Nav:#Beytocan#
Dîroka jidayîkbûnê: 1955
Dîroka koçkirinê: 12-09-2022
Cihê jidayîkbûnê: Farqîn
Cihê koçkirinê: Swêd
=KTML_Bold=Jîname=KTML_End=:
Diyarname
Hunermend Beytocan li Swêdê ji ber nexweşiya qansêrê dihat dermankirin lê vê sibê canê xxwe ji dest da.
Hunermend Beytocan di sala 1955'an de li Farqîna Amedê hatiye dinê. Di dema derbeya 12'yê rezbera 1980'ê de ji ber xebatên siyasî hat girtin, 6 sal û nîv girtî ma. Beytocan piştî bberdanê jî têkoşîna xwe dom kir. Wî dest avêtibû muzîkê jî. Di sala 1990'î de yekem kaseta xwe derxist. Ji ber rewşa giran mecbûrî berê xwe da Ewropayê û di sala 1991'ê de li Swêdê bi cih bû.
Li wir xebata xwe ya muzîkê dom kir. Bi navê Axîna te Nalîna Min û Bist û Yekê Adarê albumên wî derketin. Herî zêde stranên wî yên wekî Diyarbekir Mala Min, Keçika Diyarbekir, Agir Ketiye Dilê Min li ser zar û zimanan belav bûn.
Beytovan ev demek bû ji ber qansêrê dihat derankirin. Yekem car di sala 2020'î de hat emeliyetkirin. Paşê hinek hat ser xwe, lê dîsa rewşa wî giran bû. Û vê sibê xatir xwest.[1]