הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,638
תמונות 104,738
ספרים 19,286
קבצים הקשורים 97,567
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd

Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd
Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd.
Nivîsandina ji aliyê:#Çorê ARDA#، 24-03-2023
“Li gor Freûd, dabeşeke ezitî-xwebûnê ne teqez be jî divê hinekî derhişîn e, heta dibêje piraniya wê derhişî ye, yanî ne wekî berîhişîn diziye. Hiş, di mirov de hêla rûzemînê temsîl dike. Yanê tiştên ku ji derveyîn tên xwe li pergala ewil digire ev cih e.
Têgihîştin ji bo Ezitiyê an jî xwebûnê rolên di xweajoyên Îdê de dilîzin temsîl dike, lê xwebûn berevajî îdê, êqil û aqilê selîm temsil dike. Xwe-bûn jî xwestekên Îdê, wekî xwestek û daxwazên xwe dixin pratîkê.” (1) Em têdigihên mirov di hundirê xwe de kaotîk e, nakokî û paradoksal in, loma dixuye xwe-bûneke xwerû ya mirov tuneye. Nexwe meriv dibêje qey xwerûbûn ne pêkan e, ji ber ku mirov ji terefê Îd, Ego, Super-ego an jî têgihîştin, hiş, berîhişîn, binhişîn û derhişin ve tê rêvebirin. Ango mirov ewil çawa têdigihîje, çawa wateyê dide têgihîştinên xwe girîng in. Têgih û têgihîştin bo destpêka psîkoanalîzmê muhîm e. Çimkî mirov li gor vê têgihîştinê tevdilive. Esas di psîkoanalîzmê de hemû têgih û lêvên mirov girîng in. “Bi awayekî psîkoanalîtîk xwe-bûn ne pêkan e, dê her kêm be.” Çimkî di bin konê Îd, ego û superegoyê de xwe-bûn-Ezîtî mezin dibe. Xwe-bûn tim tê rûxandin, tim têk diçe, xwebûn xwedî pirnasnameyî û pirkesayetî ye. Sedemeke wê jê yek haz e(Îd) û xweajoyên hazê ne. Xwebûn paradoks e, komplîke û ne xwerû ye, bi awayekî bêjeyî xwerû dixuye, lê naaa! Ne xwerû ye. Haz, xwerûbûna wê dirûxîne nahêle xwerû bimîne, erosa xwebûnê lîbîdo dirûxîne. Çimkî xwe-bûn di bin dîwarên Îd û superegoyê de avahiya xwe dibilindîne, xwebûn ji gelek hêlan ve radikişe, ji ber ku radikişe nahêle xwe-bûn wekî xwe bimîne. Dema pitikên tên dinyê xwerû ne, xwe ne, paşê bi destên me û li gor fikr û ramanên me dîwarê xwe-bûna avahiya wan tê qorkirin. Helbet li gor teoriya Lacan a bi navê” Teoriya Neynikê” jî zarok li diçin li dijber neynikê li xwe temaşe dikin, li dijber neynikê tevgerên cihêrengîn pêk tînin û xwe dişopînin, xwe dinasin, kesayeta xwe ya dirûvîn dinasin û guherînên li ser bedena xwe temaşe dikin. Helbet tevgerên zarokan ên wê serdemê tevgerên dînîtiyê ye, çimkî wekî xwe tev dilivin. Loma destpêka dînîtiyê a ewil di zarokatiyê de ava dibe. Çawa ku di felsefeya Platon a “Teoriya Sî yê de mirov xwe dinasin, li xwe hay dibin, û bi dînîtiya xwe dihesin ango li dijber siyê tevgerên dînîtiyê pêk tîne welew bi awayekî felsefîk bi dîtirbûnê dihesin û çav hebûna xwe dikevin, bi a-sîmetriya xwe re rû bi dimînin. Ji bo zarokan jî xwenasîn, tirs, lixwehayêbûn, hebûn û dînîtî li hember neynikê pêk tên,yanê alegoriya “Teoriya Neynikê” û a Sîyê xwebûnê û li xwehayêbûnê temsîl dike. Helbet rastiyê jî nîşan dide. Di felsefeya “Teoriya Sî” yê de dema mirov