הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים
  529,655
תמונות
  107,241
ספרים
  19,939
קבצים הקשורים
  100,714
Video
  1,470
שפה
کوردیی ناوەڕاست 
302,621
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,875
هەورامی 
65,828
عربي 
29,191
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,920
فارسی 
8,920
English 
7,366
Türkçe 
3,590
Deutsch 
1,477
Pусский 
1,134
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
49
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
קבוצה
עברית
הספרייה 
5
מאמרים 
4
מפלגות וארגונים 
2
שונים 
2
ביוגרפיה 
1
MP3 
323
PDF 
30,367
MP4 
2,389
IMG 
196,114
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Kovan Sindî:(Mirov bi çi ziman derbrînê bike ji wî miletê dihêt hejmartin)
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kovan Sindî:(Mirov bi çi ziman derbrînê bike ji wî miletê dihêt hejmartin)

Kovan Sindî:(Mirov bi çi ziman derbrînê bike ji wî miletê dihêt hejmartin)
#Kovan Sindî# :(Mirov bi çi ziman derbrînê bike ji wî miletê dihêt hejmartin).
1.#Lokman Polat# : Birêz Kovan Sindî ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?.
Kovan Sindî: Ez li sala 1965ê li gundekê, li rojhelata Zaxo hatime jiyanê û her li wî gundî jî dest bi xwendina seretayî kir. Piştî têkçûna şoreşa îlonê li sala 1975ê, mala me ji gund koç kir û em li Zaxo ankincî bûn. Min li Zaxo jî berdewamî da xwendina xwe û li sala 1987ê xwendina amadeyî bi dawî anî. Li sala 1984ê min peywendî bi rêkxistinên nihênî yên PDK ra kir û bûm yek ji endamên PDK yên bi nihên di nav cergê dijmin da. Li payîza sala 1987ê rêkxirawa me ya bi navê, ’Bawer’ keşif bû, hinek ji hevalên me hatin desteserkirin û dawîyê 13 ji hevalên me bi destên rijêma Baas hatin sêdaredan. Ji wê rêkxirawê em tenê du kes ji destên rijêmê qurtal bûn û me xwe gehand deverên rizgarkirî di nav şoreşê da. Ez li komîta devera Zaxo li gel rêkxirawa,’ Mihabad’ bûm pêşmerge, û pişkdarî di gelek şerên giran da kir weke şerê Şeraniş, Dêmka, Dêrelok û deşta Sindîya. Rijêma Baas dêya min li gel babê min girtin zîndanê û ji wê egerê dêya min di dizînadê da wefat kir.
Piştî hêrişên Anfalan li devera Behdînan li sala 1988ê, ez jî ber bi bakurê Kurdistanê ve koçber bûm û li kempa penaberan ya li SeyranTepe ya Amedê akincî bûm. Lê li wê derê mercên jîyanê pir dijwar bûn, lewra ez ber bi Ewropa ve koçber bûm. Bêhtir ji salekê min li Atîna peytexta Yunanstanê jîyan kir û piştî hîngê li sala 1992ê gehiştim Almanîya û li bajêrokê Ahrensburg li herêma Schleswîg Holstein bi cîh bûm. Li wê derê bû maweyê salekê min li li bajarê Hamburg, li ’Welt Univesrsîtet’ zimanê Almanî xwend, lê ji ber barûdoxên jîyanê yên dijwar û aborek teng neçar bûm zanîngehê bihêlim.
Li dawîya sala 1997ê, çûm bajarê Aarhus li welatê Denmark, li wê derê jî min dest bi xwendinê kir û li sala 2000-2001ê li zanîngeha Aarhus beşa derûnnasî hatim wergirtin.
2. Lokman Polat :Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e û naveroka wê li ser çiye?.
Kovan Sindî: Li sala 2005ê min dîwanek helbesta bi navê ’Çirayê Şev’ çap kir. Piştî wê dîwana helbestan, min dest bi nivîsîna yekemîn berhema xwe ya romanê, ya bi navê ’Rojên Êtûn’ kir û li sala 2007ê bi tîpên Kurdî-Latîn hat çap kirin. Naveroka Rojên Êtûn piranî li ser Anfalên devera Behdînan e. Piştî çapkirina Rojên Êtûn, min dest bi nivîsandina romana ’Nalînên Peravan’ kir, û li sala 2010ê berga yekem li weşanxaneya ’Han Verlag’li Berlîn hat çap kirin û berga duwem jî li sala 2011ê her li Berlîn li weşanxana Han hat derxistin.
