הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 522,651
תמונות 105,736
ספרים 19,696
קבצים הקשורים 98,586
Video 1,419
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Cemil Oguz : Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Cemil Oguz : Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?

Cemil Oguz : Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?
=KTML_Bold=Cemil Oguz : Di 30 salên dawî de çend pirtûkên kurdî çap bûne?=KTML_End=

Emê di vê nûçeyê de lîsteyeke teqez a pirtûkên bi kurdî yên 15 salên dawî derketine pêşkêş bikin. Pêre jî emê lîsteyeke pirtûkên bi kurdî yên 30 salên dawî, lîsteyeke giştî derxin pêş. Û herî dawî emê ji pisporan bipirsin ku ka meseleyê çawa dinirxînin. Berî vê, ev ji ku derket?
10 roj berê şêwirmendê Selahattin Demîrtaş Zinar Karavîl li min geriya, got, “Berî min dane te, gotine encax ew dizane” û du pirs kirin, “Yek, li Tirkiyeyê çend heb pirtûkên kurdî têne firotin, didu, di 10 salên dawî de çend pirtûk derketine?”
Ji bo pirsa yekem min got îstatîstîkek wisa nîn e, lê tiştên giştî hene. Ya diduyan jî min got ez her sal lîsteyê saz dikim, bikeve Diyarnameyê, sal bi sal tuyê lîsteyê bibînî, te nedît, bigere ezê ji te re derxim.
Sal bi sal min lîste amade kiribû, lê sal bi sal min not negirtibû, nedabûn serhev ku di 10 salan de çend pirtûk derketine. Paşê di twitterê de weşanger û pirtûkfiroş Bawer Berşev pirsa “Heta niha çend pirtûkên kurdî derketine?” kiribû û paşê ji Diyarnameyê hatibû pirsîn ku çend pirtûk derketine. Piştî min ev pirsa wan jî dît, min got “Ez li ser bixebitim.”
=KTML_Bold=JI 2007’AN HETA 2022’YAN=KTML_End=
Min berê xwe da arşîva xwe. Sal bi sal ez lê geriyam û min not derxistin. Ji sala 2007’an ve (wê salê ligel Dawud Rêbiwar me amade kiribû) ez her sal lîsteyê bi hezar zehmetiyan amade dikim. Û encam: Ji sala 2007 û heta dawiya 2022’yan bi temamî 3295 pirtûkên bi kurdî (kurmancî, kirmanckî) li Bakur û Tirkiyeyê derketine.(1) Ji bo sal bi sal hejmarê jî li tabloyê binêrin. Di van 15 salan de herî zêde sala 2021’ê pirtûk derketine ku wê salê gihîştiye 377 pirtûkî.
=KTML_Bold=YÊN LATÎNÎ KETINE LÎSTEYÊ=KTML_End=
Li Bakur kêm be jî bi tîpên erebî jî pirtûk çap bûne lê me yên latînî amade kiribûn. Ev hemû pirtûkên bi latînî ne û piraniya wan hemû bi hejmara yekemîn derketine. Di salên dawî de pirtûkên berê li weşanxaneyeke din derketibin ez naxim lîsteyê, loma dibêjim hejmara yekemîn. Belkî pêdivî pê hebe ku mirov yek bi yek bi çi cureyî ne jî li ser bixebite, lê jêre ked û demek dirêj divê.
=KTML_Bold=PIRTÛKÊN BERÎ 2007’AN=KTML_End=
Berî 2007’an çend pirtûk derketine? Bersiva vê pirsê zehmet e. Lê bi rehetî ez dikarim ku hejmara salên 90’î cuda ye, hejmara salên 2000’î cuda ye.
Niha em ji belgefîlmê “Rewşen”ê (2) hin agahiyan bidin: “Roja 12’yê avrêla 1991’ê li Tirkiyeyê zagona bi hejmara 2932’yan diguhere û ev yek rê li ber ‘weşanên ji bilî tirkî’ vedike. Bi vê re kurd jî dest bi derxistina weşanan dikin. Ji bilî rojname û kovaran, pirtûkan jî çap dikin. Heta sala 2000’î her sal encax 10 pirtûkên kurdî derketine. Di sala 2002’yan 10 nivîskarên kurd yekemîn pirtûkên wan derketine.”
Ger em vê agahiyê wekî agahiyeke giştî hesab bikin û bijmêrin ji sala 1990’î heta 2000’î encax 100 pirtûkên bi kurdî derketine. Û em sala 2000’î heta dawiya 2006’an jî wekî agahiyeke her sal 50 pirtûkî bihesibînin jî 6 salan de encax em xwe digihînin 300 pirtûkî. Û encam: Ji sala 1990’î ve heta niha hejmara pirtûkên ku li Bakur û Tirkiyeyê derketine digihîje 3695 hebî. Yanê nagihîje 4 hezar hebî.
