הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 523,059
תמונות 105,777
ספרים 19,704
קבצים הקשורים 98,652
Video 1,420
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
LEPÊN TARÎ
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

LEPÊN TARÎ

LEPÊN TARÎ
#LEPÊN TARÎ#
Mehmet Ozalp (Bîranîn)Weşanên DOZê, Çapa yekem Gulan 2021
Birêz Mehmet Ozalp, di hilbijartina 26ê Adara 1989an de bi ser dikeve û dibê serokê şahredarîya Tetwanê. Li gor gotina wî (“berîya ku wexta min (wî) biqede, bi mecbûrî, di sala 1994an de min (wî) Tetwan terk kir...”) serokatîya Şahredarîya Tetwanê meşandîye. Ji sê salan zêdetir ev kar kirîye.Wek ku navê xebata qurteçîroka xwe a dema şehredarîya xwe jî bi nav kirîye; ev dem perçak ji jîyana tarî a Bakûrê Kurdistanê ye. Bi vê bawerîyê jî nivîskar birêz Mehmet Ozalp navê vê demê li pirtûka xwe kirîye. Lepên Tarî.
Lepên Tarî; tenê çîroka herêmek ji Bakûrê Kurdistanê a wan salên tarîye. Lê her gundik, gund, navçe û bajarên Kurdistanê, yek bi yek xwedî çîrokên taybet yê vê demê ne. Birêz Mehmet Ozalp, bi berpirsîyarîyek dîrokî, beşek ji kurteçîroka vê demê, bûyerên li kendal, gelî, navçe, çîya, gund û zozanên Kurdistanê, ku bi van lepên tarî qewimîne, tomar kirîye.Di van salên ku miletê Kurd, li seranserê Bakûrê Kurdistanê, di navbera dewleta tirk û PKK de êsîr mabû, raserî zilmek mezin hatîye. Di vê demê de, ji hêlekê de dewletê, ji hêla din de PKKê, çeqoberî miletê Kurd daye ber xwe. Bi gotina nivîskar:“Kesên ku ne ji PKKê bûn, gorî PKKê ‘merivên dewletê’ bûn. Dewletê jî digot; ‘kesên ku ne ji me bin, terorîst in û endamên PKKê ne’. Dizanim pir kesên, xwe di navbera vê cenderê de dihesibandin. Lê bêdeng bûn.” (r.221)
Li Bakûrê Kurdistanê, di navbera 1990 û 2000an de bi dehhezaran mirov hatine kujtin, wenda kirin. Nêzî 4500 gundik û gund hatine şewitandin û vala kirin. Bi destê van herdû hêzan tofanek mezin li serê miletê Kurd rabûye. Hemû dînamîkên Kurdistanê telef bûne. Nêzî 10 milîyon Kurd welatê xwe terikandîye û li metropolên tirkan raserî xîzanî, asîmîlasyon û malxerabîyek mezin bûye. Qîz û bûkên me sêwî, bêkes li kuçeyan rû bi rûyî tund û tûjîyan hatine. Cendekên ciwanên me deh deh, bist bîst bê xwedî, bi rojan li ber zinar û berqefan mane. Rewşa Bakûrê Kurdistanê, kilîda malxerabîya îroyî di wan salan de ye.
Ji hêlekê de dewleta Tirkan, ji hêla din de PKK, kurdan dide ber xwe. Lêpirsîn, revandin, girtin, kuştin, wenda kirin bûne bûyerên rojane li wan salan. Metirsîyek mezin dikeve pêsîra miletê Kurd. Civat bi destê van herdû hêzan, bi meteqûlkan, bi bedêldan û qahremanîyek sexte, bi çîrokan terorîze dibe û têt dîzayn kirin. Bi gotina nivîskar ku hevdîtinek bi berpirsên PKK re tîne ziman:“dewlet têra xwe zordestî li me dike. Qet nebe hûn me rehet bihêlin.” (r.212) Tîne ziman ku ev dîtin bêmane ye! Ji ber ku; “Lê wisa xuya dikir, tu înteresa wan ji tiştên ku min digot re tunebû. Min fahm kir ku ez vala xeber didim.” (213) Ev zilma giran, bi stratejîya dewletê ya şerê taybet hatîye meşandin. Ji hêlekê de civat têt dîzayn kirin, ji hêla din de jî li ser welatparêz û kurdperweran, xwedî şexsîyetan jî metodên derûnî tên meşandin. Nivîskarê me, vê derûnîya nav kurdperwer û niştimanhezan bi van xetan şîrove dike:“tirsa herî mezin, ya ser kuştinê re jî xwarina mohra ‘îxanetê’ bû. PKK bi rehetî dikarî kesekî, bi îxanetê tohmetbar bike. Wî wextî, warê sîyasî de, qîymeta kirin û bawerîyên meriv tunebû. Gorî min, kuştin ji xwarina mohra îxanetê çêtir e. Miletên ku bi îxanetê bê sûcdarkirin xwe, ji laşê meriv de tevizîyan tîne xwarê. Piştî wê xebera ku milîs anîbû, ez neçim hevdîtinê, ew bi serê xwe problemek bû ku wê serêşeke din derxistaya pêşîya min. Divê ez destûr nedim ku rewş bigîhîje wê qonaxê.”(r.216)Pirtûk têra xwe tije, dewlemend û bi zimanekî zelal di pirtûkê de; ev bûyer, hemahengî ya di navbera armancên hêza dewletê û PKK de, wahşeta ku li herêmê meşandine, yek bi yek hatine qeyd kirin û nivîskar bi berpirsîyarîyek dîrokî kirîye malê dîrokê. Nivîskar, bê teref, bi berpirsîyarîyek mezin ev zilm û zordarîya ku wan salan li ser miletê me, bi stratejîyek taybet hatîye meşandin tomar kirîye.