3.Lokman Polat: Min romanên cenabê te xwendiye. Te ji blî romanan pirtûkên çîrok û helbestan jî nivîsiye û weşandiye yan na?.
Kovan Sindî: Belê weke min li jor amaje pê daye, dîwanek ji helbestan jî bi navê ‘Çirayê Şev’, weşandîye.
4.Lokman Polat: Tu ji başurê Kurdistanêyî. Li başur rewşa weşangeriya kurdî û weşanxaneyên kurdî yên ku pirtûkên kurdî diweşînin çawa ye?.
Kovan Sindî: Bi giştî rewşa weşanxaneyan li başûr û helbet li gor dîtina min nebaşe. Gelek nivîskar neçar dimînin berhemên xwe dişînin derveyî welêt ji bû weşandinê.
5.Lokman Polat :Li başurê Kurdistanê qet pirtûkên te hatine weşandinê?.
Kovan Sindî: Belê, dîwana min ya helbestan ‘Çirayê Şev’ li sala 2005ê û romana ‘Rojên Êtûn’, li sala 2007ê li Duhokê hatin çap kirin.
6.Lokman Polat :Pirtûkên çîrok û romanên nivîskarên kurdên başur li bakurê Kurdistanê têne weşandin, lêbelê yên nivîskarên bakurî li başur nayêne weşandin. Çima?.
Kovan Sîndî: Helbet egerên xwe hene, yek ji wan egeran berhemên nivîskarên bakurî bi tîpên latîn in, egereke din jî ew e ku nivîsakrên Bakur ne pêwîstin ku li başûr pertûkan çap bikin ji ber ku li bakur têra xwe weşanxane hene.
7.Lokman Polat: Hinek kurdên rojava pir pesnê Selîm Berekat didin. Romanên wî ji romanên tevahiya kurdan baştir û serketîtir dibînin. Binêr min du romanên wî yên ku ji arebî wergerandine kurdî xwendiye, bi qasê romanên Jan Dost, Bavê Nazê, Helîm Yusiv, Merwan Berekan, Vejîna Kurd û hwd, nayê. Tu çi difikirî? Ez şaş im yan ew kurdên ku pesnê Selîm Berekat didin şaş in?.
Kovan Sindî: Bi dîtina min, kesên weha bawerî bi xwe nîn e, lewra xwe nizim dibînin û xelkî di ser xwe da mezin dibînin. Kurdan jî nivîskarên baş hene.
8.Lokman Polat :Li Iraqê û li başurê Kurdistanê kurdekî nivîskar ê arabî nivîs yê navdar heye yan na. Li bakur Yaşar Kemal, li rojava Selîm Berekat, li rojhilat jî yek heye navî niha ne di bîra min de ye. Li başur kî ye?.
Kovan Sindî: Nizanim, ez bi xwe kesî nas nakim!. Di biyavê helbestê da hebûn lê yên romannivîs kesî nas nakim.
9.Lokman Polat: Gelek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?.
Kovan Sindî: Ev derdê Kurdaye, mixabin!. Ez bi xwe wan kesan weke Kurd nas nakim, ji ber ku ew xizmet û xulamtîya zimanên biyanîyan dikin. Li gor têgehên fîlosofî, civakî û derûnnasî ziman kesayetîya mirov e. Mirov bi çi ziman derbrînê bike ji wî miletê dihêt hejmartin. Min carekê ji helbestvanek bi regez Kurd û Erebî-nivîs pirsî: Tu çima helbestan bi zimanê Kurdî na nivîsî?. Bersiv da û got: Zimanê Kurdî lawaz e. Min jî lê vegerand û gotê: Tu lawazê ne zimanê Kurdî, û qisûrî ne ji zimanê Kurdî ye belê ji te bi xwe ye. Platon dibêje: Yê nizane sazê bijene, kêmasî ne ji sazê ye belê kêmasî ji lêderê wê ye…!.