Çîroka weşangeriya kurdî ya 30 salan bi vî rengî ye. Baş e lê kesên eleqedarê vê meseleyê çi dibêjin? Ji van hinên raste rast di nav meseleyê de ne me xwe gihand wan. Yek ji wan Suleyman Çevîk e.
=KTML_Bold=ÇEVÎK: REQEMEK BAŞ E LÊ LI GOR NIFÛSÊ KÊM E=KTML_End=
Suleyman Çevîk xwedî û edîtorê Weşanxaneya Nûbiharê ye. Ligel pirtûkên kurdî ew ligel hevkarên xwe ji sala 1992’yan ve kovara Nûbiharê çap dike. Loma jî yek ji kesên ku em vê lîsteyê pê bidin nirxandin jî Çevîk bû. Ew qala realiteyê dike û dibêje, “Dema em li nifûsa kurdan binêrin û bipirsin ew qas pirtûk bes in, helbet ne bes in. Bi mîlyonan kurd hene, belkî bi qasî tirkan nifûs heye. Ji aliyê nifûsê ve pir kêm e. Lê di şertên Tirkiyê de, di 100 salan de dem hebûne bi deh salan tiştek çap nebûye. Piştî avabûna Komarê heta salên 60’î 35 sal teqrîben tu tişt nehatiye çapkirin. Dîsa heta salên 90’î ji bilî çend tiştên biçûk tiştek tune ye. Belkî hin bulten filan hene. Salên 90’î heta niha em binêrin gor van salan reqor e. Bazarek hêdî hêdî çêbûye. Erê weşanxane bi îmkanên firotin belkî nikarin îdara xwe bikin, supsansiyon hene, hinek ji weşanxaneyan pere digirin, lê dîsa jî êdî nifşek nû derketiye, dixwînin. Komên xwendinê hene, însanên kitêbên kurdî dixwînin derketine, ev çiqas nikaribin weşanxaneyan li ser lingan bigirin jî hene.”
=KTML_Bold=‘ZORÊ BIDIN DEWLET Û PARTIYAN‘=KTML_End=
Weşanger Çevîk ji bo bazareke baştir û pêşketina kurdî dibêje “divê em zorê bidin dewletê rê li ber kurdî veke” û van gotinan lê zêde dike, “Em zorê bidin dewlet rê li ber kurdî, rê li ber dersê veke. Dema ders hebe wê feyde jêre çêbe. Dîsa partiyên me, saziyên me vê meseleyê ji xwe re bikin derd, giraniya xwe bidin kurdî, xelk bixwînin wê feyde çêbe. Gere em vê meseleyê bixin rojeva van. Xebata xwe bi kurdî bikin. Heta niha kurd jî bi têra xwe li ser nesekinîne. Em wisa bikin bi vî awayî pêşiya kurdî belkî vebe. Kurdî bibe zimanê dersê. Dîsa em dikarin ligel mamosteyên kurdî xebatên kolektîf bikin. Li zarokên ku dersên kurdî dixwînin pirtûkan belav bikin. Bi vî awayî wê bazar baştir belav bibe.”
BERŞEV: LI GOR REWŞA KURDÎ YA LI BAKUR HEJMAREKE NE XIRAB E
Vê carê em berê xwe didin pirtûkfiroşekî. Li bazara pirtûkfiroşiya kurdî navenda mezin Pirtuka Kurdî ye ku online pirtûkan belav dike. Bawer Berşev xwediyê Pirtûka Kurdî ye. Di heman demê de xwediyê Weşanxaneya Dara ye jî. Ew jî yek ji wan kesan bû ku di vî warî de dikaribû gotinan bêje. Me serî lê da, ew dibêje, “Li gor rewşa kurdî ya Bakur ne hejmareke xirab e. Lê ev çapa ku hatiye kirin jî sedî 30’yê wî xapînok e. Kêm çap dikin, naxin piyaseyê. Hinek weşanxane û hinek kes hene mebesta wan tenê ew derxistina wê pirtûkê ye, ew pirtûk belav dibe, digihîje gel, nagihîje ne xema wan e. Tenê derd li facebook twitterê de bêne dîtin. Sedî 20-30’yê wan wisa ne. Îhtîmal heye nêzî 4 hezar hebî bin ev pirtûk, lê tenê çap bûne. Ev wekî hejmar ne xirab e lê hejmareke xapînok e.”