Ji kuştina kurê Dr. Rodî Demirkapî û birîndarîya Dr. Rodî bigire; heta revandin û kuştina sê kesên ji Tetwanê, heta kuştina 13 gundîyên Karûkan, revandin û kuştina kurê Îshaq, Firat Tepe û kuştina Parêzer Şewket Epozdemir û heta cesedên bi şevan li kêleka rêyan dirêjkirî û bêxwedî, heta bi sedan bûyeran hatine qeyd kirin.Birêz Mehmet Ozalp, di pirtûkê de, bi berpirsîyarîyek dîrokî, bêteref, sade şahidîya dîroka herêma Tetwanê ya demek kurt dike.PKK, li herêmê bi gotina nivîskar, “nivişt li ser niviştê ji esnaf, bezirgan, kesayetîyên berbiçav” re dişîne, pereyên ji quweta wan zêdetir ji wan dixwaze û yên ku nedin jî tehdît dike. Ev metod li henber birêz M. Ozalp jî têt bikaranîn. Di rewşek wisa de birêz M. Ozalp dibêje;“Mirovên min, hevalên min her yekî wextên ku ji hevûdu cûda da çûbûn bal PKKê, qala rewşa me ji wan ra kiribûn, lê mixabin tu tişt nehatibû guhertin. Her carê em dizîvirîn û dihatin li serê pêşî û rewş ji cara berê jî xirabtir dibû. Daxwazên wan tu carî xilas ne dibûn û ji cara berê jî zêdetir dibûn.” (r. 217)Birêz M. Ozalp dîyar dike ku; tirsa PKK û tirsa dewletê li ser wan bi hev re hebû û ev tirs, roj bi roj bandora xwe zêde dikir!“Bûyerên di herêmê de diqewimîn, roj bi roj zêdetir dibûn û herdû alî jî bê kontrol dixuyan. Bajar piştî nîvro saet sisê û nîv (3.30),çaran (4.00) de vala dibû. Ji tirsan kesek li derve nedima. Herkes diçûn malên xwe, derî û pencerên xwe digirtin. Paşê dengên sîleha li ser bajêr bilind dibûn...”(r.233)
Salên ku birêz M. Ozalp di “Lepên Tarî” de bahs dike. Salên ku di nav gundik û gundên Kurdistanê de dê weledên xwe avêti bûn:“Xelkê mal û milkên xwe dihiştin cî de û diketin li ser rêyan û gorî îmkanên xwe, dûr an jî nêzîk, li bajarên dîtir belav dibûn. Piranîya xortên wan jî diçûn û digihiştin PKKê. Piştî valakirina gundan, hejmara PKKyîyan di herêmê de pir zêde bibûn. Piranîya wan bêçare, xeşîm û bêtecrûbe bûn.” (r.233)Ev hemû dînamîkên Kurdistanê bûn û di vî şerê taybet û biqirêj de telef bûn.Pirtûk bi raya min, mînakek serkeftî ya nivîsandina bîranînan bi xwe ye. Belgeyek hêja ye. Sipas dikim ji birêz M. Ozalp re ku ev berhem dîyarî dîroka Kurdistanê kir.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 414
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | http://www.rojnameyakurdistan.com/ - 08-05-2023
פריטים המקושרים: 2
הספרייה
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 14-02-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 08-05-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 08-05-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 08-05-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 414
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 523,059
תמונות 105,777
ספרים 19,704
קבצים הקשורים 98,652
Video 1,420
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
Folders
הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - גיליון כורדי הספרייה - ניב - עברית הספרייה - Publication Type - הספרייה - PDF - מאמרים - מפלגה - מפלגת פועלים כורדים מאמרים - מפלגה - מאמרים - ספר - גיליון כורדי מאמרים - ספר - מחוכם מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.328 2!