הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,351
תמונות 105,044
ספרים 19,482
קבצים הקשורים 97,751
Video 1,402
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
”Dê û weledê xwe davêjin!” / ”Dê, weledê xwe davêjin!”
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Siddik BOZARSLAN

Siddik BOZARSLAN
=KTML_Bold=”Dê û weledê xwe davêjin!” / ”Dê, weledê xwe davêjin!”=KTML_End=
Siddik BOZARSLAN

Di derbarê Tehcîra Ermenan ya 1915an û Tehcîra Kurdan ya 1916an da li herêmên cuda gelek çîrok hatine gotin, kesên ku wan bûyerên hovane jîyane, wan çîrokên xwe gotine, dane zanînê û neqlê neslên nû kirine. Lê demek hatîye, ew pîr û kalemêrên kurd û ermen ku wan wehşetan jîyane, ji vê dunyayê koç kirine û hin şopan li pey xwe hiştine. Ev gotinên ”Dê û weledê xwe davêjin!” û ”Dê, weledê xwe davêjin!” ku hatine gotin, jibo nifşên nû adeta bûne gotinên pêşîyan.
1.Ji gundê Licê Dingilhewayê haydarîyên nivîskar Roşan Lezgîn weha ne:
”Di 1914 an da ji malbata me sê zilamên kamil hebûne, her sê jî bi zorê hatine birin jibo enîya şer û ew nezivirîne malên xwe (yanî hemî mirine). Şeş zarûkên (pênc kur û keçek) kalê me yê mezin Evdilayê Dilê Îsî hebûne. Kûrê mezin Fetih, hê 15 salî bûye, ew digel bavê xwe çûne şer. Paşê xebera wefata Fetih hatîye. Li gundê me yê sê-pênc xaneyî 7 zilam bi zorê birine şer û tu kes ji wan nezivirîye mala xwe. Li gundê me tenê 8 zilam hebûne ku temenê wan jorî 15 salî bûne. Ji vana Mahmut Çelik, di despêkê da neketîye destê qereqolê, lê paşê ew hatîye girtin û bo rêkirina eskerîyê wî birine Hêne (Hani). Ji ber ku qefîle tunebûne, ew bi tenê bûye û liwir ew ji alîyê qerekola eskerîyê ve tê kuştin. (bifikirin, tenê ji ber ku demek qaçax maye û dema tê girtin jî, xwedêgiravî divê wî rêkin enîya şer, lê ew li wir dikujin; yanî wî xortê kurd wek potansiyel sucdar dibînin ku ev jî numûneyeka genocideyê ye.)
Ev mîsala gundekî Licê, jibo tevayîya gundên Licê û gundên hemî qesebeyên dî jî weha wekhev bûne. Wek numûne, li navenda Licê ji dervayê memûrên dewletê, tu zilamên musulman ên kemilî nemane, ji ber ku hemî zilaman birine enîyên şer.
Ji gundê Sincikê ku girêdayê Erganî ya Dîyarbekrê ye, Nacîye Akyüz ya 80 salî û Xalê Cano (Cahît Öz, ji devê bavên xwe weha dibêjin:
”Gundê me Sincik, gundekî mezin e. Piştî bangkirina seferberlixê, çend xismên muxtarê me, bi behaneya karên aşvanîyê û köşkerlikê li gund mane, ji 72 kesên di navbera 17- 50 salî da bûne, 68ê wan birine enîya şer. Balkêş e ku ew 68 kesên ku birine şer, kes ji wan paşda venegerîyane”. (bi gotineka dî hemî mirine.)
3. Kahraman Oğuz ku ji gundê Xiro (Bağözü) yê girêdayê Gerçüşê ye û îro di nav sînorê Batmanê da ye, weha axifîye:
”Ji dervayê Silêmanê Mahmo ku nexweşê girêdayê livînan bûye, zilamên kemilî yên gundê me hemî çûne şer û tu kesek paşda nezivirîye.”
4. Hasan (58 salî), ji qeza Kulpê girêdayê Dîyarbekrê ye, jibo enîya şer weha gotîye:
”Dema min pîrika xwe nas kir, ew ji 100 salî bihurî bû. Kalê min heta 120 salî jîyaye. Li gora gotinan ji gundê me 93 kes çûne enîya şer û ji wan tenê 3 kes bi saxî zivirîne malên xwe. Kalê min jî li enîya Bedlîsê hatîye kuştin.
Nivîskar Nusret Aydin ji qeza Egilê(Gêl) girêdayê Dîyarbekrê, jibo şer weha gotîye:
”Di Şerê Cîhanî yê Yekemîn da, jibo di Enîya Kafkasyayê şer bikin, ji alîyê Hukumeta Îttîhat- Terakkîyê ve kalê min (bavê dayîka min) û 3 mamên min rêkirine şer. Jibo equbeta mamên min Kamil û Adem, heta roja îroyîn jî tu xeberek nehat sitandin. Li gora gotegotek mamê min Adem, fîrar kirîye (ji eskerîyê revîyaye), di rê da li bakurê herêma Dicleyê, ji alîyê çeteyên ermenan ve hatîye kuştin. Mamê min Sabrî jî, fîrar kirîye û zivirîye mala xwe… Li gora mamê min Sabrî sefalet û birçîtî di merhaleyeka herî bilnd da bûye, sipîyan eskeran xwarine, xilas kirine, ji wan şertên dijwar ew jî bûye fîrarî… Ji kalê min jî tu xeberek derneketîye.”
