הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,730
תמונות 105,191
ספרים 19,550
קבצים הקשורים 97,853
Video 1,415
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Rewşenbîrî şervantiya azadiyê ye
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Rênas Jiyan

Rênas Jiyan
=KTML_Bold=Rewşenbîrî şervantiya azadiyê ye =KTML_End=
#Rênas Jiyan#

Di navbera şervanekî azadiyê û serbazekî de ferqin hene. Ew herdu jî dibe ku di kategoriya leşkeran de bin lê ne wekhev in: Serbazek ji bo meaşê xwe şer dike lê şervanekî azadiyê ji bo azadiyê şer dike. Di serbaz de ya girîng kâra wî ya takesesî û terfî ye lê di şervanê azadiyê de kâr û terfî tune ne, armanca wî civak e, dadmendî ye, rastî ye. Şervanê azadiyê fedakar e lê serbaz berjewend e. Şervanê azadiyê di hiş de piştî pêş dikeve dibe şervan lê di serbaz de pêşketina hiş tune ye, hişmendiya wî qels e. Şervanekî azadiyê piştî xebateke hiş a giran, piştî lêpirsîneke hiş a dijwar, piştî lêkolîneke hiş a kûr biryar dide ku bibe şervanê azadiyê. Ji bo wî ev, biryareke pir dijwar e, dipirse, dirame, diêşe. Di vê qonaxê de mirin dibe mamosta wî, ew li ber destê mirinê perwerde dibe. Ev dibe sedem ku bîreke wî ya xurt çêbibe. Ew li xwe dikole, hûr dibe, diponije, xwe nas dike. Di wî de hebûn û xwebûn û xwenasî pêş dikevin. Ji ber van hemû xalên sereke mirov nikare şervanekî azadiyê wek serbaz û leşkerekî jirêzê bihesibîne.
– Baş e, wê çaxê mirov şervanekî azadiyê dikare di kîjan kategoriyê de binirxîne?
– Mirov dikare wî di kategoriya “rewşenbîr”iyê de binirxîne.
Rewşenbîrî jî fedakarî ye, rastbêjî ye, azadîxwazî ye. Çawa rewşenbîrek mecbûr be yekî hişyar be, şervanê azadiyê jî mecbûr e yekî hişyar be. Gelek têgehên ku di rewşenbîriyê de hene di şervantiya azadiyê de jî hene, xalên wan ên hevpeş pir in.
Ji bo rewşenbîriyê zanîn hewce ye lê mirov nikare bi tenê bi zanîna zêde bibe rewşenbîr. Heke wiha bûya wê “hişê çêkirî” (artificial intelligence) ango robot jî rewşenbîr bûya. Heke zanîna yekî hebe ew nabe rewşenbîr dibe yekî “zane”. Lê li gel zanîna yekî heke di wî de azadîxwazî, wekhevî, fedakarî û wêrekî jî hebin ew kes êdî dibe “rewşenbîr”.
Kesê rewşenbîr jî şervan e; şervanê azadiyê ye, şervanê wekheviyê ye, şervanê rastiyê ye… Mirovê ku ne şervanê azadiyê be nikare bibe rewşenbîr. Bê têkoşîn û fedakarî û bawerî ne şervantî çêdibe ne jî rewşenbîrî. Hem ji bo şervantiya azadiyê û hem jî ji bo rewşenbîriyê wêrekî pir girîng e. Mirovê newêrek nikare şer bike, nikare bibe şervan, nikare bibe rewşenbîr.
*
Ti şoreş bê rewşenbîriyê çênabe. Di pêvajoya şoreşan de rola rewşenbîriyê pir bilind e. Jixwe ji ber vê bilindahiyê ye ku pêvajoya şoreşê dest pê dike. Ma heger Voltaire, Rousseau û Diderot tune bûna şoreşa Fransayê pêk dihat? Ma heger Thomas Paine û Franklin û Jefferson tune bûna şoreşa Amerîkayê pêk dihat û Amerîka ji bindestiya Îngiltereyê rizgar dibû? Ev kesayetana li gel nivîskariya xwe wek şervanan şer jî kiriye.Vana şervanên mezin in.
*