Berşev qala girîngiya naveroka pirtûkan jî dike û wisa didomîne, “3-4 hezar pirtûk, an jî salane 300 pirtûk ne xirab e ger pirtûk baş bin. Çimkî bi ya min niha li Bakur derdorek xwîner heye belkî bigihîje deh hezarî, dema tiştek baş derkeve dixwînin, lê hin pirtûkên hin weşanxaneyan yan jî yên hin nivîskaran hîç nakirin, hîç. Pirtûk baş be piyase jî geş dibe. Mesela di lîsteya we ya par de gelek pirtûkên hin weşanxaneyan hebûn, ew çiqas ketin piyaseyê? Nakevin piyaseyê loma jî piyaseya pirtûkfiroşiya kurdan jî geş nabe. Ger pirtûkên baş bin her sal 300 pirtûk, ne xirab e, helbet li gor her kesî başbûn cuda ye.”
Pirtûkfiroş û weşanger Berşev bazara kurdî dide ber bazara weşangeriya gelên din jî û van gotina tîne ziman: “Helbet li gor bazara tirkî ne bazarek mezin e, lê helbet tirkî jî ne li gor îngilîzî, erebî ne bazarek mezin e. Ji bo mezinkirina bazara kurdî jî heta statuyek çênebe, heta dibistan venebin çareyek ji bo mezinkirinê nîn e.”
Rêbiwar: Mixabin em nikarin qala bazarek bikin
Û Dawûr Rêbiwar. Rêbiwar ji salên 90’î ve bi awayekî di nav vî karî de ye. Ev bi ser 15 salan re ye jî piraniya kovarên bi kurdî mîzanpaja wan ji aliyê wî ve hatiye kirin. Dîsa gelek pirtûkên bi kurdî jî. Û ligel van nêzî 10 salan jî wî ligel hin hevalên xwe heta ku dewr kirin Weşanxaneya Peywendê bi rê ve dibir. Me serî li wî jî da. Rêbiwar salên berî 2000’î û piştî vê demê cuda dinirxîne û dibêje, “Sedema kêmbûna hejmara pirtûkên salên 90’î û berî 90’î tê zanîn… Di îmkanên wê demê de, ew hejmar jî serkeftinek bû… Esas ji 2010’an şûn de, bi taybetî piştî ku deriyê dibistanan û zanîngehan li kurdî vebû, medyaya civakî ket jiyana mirovan di hejmara çapkirina pirtûkên kurdî de geşedaneke berbiçav çêbû, zêdebûna hejmara xwendevanên kurdî hêviyên weşanxaneyan xurt dikir. Heman salan îmkanên weşangeran yên ku berhemên ku çap dikin bigihînin xwendevanan jî zêde bûn, bi taybetî fûarên pirtûkan ku di coşa festîvalan de derbas dibûn bi serê xwe tiştek muhîm bû.”
Rêbiwar balê dikişîne ser “Pêvajoya Çareseriyê” û van yekan lê zêde dike, “Bi xerabûna pêvajoya çareseriyê re, atmosfera xirab a giştî bandorek neyênî li piyaseya kurdî jî kir. Bi ser de covîd û krîza aborî karê weşangeran zehf zehmet kir. Maliyeta çapkirina pirtûkekê gelek zêde bû, ev rewş her diçe zehmettir dibe. Hejmara pirtûkên kurdî ku di salek de çap dibin (li dor 300) baş bixuye jî bi qasî ez dişopînim firotan gelek kêm bûye. Ji ber vê gelek weşanxane li matbaayan wekî ofset çap nakin û bêhtir berê xwe dane dijitalê. Em niha baş nizanin ji 300 cure pirtûkên çap bûne, her yek çend li hatiye çapkirin, lê texmînek me heye û her wisa hin rewşên em dibin şahid. Ji 300 pirtûkên tên çapkirin nivî zêdetir di biniya 100 libî de tên çapkirin. Loma jî mixabin em niha nikarin behsa bazarekê bikin.”[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 845
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://rojava.net/- 07-08-2023
קבצים הקשורים: 1
פריטים המקושרים: 17
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 05-08-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: נתון
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 07-08-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 12-08-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 845
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 522,651
תמונות 105,736
ספרים 19,696
קבצים הקשורים 98,586
Video 1,419
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
Folders
מפלגות וארגונים - ארגון - ידידות מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי ביוגרפיה - - ישראל ביוגרפיה - אנשים מקלידים - זמר הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - גיליון כורדי הספרייה - ניב - עברית הספרייה - Publication Type -

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.5 2!