li çav siya xwe dikevin ditirsin ewil, paşê dinêrin tevgerên siyê û yên wan yek in, bi vî awayî xwe dinasin, li xwe hay dibin. Loma felsefeya “Teoriya Sî yê û a Naynikê” felsefeya xwenasîn û lixwehaybûyînê ye, dişibin hevdu hinekî, bi ya min ev destpêka dînîtiyê ye dişibe destpêka dînîtiya zarokan a li ber neynikê û dikarim bibêjim ev beşek e, “Teoriya Dînîtiyê” ye. Dînîtî jî xwebûn e, dînîtî destpêka ewil a entelektuelbûn û xwe-bûna resen û xwerûbûnê ye.. Yanê ji “xwe” yê bi ber xwe-bûnê ve diçin, an jî ji “Ez”ê ber bi “Ezîtiyê ve diçin, yanê her ku bi pêş ve diçin kesayet ava dibin, lê kesayetên nexwerû, ji xwebûnê dûr ava dibin. Çimkî ji pitikbûnê heta serdemekê Xwe-Ez heye û xwebûn-Ezîtî ava dibe. Piştî wê serdemê şûde xwebûna mirov dirûx e.
“Jung dibêje; Egoya bi hişmendî têkiliya wê bi du dinyayan ve girêdayî ye. Ji van dinya yek jê dinyaya derveyîn e an jî dinya berfirehîn e, a ku ji me dûr e, ya din jî ya hundirîn e an jî dinya objektîf ya psîşîk e. Li deredora egoyê ve girêdayî pirkesayetên cihê kombûn in. Ji nav van pirkesayatan Persona, Sî, Anîma an jî Anîmûs, Arketîpên û xwebûnî (self-selbest) ne. Persona: Li hember derveyîn maskeya mesafeya civakî ye. Di şanoya Antîk de bo karakteran ji hev veqetînin bikartînin.
Sî: kesayetên ku li dijber derveyîn û heta li hember xwe jî tiştên ji xwe jî tên veşartin, yanê kes-şexsê ku tiştên ji xwe jî vedişêre ango xwe dixapîne. Li gor Freûd ev der-hayjêhebûnî ye. Li gor Jung Persona û Sî bêtir hêla mirov ya derveyîn xuya dike.
Anima; Mêrên di heyata rastîn de kurtbûna lêgerînên jinên îdeal e. Animus jî bo jinan derbasdar e.”(2) Dema em li van pênaseyan û têgihan dinêrin em têdigihîjin xwe-bûn dijwar e. Hem ji hêla psîşîk û hem jî ji hêla derveyîn dijwar dixuye. Jixwe em dizanin tiştên bi psîşîzmê ve girêdayî be, heman demê têkiliya wê bi haz(îdê) ve jî girêdayî ye. Di psîkoanalîzmê de têgiha hazê û xwe-bûnê(Ez'ê) gelekî girîng in. Wekî em dizanin palpişta behlîfa hazê têgiha ÎD'ê ye, yanê bingeha xwe li ser esasê Îdê avakiriye. Em dizanin hêla mirov a heywanî ye, heke neyê qontrolkirin dê her tiştî birûxîne. Loma di psîkoanalîzmê de têgehên xwebûnê û Îdê gelekî girîng in. Di mirov de Xwebûn(ego-Ben) hêla pîvan û mêzînkirinê ye, êqil diteyisîn e. Lê belê a ku vê pîvan û mêzînê dirûxîne dîsa Îd e. Şerê navbera Super-ego û Îdê em giş dizanin bingeha wan haz in, lê ya ku wekî dadgerekî dikeve navbera herdu têgihan parêzer û dadgêriyê dike ego(Xwe-bûn) ye. Mijara me piranî li ser têgiha Xwebûn û Îdê ye. Avahiya qorkirina dîwarê xwebûnê bi demê û serdeman ava dibe, helbet dema di avabûna kirdebûna xwebûnê de rê û rêçikên asê dê her dem hebe, di zarokatiyê de dema xwebûna kirdeyî li xwe hayê dibe, a wê çaxê têgiha îdê(Hazê) dikeve dewrê, helbet li dijber hazê ego astengek e, ji ber vê astengbûnê zarok dikevin bin tesîra derûniya têkçûyînê û bi awayekî ruhî jî dikeve atmosfereke derûnî a ku ew ê bibêje ez ji tiştekî re nabim, bi kêrî tiştekî nayêm hwd...
