$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Felat Rêhat
Nav û paşnav: Servet Oyar
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dê û bav: Hanim - Nezîr
Dîrok û cihê şehadetê: 2018/Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Felat li gundê Nêrweh a Qilebanê di malbateke welatparêz a ji eşîra Goyî de ji dayik bû. Piştî ku malbata wî derbasî Cizîrê dibe, li wir mezin dibe. Ji ber welatparêziya malbat û derdora xwe di temenekî biçûk de derfeta naskirina Tevgera me bi dest xistiye. Hevrêyê me Felat bû şahidê her cure zext, êşkence û qetlîamên ku dagirkeran li ser gelê me li Cizîrê kirin. Bêhejmar mînakên êrîşên dagirkeran dîtine ku çawa bi polîtîkayên şerê taybet ciwanên Kurd ji Tevgera me dûr xistin û çawa xwestin wan ji dîrok, çand û kevneşopiya wan qut bikin. Pêşketina hevrêyê me Felat li Cizîrê ku di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi serhildan û çanda berxwedanê cihê xwe girtiye, berxwedaniyê kiriye karakterê sereke yê hevrê Felat. Eşîra Goyî xwedî taybetmendiyên bingehîn in ku serî li ber dagirker û mêtingeran netewand, serhildêr û berxwedêr in, ev yek jî di avabûna karektera hevrêyê me de diyarker bûye. Hevrêyê me Felat di vê atmosfera ku bi berxwedana siyasî zaroktî û ciwantiya xwe derbas kir, pêşketina xwe temam kir. Hevrêyê me Felat ê ku bi xebatên xwe yên ciwantiyê re gihiştiye asteke zanabûna rêxistinî, dema li zanîngehê dixwend gelek caran rastî gef û zextên dagirkeran hat. Dagirkerên ku soza jiyaneke li ser înkar, teslîmiyetê û bingehên derewîn dabûn, dema serhildêriya hevrêyê me Felat dîtin ew girtin û xistin girtîgehê. Hevrêyê me Felat dev ji biryardarî û îradeya xwe bernedaye, zindan veguherandiye navenda perwerdeyê û her wiha kiriye firsenda naskirina Rêber Apo, bîrdozî û PKK’ê. Her cure polîtîkayên şerê taybet ên dagirkeran pûç kiriye. Hevrêyê me Felat ku dema ji zindanê derket feraset û hişmendiya xwe ya têkoşînê bilind kir û yekser berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku siberojeke serhildêr û azad lê tê avakirin.
Hevrêyê me Felat li Herêmên Parastinê yên Medyayê şans dît ku zanebûna xwe ya bîrdozî û teorîk bi cih bîne. Li ser esasê yekitiya fikir-zikr-çalakiyê jiyan û têkoşîn hembêz kir. Hevrêyê me Felat bi hemû şaneyên fikir û têgihiştina xwe ya têkoşînê bi fedakariya xwe hewl daye beşdarî jiyana Rêbertiya me bibe. Hevrêyê me Felat xwedî kesayetek dilsoz, kedkar, durust û dilnizim bû ku yek ji taybetmendiyên milîtanekî fedaî ye. Ji bo bibe xwedî hevrêyekî xurt a Rêbertî, kedek mezin daye. Hevrêyê me Felat ku ji erdnîgariyeke dijwar û serhildêr hat, tevî ku li bajaran mezin bû jî, bi lez û bez xwe li çiyayên ku welatê wî ye, bi cih kir. Bi xwezayê re, bi ziman û zagonên wê re di nava têkiliyeke sembiyotîk de bûye. Hevrêyê me Felat ku bi perwerdehiyên dîtiye, bûye berendamekî mezin ê fermandariyê ye, di qada leşkerî de xwe pêş xistiye. Bi baldariya xwe ya li ser stratejî û taktîkên leşkerî û bi hêza xwe ya bikaranîna çekan bû gerîlayekî pispor. Şehadeta bêwext a hevrêyê me Felat ku têkoşîna me sembolîze kir û xwe amade kir ku di nava şert û mercên herî zehmet de bibe gerîla, di têkoşîna me de valahiyeke mezin afirandiye. Li dijî dijminê ku difikire bi her şehadetê em lewaz dibin, em di şexsê hevrê Felat de soz didin hemû şehîdên xwe yên şoreşê ku bi bawerî, biryardarî, israr û îradeyeke mezintir tevlî têkoşînê bibin. Em diyar dikin ku em ê bi têkoşîna xwe bîranîn, daxwaz û armancên wan bigihînin serkeftinê û em ê Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad pêk bînin. [1]