הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,987
תמונות 106,356
ספרים 19,330
קבצים הקשורים 97,306
Video 1,399
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Bi gayê xelkê cot nayê kirin efendîno!
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Bi gayê xelkê cot nayê kirin efendîno!

Bi gayê xelkê cot nayê kirin efendîno!
Aramê Elegezê
Civaka kurd di nav xwe de ji bo hinek karekteran rasterast pênase neke û neyne zimên, karekterên kesan bi navên rawir û ajalan pênase kiriye. Mînak; heke kesekî barên giran hilgirtibe jê re gotine ‘wek hêstirekêye’. Dîsa ji bo yê ku bi kesekî re li hev nekiriye, bêser û ber bi ser nas û nenasan de çûye, jê re gotine ‘wekî kûçikekî har e’. Ji kesên li ser gotina xwe, sozên dane pêk anîne, li ber êrîş û tengasiyan serî netewandine re gotine ‘wek şêrekî ye’. Her wiha ji yên ku soz dane lê ew soz bi cih neanîne re jî gotine ‘wek kerê nêr e’. Ji yên netebitî, bêsebir vir de û wê de dibeze, di karê xwe de bêrêk û pêk e, gotine ‘wek nêriyê kovî ye’. Ji bo kesên bêhiş, ramana wî stewr û bêvîn re gotine ‘wek gayekî ye’. Her wiha gotineke pêşiyên kurdan jî wiha ye: ‘Golikek rêxoyî navê garana gundekî diherîmîne’.
Bêguman pênaseyên civakê ezmûnên civakê yên rabirdûyê. Her gotinek wateya xwe ya taybet heye. Her gotinek bi xwe re giraniyekê tîne. Dilê hinek kesên konkirêt diêşîne. Janê dixe hiş û sewdaya wan. Gotinên baş ji çêkirinê re rê vedikin; ên bêwate avê şolî dikin. Civak jî li gorî helwestên baş an xerab an jî li gorî taybetmendiyên kesayetiyên konkirêt ji şîroveyên dûr û dirêj bêtir, bi pênasiyên şênber wan bi nav kirine.
Lê mijara me ya îro ne der barê hinek taybetiyên kesayetiyên di nava mirovan de, mijara me ya bi navê gê ye. Divê ga wek ajalekî kedîkirî, rol û erka wî di nava jiyana gundiyên berê de bê nasîn.

Weke ku tê zanîn, ga ji çêlekê wek ga nayê cîhanê, lê dema dibe sê salî tê xesandin. Ango zayenda wî ya xwezayî ya nêrîtiyê dikujin. Piştî xesandinê ga roj bi roj bihêz dibe. Di karên cotkariyê û bi erebeyên bar dibe hêza herî qayîm. Lê ji hêla din ve dibêjin qey ew tiral dibe, mîna ku nikaribe bi lez bibeze. Bi gayên din re û bi conegayên din re nakeve nava şer. Ji ber derê mala xwediyê xwe dûr nakeve. Di encamê de ew taybetmendiyên xwe yên sirûştî winda dike. Dibe wekî robotekî, xwediyê wî çawa dixweze wisa dike.

Xwediyê gê, di destpêkê de bi dengekî normal `hoo!`yî gê dikir û qamçiyên xwe li erdê dixist da ku ga bimeşe û bide lezê. Lê heke gê guh nedida xwediyê xwe û biçêriya, careke din dengê xwe bêtir bilind dikir û bi hêrs qamçî li erdê dixist. Dema qamçî li erdê diket dengê qirçîniyê zêde dibû. Gê bi vî awayî guh li helwesta xwediyê xwe bel dikir. Dema xwedî dest diavêt guhê wî heke bêyî dilê wî be jî diket rê û diçû. Stûyê xwe dida bin nîr. Ew bêdeng û bêbertek li benda xwediyê xwe dima. Heta ku xwedî nîr bida ser stûyê wî û rêyek nîşanî wî bidaya; hingê ew dê di wê rêyê de bimeşiyaya.

Demên berê, ji beriya ku traktor derkevin, bi giranî karên çandîniyê, rakirina (ajotina) erdê, hemû karên kotanê gê bi gê pêk dianîn. Her wiha erebeyên bi du yan jî çartekeran hebûn. Ga bi wan ve girêdidan û barên xwe ji cihekî vediguhestin cihekî dinê. Ji erebeyên çarteker re digotin firxun, ji yên duteker re jî digotin kaşke. Ji bilî vê karekî din jî ji bo gê hebû. Ew jî dema zeviyên genim an jî ceh dihatin dirûtin (dema nandirûnê), pûş li bênderê (ji xirmankutê) wek gêreke gilover radixistin. Piştre kam (xirman) li ser digerandin. Kam texteyekî darîn ê qalind e. Biqasî du metreyan dirêj û biqasî metire û nîvekê jî bi ber e. Serê wî yê pêşiyê ber bi jor ve tewiyayî ye. Ji binî ve kevir-heste, nalên ga ên kevin an jî parçeyên şûşeyên din bi rêzê bi binê wê kamê ve diniqandin. Ew li paş gê girêdidan. Mirovek li ser kamê disekinî. Carna zarokek jî bi wî re lê siwar dibû. Kam li ser pûş (sêp) digerandin. Heya ku ew sap baş hûr dibû, firîkên cê û gênim ji hev berdidan. Heya ew sap baş hûr bibûya, gê ew kam bênavber li ser sap digerand. Dema karê kamê diqediya, ka komî ser hev dikirin. Dikirin qûçekê (Kom/Lod). Du mirov li hember hev disekinîn, pişta xwe didan aliyê bê û bi şeneyan (melhêvan) ka li ba dixistin. Ka ji qûçê (komê) dûr dixistin, hebên ceh û genim diweriyan jêr û di cî de diman.

Mirovan ji bo karên xwe yên giran ga perwerde kiriye. Ji bo pêdiviyên xwe yên malbetî ga bikar aniye. Bi demê re ga ji pergala xwe ya xwezayî dûr ketye. Di nava karên mirovan de êdî wek mekanîzmeyeke bêhest û mejî hatiye bikaranîn.
Di encamê de ga bêmejî, bêhiş û bêbîr hiştine. Genim û cehê bi hêza wî çandin û gîhandine yên wî ne. Ew bêhêz e û nikare mafê xwe biparêze. Ji bo vê rewşa gê dîsa mirov gunehkar e û yên ga kirine wê rewşê mirov in. Li vir ev pirs tê hişê mirov, ga yan mirov? kîjan ji wan hêjayî dilovanî û nirxdayînê ye?

Her çiqas ga gayitiya xwe bike jî lê dîsa bi gayê xelkê cot nayê kirin. Gayê xwefiroş bêkêr e. Qet karek jê nayê. Xeta gayê pîr tu carê rast nabe. Ga bêzar û bêziman e. Gunehê wî çi dibe bila bibe, lê disa jî xiyanetê li mala xwe nake![1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 537
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | موقع https://xwebun1.org/- 13-02-2023
פריטים המקושרים: 34
הספרייה
ציטוטים וביטויים
תאריכים ואירועים
תרבות - פאזל
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 12-11-2021 (3 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חברתי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 13-02-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 13-02-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 13-02-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 537
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.112 KB 13-02-2023 ئاراس حسۆئـ.ح.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,987
תמונות 106,356
ספרים 19,330
קבצים הקשורים 97,306
Video 1,399
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.297 2!