$Agahiyên şehîd:$
Nav paşnav: Arjen Dînçer
Nasnav: Arnos Nûda
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Sureyya-Salîh
Dem û cihê şehadetê: 10-01-2023 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Arnos li nava malbateke welatparêz a ji navçeya Elbak a Wanê li Stenbolê ji dayik bû. Tevî ku ji ber koça malbata wî neçar ma ku dûrî welatê me Kurdistanê bijî, hevrêyê me Arnos cewhera xwe ya Kurdîtiyê parast, dilsoziya xwe ya bi gelê xwe, welatê xwe û Rêber Apo re mezin kir. Li gel her cûre siyaseta qirkirinê û şerê taybet ên dijmin jî bi alîkariya malbata xwe her tim têkiliya xwe ya bi Kurdistanê re parast, nehişt ku dijmin wî asîmîle bike. Di heman demê de têkoşîna azadiyê ya ku li Kurdistanê bi pêşengiya partiya me PKK'ê tê meşandin şopand, dilê xwe bi Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê lê da. Di dema ciwantiyê de mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevlî nava kar bû. Ji bo ciwanên Kurd ên mîna xwe dûrî Kurdistanê di bin zexta dijmin de hewl didan nasname û rûmeta xwe biparêzin bi rêxistin bike û tevlî têkoşînê bike, kete nava hewldanên mezin. Di her karî de ji ber pratîka xwe ya serketî li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Ji ber cidiyeta xwe ya li kar û rêbaza xwe ya encamwergirtinê, her roj hîn bêhtir berpirsyarî bi cih anî. Lê belê dilê hevrêyê me Arnos timî bi gerîla re lê dida, di sala 2015'an de ku dijmin komkujiyên il ser gelê me zêde kir, di salvegera Komploya Navneteweyî ya 9'ê Cotmehê de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Arnos perwerdeya xwe ya destpêkê ya li nava refên gerîla li herêma Avaşînê wergirt, li gel xwezaya bêhempa ya Avaşînê ji nêzîkatiyên hevrêyên xwe bi bandor bû û di jiyana xwe ya şoreşgerî de hewl da dilsozê bîranînên van hevrêyên xwe be. Ji bo dilsoziya bi hevrêyên xwe yên ku di pêşvebirina wî de kedeke xwe ya mezin hebû, her tim hewl da ku bi xurtî tevlî bibe. Hevrêyê me Arnos piştre ji bo wextekê li herêma Qendîlê gerîlatî kir, li vir jî bi dîsîplîn û dilsoziyeke mezin tevlî nava kar bû. Jiyan, tevlîbûn û şehadeta hevrêyên xwe yên fedaî bi bandor bû, ji bo dilsozê bîranîna van hevrêyên xwe be û têkoşînê bi ser bixîne, xwest tevlî nava karên Hêzên Taybet bibe. Li ser vê bingehê di sala 2018'an de beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû, şens bi dest xist ku têkoşîna xwe bigihîne asta herî bilind. Di her gavê, her nefesê de hewl da xwedî li bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd derkeve û bi dilê xwe yê pak û saf li her cihî li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirinê. Lewma bû yek ji wan hevrêyan ku hevrêyên wî dixwest pê re kar bikin. Afirandina xwe li ser felsefeya Rêbertî ji bo xwe kir karê beriya her tiştî û ji bo bibe hevrêyekî baş ê Rêber Apo û wezîfeyên hevrêtiyê bêkêmasî bi cih bîne kedeke mezin da. Bi qasî ku Rêber Apo fêhm kir hewl da bixe pratîkê, gihîşt wê têgihiştinê ku tenê bi vî rengî dikare bibe bersiv ji keda Rêberê me re. Di karên Hêzên Taybet de gelek wezîfe bi rengekî serketî bi cih anî û li nava hevrêyên xwe bû cihê baweriyê. Tecrûbeyên xwe yên bi salan bi hevrêyên xwe re parve kir û tevkarî li pêşvebirina wan kir. Hevrêyê me Arnos yekîtiya hestê bi xwe re afirand, hevrêyên ku ne li gel wî bû her tim hîs kir û ji bo wan çi ji destê wî dihat hewl da bike, feraseta ku her hevrêyek parçeyek ji Rêber Apo ye di jiyana xwe de bi hevrêtiya xwe nîşan da. Heta ku gihîşt şehadetê fedaîtî ji xwe re kir şêweyekî jiyanê û biqasî têkoşîna xwe bi şehadeta xwe jî wê pêşengiyê ji me re bike.[1]