10.Lokman Polat: Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî? Û li rojavayê Kurdistanê niha rewş çawaye?.
Kovan Sindî: Rast e edebîyata Kurdî ya gelêrî dewlemend e, lê rewşa edebîyata Kurdî ya nivîskî ne li gor astek pêwîste û mixabin qelse. Her weha eger ta radeyekî hebe jî, xwendevan kêm e û giringîyê pê nade û penayê dibe zimanên serdestan. Eger em li ser edebîyata Kurda li başûr û rojava biaxivin ew jî tuxûbdare lê ez bawerim ber başîyê ve diçe.
11.Lokman Polat: Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e? Û bi vê pirsê ve girêdayî, li başur herî pir kîjan cure pirtûkê têne nivîsîn û weşandin?.
Kovan Sindî: Bi dîtina min helbest li pêşe û heta li van salên dawî jî bêhtir pertûkên helbestan dihatin weşandin û ev jî dihêt wê wateyê ku hêj jî bîrmendîya mirovê Kurd nebûye hişmendîya romanê û bi taybetî di biyavê ravekirinê da.
12.Lokman Polat: Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e. Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?.
Kovan Sindî: Di derbareyê rexneyê da, mebesta min rexneya zanistî, em gelek qelsin û nebûna rexneyêya edebî bûye egerek sereke ya lawazîya deqên wêjeyî. Kesên xudan şiyan yên rexnegirên zanistîyên edebî di nav me da peyda nebûne ku bişên bi şêweyek zanistî, derûnî, raveyî, fîlosofî û hebungerî deqên wêjeyî şirove bikin. Heta niha jî mixabin me rexneyek serveyî, lawaz, tenik û bêast heye.
13:Lokman Polat :Li başurê Kurdistanê rexnegiriya edebî di çi rewşê de ye û çi radeyê de ye?.
Kovan Sindî: Ez bi xwe jê ne razî me û ne li astek başe.
14.Lokman Polat :Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te? Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?.
Kovan Sindî: Bi dîtina min me rexnegirên xudan şîyan nîn in.
15.Lokman Polat: Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin. Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?.
Kovan Sindî: Dê kêfxweş bim eger rexne hebe. Zor normal e rexne li berhemên min bihên kirin, lê eger rexneyek kûr, zanistî û li gor serbawerên wêjeyî be.
16.Lokman Polat :Mijara berhemên te bi giranî liser çine?.
Kovan Sindî: Naxwazim bêjim, gereke vekoler biaxivin.
17.Lokman Polat: Dibêjin ne hemû bin jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî?.
Kovan Sindî: Belê, ez romanên Kurdî dixwînim û min li ser nivîsandîye jî.
18.Lokman Polat: Te qet pirtûkên min xwendine? Heger xwendine, kîjan xwendine? Min ev pirs ji gelek nivîskarên din kiribû, di encamê de ez gihîştim vê qeneetê ku bi rastî jî piraniya nivîskarên kurd pirtûkên hevûdu naxwînin. Lêbelê ez dixwazim pirtûkên romannivîsên başurê Kurdistanê bixwînim. Tu dikarî navên çend romannivîsên başurî pêşniyaz bikî ku ez û xwendevanên kurd em wan bixwînim.
Kovan Sindî: Belê min pertûkên te xwendin e. Min berhemên te, Paradîs û Robîn xwendin e. Ez nikanim kesî pêşniyaz bikim ku berhemên wan bixwînî, bila mafê kesî neyê gêvirandin.
19.Lokman Polat : Çawa ku di berhemên edebîyata cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Bi taybetî jî wêjeya kurdî a devkî, kilam û stranên kurdî ji hêla erotîzmê ve gelek xurt e. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.
Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?.
Kovan Sindî: Gelek normal e ku tiştên weha di edebîyatê da hebin, ji ber ku edebîyat perdeyê bi ser çi karan da nagire, berûvajî perdeyê ji ser dihelîn e. Di romanên min jî da Erotîk, û evîn heye û min bi xwe jî di romanên xwe da giringî bi wî babetî daye.