“Li gor Freûd Psîkoanalîzm hunera şîrovekirinê ye. Lê belê êdî huner, li hember berxwedana nexweşiyên psîkoanalîst, bi lez û bez dixwazin vê berxwedanê jî ji holê rakin, armanca hunerê bo nexweşiyên psîkoanalîst, berxwedana nexweşan berbiçavî wan bikin da ku dev ji hêza xwe ya berxwedanî berdin, da ku bi mirovên din re têkevin têkiliyê... Armanc di vir de nediyariya navbera xwebûna hevgirtî û a ku hatiye binhişkirin ji holêrakirin e.”(3) Helbet dendikê ango qinê xwebûnê derhişî ye. Wekî em dizanin bingeha derhişiyê xwe dispêre xewnan, bilêvkirinên bêhemdî, gotinên bêhemdî yên ku ji nişka ve tên ser zimên asê dibin. Jixwe rastî jî di vir de veşartiye, a ku ji nişka ve dertê ser zimên, bingeha wê xwe digihêjîne hazê(îd) û derhişîna tarîxî, çimkî daxwazên û xwestekên hatine sînorkirin bi vî awayî xwe didin der, em jê re dibêjin heqîqet û rastî. Lacan dibêje a ku hatiye dagirtin divê vala bibe, yanê di kirdeyê de valahîne, qelîştekin hene, di van valahî û qelîştekan de xwe didin der, Lacan ji van valahî û derz û qelîştekan re dibêje Derhîşîn yanê bingeha derhişînê em dibînin bi çi awayî be jî bi şiklekî xwe dide der, heçî tiştên tên sînorkirin talî xwe didin der, îcar bi salan dema tişt bên sînorkirin an jî dewisandin dê bibe sedemê xwekêmdîyînê, helbet psîkoanalîzm jî ji malzarokê dest pê dike heta kamilbûna zarokan, heta berî malzarokê jî girîng e, dema du kes ango jin û mêrek bi hevdu re şa dibin, kêliya ku pev re şa dibin, bi kîjan derûniyê hev şa dibin, di kîjan fikaran de şa dibin, di çi şertî de, di rewşek çawa de dijîn û piştî hevşabûnê, zarokê bê dinyê giş girîng in. Helbet bo edebiyatê, felsefê û bo jiyanê ew kêliyên hevşavbûnê pir krîtîk in. Di hemû qadên jiyanê de roleke girîng digire. Mînak du kes bi dil hevdu re şa bibin, an jî yek bi dil û yê din bêdil şa bibin, piştî vê hevşabûnê de zarokên bê dinyê em bêjin bi edebiyatê û qadên teoriyê diştixilin, gelo kîjan dê serketî be, yanê bi rastî rotaya kesan û takesan di psîkoanalîzmê de girîng e. Rexne, teorî, wêje û felsefe hwd ji kîjan destan derketine girîng in. Loma Îd, ego û superegoya kesan muhîm in di qada heyatê de... Îro Salvador Dalî, Van Gogh, Nietsczhe, Cioren, Leonardo Da Vincî û hwd vana giş ne tesaduf in, di jiyana van kesan de tiştên krîtîk hene ku hatine di vê radeyê de derketinin. Loma serdemên zarokatiyê girîng in.
