kiriye. Hevrêya me Dîrok ku di ferqa polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker e, dizanîbû ev yek bi awayekî sistematik li dibistanên taybet tên pêk anîn. Hevrêya me Dîrok ku di dema têkoşînê de hewl dida vê têkoşînê mezin bike, dizanibû ku ev yek encax bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e.
Li ser vê bingehê di sala 2013’an de ji herêma Gabarê tevlî nava refên gerîla bû. Nêzîkatî û hevrêtiya gerîlayan ku cara ewil dît, gelekî bandor li wê kir; Layîqbûna wan kir şîara hemû jiyana xwe ya şoreşgerî. Hevrêya me Dîrok ku demeke kurt li herêma Gabarê ma, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Bi perwerdeya bingehîn a ku li vir dît, di mijarên jiyana gerîla, şêwazê şer û taktîkan de kûr bû. Li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî destketiyên gelê me, bi gelê me re di nava refên berxwedanê de cih girt. Tevî ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ'ê de bi şehadeta gelek hevrêyên xwe bandor bû jî, lê ev yek kir bingeha têkoşînê. Di vê wateyê de xwe di warê îdeolojîk de jêhatîtir kiriye û biryar daye ku têkoşîna xwe bi dijwarî bimeşîne. Hevrê Dîrok ku piştî erka xwe ya di şerê li dijî çeteyan de bi awayekî serketî bi dawî kir, vegeriya çiyayên Kurdistanê û gihiştiye wê baweriyê ku asta tevlîbûna heyî nikare bibe bersiv ji pêvajoya derbasbûyî re. Li dijî êrîşên dijmin ên qirkirinê, weke milîtanekî Apoyî xeta fedaîbûnê esas girt. Bi vê armancê di sala 2017’an de tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrêya me Dîrok ku weke şopdarê Berîtan û Zîlane û fedaîbûnê weke şêwazê jiyanê dihesibîne, ji tevlîbûna di nava xebatên şoreşgerî heta têkiliyên xwe yên dawî, her tim xeta fedaî esas girtiye. Bi perwerdeyên ku dîtî re sekna xwe ya fedaî a jiyanê hîn xurtir kir. Hevrêyê me Dîrok ku bi asta lêhurbûnê ya gihaştiye re xwest hîn bêhtir zemînan pêşkêşî têkoşîna azadiyê ya gelê me bike, xwest li ser vê bingehê berê xwe bide Bakurê Kurdistanê. Ji bo pêkanîna vê daxwazê, xwe hîn bêhtir ji aliyê leşkerî ve kûr kiriye û di warê îdeolojîk û rêxistinî de xwe gihandiye şêweyeke dijwar.
Piştî ku pêşniyara wê ya çûyîna Bakurê Kurdistanê hat qebûlkirin, bi coş û heyecaneke mezin berê xwe da Botanê. Ji kêliya yekem a ku çû qada Botanê, bi tevlîbûna xwe ya fedaî û bi coş hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me Dîrok ku bi xwebawerî, însiyatîf û kesayeta xwe ya zîrek armanc dike ku her keda xwe bigihîne serkeftinê, di demeke kin de bi van taybetmendiyan bûye milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Dîrok ku ruhê serdema nû bi tevlîbûna xwe ya bêhesab gelekî baş nîşan dide, bi berxwedana xwe ya heta nefesa xwe ya dawî li qada Bestayê ku fermandareke pêşeng a YJA Starê ye, fedaîtiya xwe bilind kiriye.[1]