20.Lokman Polat: Di hinek romanên min de û di hinek romanên Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min bi nav kir û yên din ku di wan de erotîzm, pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî?.
Kovan Sindî: Belê min helbet ne hemû, lê min berhemên hinek ji wan xwendine, bi taybetî yên Loqman Polat, Firat Cewerî, Mehmed Uzûn, Helîm Yusif, Mîr Qasimlo û Yildiz Çakar jî. Helbet derbirînên wan ji hev cuda ne û bi taybetî jî saloxdan lê dîsan min ciwan dîtin.
21.Lokman Polat : Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye? Û romanên te di kategoriya kîjan ekola wêjeyî de ne?.
Kovan Sindî: Bêguman kênca edebîta cîhanî li ser şêwazê nivîsîna romanên Kurd heye, bi taybetî jî Realîzm, magîkrealîzm, Romansîzm, eksîstentîyalîzm û fantasîzm. Di derbareyê berhemên min da, şopên Realîzmê, Psykoanalysê û Hebûngerî hene. Min ne dixwest bêjim, lê we pirs kir.
22.Lokman Polat :Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?.
Kovan Sindî: Xeyal heye di berhemên Kurdî da, bi taybetî jî li başûr.
23.Lokman Polat : Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe. Ji bo wê jî mijar hewce dike. Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in, hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?.
Kovan Sindî: Normal e eger biyografîk bin, lê ger bi şêwazek peçinî û tevinek raçandî bihên dariştin. Berhemên Kurdî yên nûjen jî piranî li ser babetên Evîn, Siyasî û civakî ne. Helbet ev jî giring û pêwîstin. Di derbareyê naveroka berhemên min da , bila bersiv bimîne xema xwendevan û rexnegiran eger hebin.
24.Lokman Polat : Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?.
Kovan Sindî: Helbet berhem têvel in, mirov nikan e bi hêsanî vavêre, lê ez ji berhemên Hesenê Metê, Jan Dost û Loqman Polat hez dikim.
25.Lokman Polat: Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?.
Kovan Sindî: ez niha li ser berhevkirina dîwanek helbestan dixebitim, omêdwarim çap bibe û bigehe destên xwedevanan.
Lokman Polat: Gotina te ya dawî…
Kovan Sindî: Spas ji bû vê hevpeyîvînê, bi omêda serkeftina gelê me û pêşdaçûna edebîyata me. Her hebin.
Lokman Polat : Spas ji bo bersîvên te. [1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 1,196
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | candname.com 07-06-2023
פריטים המקושרים: 5
ביוגרפיה
מאמרים
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 05-06-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
ספר: לשוני
ערים: Zakho
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על 07-06-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 07-06-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ڕۆژگار کەرکووکی ) על: 04-07-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 1,196
Attached files - Version
סוג Version שם עורך
קובץ תמונה 1.0.1179 KB 07-06-2023 ڕاپەر عوسمان عوزێریڕ.ع.ع.
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים
  529,655
תמונות
  107,241
ספרים
  19,939
קבצים הקשורים
  100,714
Video
  1,470
שפה
کوردیی ناوەڕاست 
302,621
Kurmancî - Kurdîy Serû 
88,875
هەورامی 
65,828
عربي 
29,191
کرمانجی - کوردیی سەروو 
16,920
فارسی 
8,920
English 
7,366
Türkçe 
3,590
Deutsch 
1,477
Pусский 
1,134
Française 
324
Nederlands 
130
Zazakî 
85
Svenska 
57
Հայերեն 
49
Italiano 
40
Español 
39
لەکی 
37
Azərbaycanca 
21
日本人 
19
Norsk 
14
עברית 
14
Ελληνική 
13
中国的 
12
קבוצה
עברית
הספרייה 
5
מאמרים 
4
מפלגות וארגונים 
2
שונים 
2
ביוגרפיה 
1
MP3 
323
PDF 
30,367
MP4 
2,389
IMG 
196,114
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Folders
מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל הספרייה - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - Kurdistan הספרייה - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מפלגות וארגונים - ארגון - ידידות מפלגות וארגונים - ארגון - אמנותי הספרייה - ספר - ההיסטוריה מאמרים - ספר - נשים

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.75
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.547 2!