Civaka bindest du qonaxên wê hene: Yek, qonaxa bêtevger û dudu, qonaxa bitevger. Di qonaxa yekem de civak bê rewşenbîr e, tê de ti tevger nîn e, çewisî û melisî ye. Lê di qonaxa duyem de civak êdî rewşenbîrên wê hene, bi tevger e, serhildêr e, li ser xwe ye. Divê mirov van herdu qonaxan tevlihev neke, heke tevlihev bike wê bêje; “Di civaka bindest de rewşenbîr tune ne.” Lê ev fikreke pir şaş e. Civaka bindest di qonaxa yekem de rewşenbîrên wê tune ne lê di qonaxa duyem de rewşenbîrên wê hene û pir in. Rewşenbîrên wê hene ku xebatên şoreşgerî pêk tên, rewşenbîrên wê hene ku ber bi şoreşê ve rêveçûnek heye; ma bê rewşenbîr tevger û şoreş çêdibin? Helbet na.
Vê gavê fikreke pir çewt e mirov bêje; “Di civaka kurdan de rewşenbîr tune ne.” Niha civaka kurdan di qonaxa xwe ya duyem de ye, ango civakeke bitevger e, civakeke şoreşane ye û ji ber wê jî di civaka kurdan de rewşenbîr hene. Ev rewşenbîr ne bi tenê nivîskar, rojnameger, siyasetmedar û hunermend in, helbet vana rewşenbîr in, lê ji bilî vana hemû şervanên azadiyê jî rewşenbîr in, hemû kesayetên welatparêz jî rewşenbîr in. Di civaka kurdan de her berxwedêr û têkoşer û welatparêz di heman kêlîkê de rewşenbîr e jî; ji ber ku bîr û wijdan û wêrekî û bawerî û fedakariya wan heye. Ne hewce ye ku mirov ji bo bibe rewşenbîr nivîskar an jî akademîsyen be, heke mirov xebatkarê azadiyê be bes e. Heke di civaka kurdan de tevgereke azadiyê hebe –ku heye–, wê çaxê ne gengaz e di nav kurdan de rewşenbîr tune bin. Di qonaxa duyem a bi tevger a nêzî şoreşê de civakên bindest rewşenbîrên wê ji rewşenbîrên civakên serdest pirtir in; ango vê gavê civaka kurdan rewşenbîrên wê ji civaka tirkan pirtir in.
*
Di nav tirkan de nivîskar, rêveber, akademîsyen û her wekîdin mirovên ku rewşenbîr tên hesibandin bi piranî dewletparêz in. Dewletparêzî nabe rewşenbîrî, dibe leşkerî, dibe mamûrtî, dibe bîatkarî, îteatkarî, timakarî… Di nav civaka tirkan de ên mîna “rewşenbîr” tên hesibandin bi piranî ji dewletê re xulamtiyê dikin. Ê ku xulamtiyê bike nabe rewşenbîr, dibe xulam. Ji ber wê, ne di nav kurdan de, lê di nav tirkan de rewşenbîr tune ne; ya jî mirov bêje pir kêm e çêtir e, tunebûn ne xweş e ji ber ku. Heke di nav civaka tirkan de rewşenbîr hebûna (ya jî pir bûna) wê rewşa civaka tirkan ev çend ne malxerab, tarî û paşverû bûya; heke di nav civaka tirkan de rewşenbîr hebûna (ya jî pir bûna) wê kurd azad bûna û welatê wan Kurdistan bihata naskirin û qebûlkirin. Rewşenbîr, wekhevî û rastî û azadiyê diparêzin, ne bindestiya miletekî din.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 513
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://xwebun1.org/ - 19-10-2023
פריטים המקושרים: 12
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 09-09-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 19-10-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 20-10-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 20-10-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 513
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,730
תמונות 105,191
ספרים 19,550
קבצים הקשורים 97,853
Video 1,415
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Folders
מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל הספרייה - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - Kurdistan הספרייה - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מפלגות וארגונים - ארגון - אמנותי הספרייה - ספר - ההיסטוריה מאמרים - ספר - נשים הספרייה - ספר - לשוני

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.282 2!