הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,996
תמונות 106,682
ספרים 19,298
קבצים הקשורים 97,306
Video 1,392
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake

Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake
=KTML_Bold=Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake=KTML_End=
#Azad ZAL#

* * *Di vê rewşê de dema ku em li kurdan dinêrin mixabin kurd bê xwedî ne. Hema bibêje li her derên dinyayê kurd hene. Kurd welatiyên her welatî ne, lê xwedî tu welatî nîn in.Li kîjan welatê dinyayê kî ji kî aciz bibe bela xwe di kurdan dide. Kî bixwaze hesabê xwe bi yekê din re bibîne vê bi birina êrîşên bi ser kurdan re hesabê hev dipîvin. Mixabin li vê dinyaya beredayî bi tenê kurd girêdayî ne. Mixabin û sed mixabin li vê dinyaya beredayî fîl pev diçin lê di bin lingên fîlan de wekî çêreyê kurd têk diçin. Qey mafê kurdan tune ye ku wekî miletên din bijîn û bi serbestî bikaribin tev bigerin…Qey mafê kurdan tune ye ku wekî gelên din bijîn û bi serbestî bikaribin rêxistin û saziyên xwe yên siyasî, çandî, aborî û civakî ava bikin û biparêzin…Ma qey mafê kurdan tune ye ku bibêjin ‘em kurd in û serbilind in’.Belê mafê kurdan heye. Lê tiştek kurdan ji gel û netewên din kêm e. Ew jî hezkirin e. Kurd ji hev hez nakin. Kurd bi qasî ku ji yên derveyê xwe hez dikin ji welatiyekî/ê wekî xwe hez nakin.  Ji ber ku kurd ji hev hez nakin, li hev xwedî jî dernakevin. * * *Ez ji hemû kurdan hez dikim. Ji hemû kurdan… Ez ji kurdê/a herî baş û çak, jêhatî, zîrek, dirust û qehreman û çalak hez dikim. Ez ji kurdê/a herî nebaş, bêkêr, nejêhatî, nezîrek, nedirust, bêrûmet, pasîf û nerind jî hez dikim.Ez ji kurdê/a baş jî hez dikim, ez ji kurdê/a nebaş jî hez dikim…Ez ji kurdê/a pêşverû jî hez dikim, ez ji kurdê/a paşverû jî hez dikim. Ji ber ku ez kurd im ez ji hemû kurdan hez dikim. Ji hemû kurdan…Ez ji tirkên baş hez dikim, ez ji erebên baş hez dikim, ez ji farisên baş hez dikim, ez ji ewropiyên baş hez dikim, ez ji amerîkiyên baş hez dikim… Lê ez ji tirkên nebaş, bêbext, qelaş û tolaz hez nakim; ez ji erebên nebaş, durû û hişsivik hez nakim; ez ji farisên nebaş  hez nakim, ez ji ewropiyên nebaş û çavbirçî û qure hez nakim, ez ji amerîkiyên nebaş, pozbilind û zikmezin hez nakim… Ez ji ewropiyên xapînok û fisbîno, ji amerîkiyên bêbext, ji dinyayiyên bêdeng hez nakim…Ez kurd im ji xwe hez dikim û ji hemû kurdan… Ez kurd im dixwazim li xwe xwedî derkevim…* * *Di dinyayê de tu kesek ji kurdan hez nake. Heta ku kurd ji xwe, ji hev hez nekin tu kesek dê ji kurdan hez neke. Ev rastiyeke giştî ye. Ku mirov ji xwe hez neke kes ji mirov hez nake. Carina dibe ku hinek ewropî ji bo ku dilê me kurdan xweş bikin dibêjin; ‘em ji we hez dikin’. Hinek jî ji ber ku berjewendiyên wan di kurdî û kurdan de heye qaşo hez dikin. Hinek ji ber ku dilê wan bi kurdan ‘dişewite’, ji ber ku kurdan ‘belengaz û reben’ dibînin tênê welatê kurdan û dilê xwe bi wan dişewitînin. Heta ku kurd ji xwe hez nekin tu kes ji dil û can ji kurdan hez nake. * * *Hefteya borî li Belçîkayê, li welateke Ewropa, qaşo navenda demokrasî û pêşketinê êrîş birin ser televizyona Rojê. Ji aliyê hêzên ewlehiyê ve (biborin min çewt got, na xêr hêzên talangeriyê) avêtin ser Roj Tv’yê û bi awayê rasterast talangeriyeke modern pêk anîn. Ez şaşwaz nemam. Di ewropiyan de ev rihê têrnexwarê xwînê hê jî heye. Ku ev rih bi gurê devbixwîn re hevpariyê bike û ku mesele jî kurdên bêxwedî bin ev gelek normal e. Li Ewropaya ku di şevekê de bi fermana papayek 130 hezar kes hatibin qetilkirin, li Ewropaya ku xwîn û keda hemû dinyayê hatibe mijandin û xwe pê xwedî kiribin, bûbin demokrat û pêşverû, li Ewropaya ku bi şerê 30 salan, bi şerê 100 salan û du şerê dinyayê bi pêncîmilyonan mirovan kirin qurban helbet dagirtina ser yek ji televizyoneke deng û rengê kurdan normal e. Ew dikarin bi pîne û paçikan vê yekê rewa jî bibînin. * * *Ez ji tirkên nebaş, bêbext, qelaş û tolaz hez nakim; ez ji erebên nebaş, durû û hişsivik hez nakim; ez ji farisên nebaş  hez nakim, ez ji ewropiyên nebaş û çavbirçî û qure hez nakim, ez ji amerîkiyên nebaş, pozbilind û zikmezin hez nakim… Ez ji ewropiyên xapînok û fisbîno, ji amerîkiyên bêbext, ji dinyayiyên bêdeng hez nakim…Ez kurd im ji xwe hez dikim û ji hemû kurdan…* * *Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake.* * *Sersaxî: Nivîskarê hêja Rizoyê Osê hefteya borî roja înê çû ser dilovaniya xwe. Bila serê qada nivîsbariya kurdî û malbat û heval û hogirên wî sax bin. Giyana wî bi rehma Xwedê her şad be û sebr û aramî para yên mayî be… Azad ZALazadzal@hotmail.comKaynak: Kurd li hev xwedîtiyê nekin kes li wan xwedîtiyê nake - Amîda Kurd
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 581
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://www.amidakurd.net/ - 18-11-2023
פריטים המקושרים: 7
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 10-03-2010 (14 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: חברתי
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 96%
96%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 18-11-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 18-11-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 581
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,996
תמונות 106,682
ספרים 19,298
קבצים הקשורים 97,306
Video 1,392
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.485 2!