“Di jiyana zayendî ya zarokatiyê de dema zarok zû kamil dibin, xwestek û daxwazên wan yên li hember rastiyê di dika gihiştinê de têk diçin, di vê dika gihiştinê de bi êş û fediyên kûr diqede. Loma wendabûyîna hezkirinê û têkçûyînên hestên xwebûyîna narsîstîk di zarokan de birînên kûr yên mayînde çêdike. Ev jî dibe sedemeke “Hesta xwekêmdîyînê” Yanê piştî astenkirina hin tevgerên zayendî yên zarokan dê pêş de bibe sedemên nerazîbûnê, êdî zarok dê bibêjin ez ji tiştekî re nabim, bi kêrî tiştekî nayêm, nikarim bi serkevim. Li dijitî cînsê xwe têkiliya hezkirinê, xewnên şikestî û êdî li hember êşên hazan (netêrkirinên hazan) dê rûbirû bimîne.”(4) Vana giş dibin sedemên xwekêmdiyînê loma dê hesta hezkirinê li cem zarokên wiha bar bikin. Helbet tiştên ku em behs dikin bi zemên re eleqedar e, bi heyaman ve eleqedar in bi carekê ve çênabin. Dema bûyerên wiha pêk were, helbet derhişî û binhişiya wan zarokan tijî dibe, bi demê re, ji vê rewşê re em dibêjin derhişiya tarîxî... “Şêwaza pêdiviya fikrên zemên û uzamê a feylesof Kant îro bi awayekî psîkoanalîst tê şîrovekirin. Di hundirê xwe de pêvajoya derhişîn de em têgihiştin “ Bê Zemanbûn e.(5)” Yanê bi zemên re ti tişt bo wan naguherin, em nikarin zemên li ser wan biceribînin. Yanê kesên têkçûn di wext û serdema xwe de êdî zeman jî dê nikaribe vê rastiyê ji holê rake, çimkî di dema xwe ya krîtîk de derba xwe xwariye, tenê belkî dewsa derbê bê dermankirin lê birîn dê her birîn be....Di kesên derbxwarî de têgehên psîkoanalîtîk têde tijî ne, Kesên derbxwarî de narsîzm, sadîzm, androjenî, şîzoîdî, pirnasnameyîn û pirkesayetîn mewcût in. Jixwe her mirovî de narsîzm, sadîzm, androjenî, şîzoîdî, pirkesayetîn û pirnasnamebûn mewcût in. Tenê yên derbxwarî de hîn zêdetir in. Kesê-n wiha cihê ne, ji civakê cûda ne, taybet in û xweser in. Mirov çima xwedî pir nasname ne, ji ber ego(Ez, Xwe-bûn,), Îd(Haz) û Superego(Ehleqê) ye. Mirov ji ber van têgihan şerê wan yên şexsî her daîm didom in. Kîjan hêla mirov xurt be, desthilatdariya wan dikeve bin hukmê wê têgihê, lê belê kîjan hukumdariyê bike jî talî bingeha hukumdariyê haz e. Aqilbikaranîn jî haz e, hazbikaranîn jî haz e. Helbet haz tenê ne zayendî ye, haz heman demê metapsîkolojîk e jî(aborî+topokrafîk+dînamîk), her wiha haza xwarin û vexwarinê, haza aboriyê, haza desthilatdariyê, haza eşqê, haza civakî, haza xwezayê û hwd çimkî di bingeha hazê de kêfxweşî û çoşî heye, zewq heye, azwerîn û arezû heye, otorîte heye, loma haz di hundirê xwebûnê de têgiheke girîng e.
Sûdwergirtin:
2)Dîroka Psîkîyatrî, Alî Babaoğlu, Okyanus
1,3,4, 5) Haz Îlkesinin Otesinde, Freûd, Metis.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 375
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | diyarname.com 17-07-2023
פריטים המקושרים: 2
ביוגרפיה
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 24-03-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 94%
94%
נוסף על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על 17-07-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 17-07-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 17-07-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 375
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,638
תמונות 104,738
ספרים 19,286
קבצים הקשורים 97,567
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Folders
ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל הספרייה - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - ישראל ביוגרפיה - אנשים מקלידים - זמר הספרייה - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מפלגות וארגונים - ארגון - ידידות מפלגות וארגונים - ארגון - אמנותי

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.328 2!