=KTML_Bold=Qetlîama Sêwazê=KTML_End=
İkram Oguz
Sal 1993.
Demsal havîn…
Ji mehan Tîrmeh…
Ji rojan, roja Înê…
Agir bi Madimakê ketibû, mirovatî dişewitî…
Komela Çandî ya Pir Sultan Abdal li Hotêla Madimakê bi nave ‘Şahîyên Pîr Sultan Abdal’ şahîyek lidarxistibû.
Bi sedan rewşenbîr û nivîskar û humermendên Tirk û Kurd û Elewî beşdarî şahîyê bibûn.
Pirsgirêkên cîvakî yên Tirkîyê, bi taybetî pirsgirêkên Elewîyan dinirxandin û nêrînên xwe bi hev ra û bi aşîtîyane parve dikirin.
Komek olperest û nijadperestên Tirk jî, li ber derê Hotêla Madimakê kom bibûn…
Bi gef û kiryarên ji mirovîhîyê dûr, bi êrişekî hovane agir berdidan hotêlê û hotel û kesên di hotêlê da dişewitandin.
Lazek berê di mala Xwedê da nimêja înê kiribûn.
Derketibûn derva û berê xwe dabûn Madimakê…
Madimak bibû dojeh, ew jî bibûn zebanîyên dojehê.
Yê ku sere xwe ji nav alava agir derxista, derî û pencere serda digirtin û di nav alavê da dihîştin.
Zebanîyan der û dora Madimakê zeft kiribûn, qêrîn û qîjîna nivîskar û hunermend û rewşenbîran, bi alav û dûmana agir va bilind dibû û digihîşt erş û ala…
Hemû beşdarvanên şahîyê di Madimakê da asê mabûn.
Yên ku xwe ji alava agir xilas dibûn, derdiketin qatên jor û xwe ji pencereyên hotêlê ra diavêtin xarê.
Yên ku mîna Asim Bezîrcî û Nesîmî Çîmen kal û bêçare jî di nav alav û dûmana agir da diman, saxî bi saxî dişewitîn.
Li Madimakê mirov û mirovahî dişewitî.
Ji Sêwaza xopan tenê dengê selewatan dihat.
Ne polêsek, ne jî leşkerek xuya dikir, di nav kuçe û kolanan da…
Merîya digot qey erd qelişîye û poles û leşkerên dewleta Tirk di bin erdê ra çûne xarê.
Ne tenê Sêwaz, Enqere jî bêdeng bû.
Serokkomar Silêman Demirelê gergedan lal, serokwezîr Tansu ya çîlzer kor, cîgirê wî Erdalê qirût jî mîna bavê xwe kerr bû…
Agirê ku Erdalê qirût didît, Tansu ya çîlzer çavê xwe lê digirt û nedidît, qerîn û qîjîna ku dihat guhê Demirelê gergedan, Erdalê qirût nedibihîst.
Ew jî bi bêdengîya xwe bibûn şirîk û parêzvanên zebanîyan.
Ji dûr va li agirê ku Madimakê dişewitand, temaşe dikirin û li şewat û mirina beşdarvanên şahîyê dipan.
Di ronahîya rojê da, ji rewşenbîr û nivîskar û hunermend û beşdarvanan, 33 kes û du xebatkarên hotêlê şewitîn.
Azîz Nesîn û 50 kes jî birîndar ji mirinê filitîn.
Bi saetan şûnda zebanî ji derdora Madimakê vekişîyan, dûra poles û leşkerên dewletê jî ji bin erdê derketin ser kuçe û kolanan.
Piştî bûyerê 35 kes hatin binçavkirin.
Dûra hêjmara binçavkirîyan derket 190 î û ji wan 124 kes bi tawanbarîya bûyerê hatin dadgehkirin.
Salan şûnda hêjmara tawanbaran daket 33 ê yan.
Ji wan 8 kes di sala 1997an da ji girtîgehê fîrar kirin, yên mayîn jî bi awayekî hatin berdan.
Ji 26 parêzvanên zebanîyan yek çend sal şûnda bu wezîrê dadê û xwespêrên xwe di girtîgehê da zîyaret kir, 4 kes jî heta niha di parlamentoya dewletê da bûn gelwekîl.
Hemû zebanîyên wê demê, di navbera 27 salan da destê xwe şûştin û bûn ferişte.
Zar û zêçên qurbanîyan jî wek zebanî tên binavkirin û loma îro jî nikarin bi eşkere dê û bav û birayên xwe bibîrbînin…
Hinek hê dibêjin, “de mok ra sî…”
Demokrasîya ku bi dojehê terbiyekirî…[1]