Mehmet Alî Usal ji Kiği ya Bingölê (Çewlik) weha dibêje:
”Kesên berê gotine ku, ji gundên Hazevîn û Sixandinê 80 çûne şer. Wekî dî, bi saya çêkirina alayên sivîl, hêzên rusî li ber Çemê Hozvîtê hatine rawestandin.”
Ji Hîzanê ya Bedlîsê Îbrahîm Aslan weha diaxife:
”Kalê min ê mezin Telî Beg, li dijî rusan şer dike. Bi xelatan (madalya) hatîye xelatkirin. Piştî ku rus ji herêmê vekêşîyane, kalê min digirin û serê wî jêdikin. Jibo îbretê serê kalê min bi darikek ve girê didin û di destê kurê wî Arif Beg da li Hîzanê didin gerandin. Kurê wî yê mezin Cemîl Beg jî tê tewqîfkirin û wî rêdikin Dîyarbekrê. Çi qas wext paşê ye ez nizanim, lê paşê ew serbest tê berdan.”
Mikaîl Kocaman ji gundê Kartoyê (Alakoç), girêdayê Çêrmik a Dîyarbekrê, dibêje:
”Çar birayên kalê min çûne şer, tu kes ji wan nezivirîye.”
Muhammed Nesebî yê 140 salî, ji gundê Êrsê (Gedikaşan) ku girêdayê Eruh ya Sêrtê ye, hevpeyvîneke wî di Televizyona Rudawê da derçûbû. Wî weha gotibû:
”Li dijî rusan cara ewil eşîrên kurdan serîhildan. Orduya Osmanî du gulle jî neteqand. Di orduya rusan da mezinê ermenan Aram Paşa bû. Piştî şer ew dihere ba Lenîn û pêşnîyaz dike ku rus piştgirî bikin jibo yekkirina kurdan û dewleteka şirîkatîya kurd û ermen were avakirin. Lê Lenîn guhdarîya wî nekir.”
Di pêvajoya şer da li kenarê Çemê Batmanê qezayek bi navê Elmedîne hebûye (lê di 1926an da ketîye bin avê û ji erdnîgarîyê xirab bûye). Salmezinên herêmê gotine ku piştî seferberlixê li Elmedîneyê zilamên di navbera 15- 45 salî da bûne, tu kes nemane. Ji ber ku li Elmedîneyê hukumet hebûye, kesên kaçax tunebûne û her kes çûne eskerîyê. Li gora haydarîyan gundên girêdayê Elmedîneyê, Gundên Recebayê (Tilmiz, Êlih, Êrmî, Koruk,..), Gundên Sinikayê (Zercil, Biherziq, Basork, Kanîrewal,..), Gundên Ramanê (Şikefta, Keferzo, Barisil,..), dîsa girêdayê navendê wek ji Gundên Girêsîra, Girbereşik, Mozgelan bi tevayî nêzîkî 1000 kes, li ser banga seferberlixê çûne şer û sedî 10yê wan jî nezivirîne. (Celal Temel, eynê eser r. 75-77)
Wek me di van numûneyan da û di hin nivîsarên dî yên çûyî da bi xetên qalind dît, civata kurd ku bindestê osmanîyan bûye, ni nav xwe da xwedîyê rêxistineka neteweyî nebûye. Rêxistinên ku di nav civatê da hebûne jî li gora hunandina eşîran, begleran, axaleran û şêxan û paşayan bûne ku ew bi serê xwe problemeke mezin bûye. Ji ber ku felsefeya wan hunandinên civakî li ser hîmê gotineka pêşîyên me şîn bûye û şikil daye civatê. ”Xelk, mal û dewlet diafirîne; axayê me kolosê xwe dixemilîne.” Ev gotina pêşîyan nîşan dide ku rêberên civata me ya wê demê, qasê nîv metre jî pêşîya xwe nedîne û loma nikaribûne di nav xwe da rêxistineke fireh û neteweyî ava bikin. Loma ew bûne muxatabê mirinê ku di dereceya genocideyê da bûye. Ez di nivîsareka dî da dixwazim bi hûrgilî li ser vê felsefeyê rawestim.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 450
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 19-05-2023
פריטים המקושרים: 2
מאמרים
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 27-02-2022 (2 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חברתי
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 19-05-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 20-05-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 20-05-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 450
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,351
תמונות 105,044
ספרים 19,482
קבצים הקשורים 97,751
Video 1,402
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
Folders
ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל הספרייה - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - ישראל ביוגרפיה - אנשים מקלידים - זמר הספרייה - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מפלגות וארגונים - ארגון - ידידות הספרייה - ספר - ההיסטוריה

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.547 2!