$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Abdûllah Mûstafa Mûhammed
Nasnav: Mervan Efrîn
Cihê jidayikbûnê: Heleb
Dayik-Bav: Gule-Şevket
Dem û cihê şehadetê: 25-07-2015 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Mervan li Helebê ji dayik bû û li dijî polîtîkayên îkar, tunekirin û asîmîlasyonê yên hêzên mêtinger li çar parçeyên Kurdistanê dimeşîne, kesayetiya xwe li ser bingeheke rast perwerde kir û gihîşt wê baweriyê ku gelê me yê di nava zext û zordariya qirkirinê de ye, tenê bi têkoşîna li ser xeta gerîla dikare azad bibe. Hevrêyê me ku di nava şert û mercên zehmet de Gerîlayên Azadiyê nas kir û jê bi bandor bû, sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Di demeke kurt de hînî gerîlatiyê bû û bi ruhê fedayî, bi daxwaz û moraleke mezin tevlî her karî bû. Hevrêyê me di her karî de taybetmendiya xwe nîşan dida û bi hezkirina xwe ya hevrêtiyê û kesayetiya xwe ya kedkar dihate naskirin. Di demeke kurt de bû fermandar û wezîfeyên xwe hemû bi rengekî serketî bi cih anî.
.[1]