הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,351
תמונות 105,045
ספרים 19,482
קבצים הקשורים 97,752
Video 1,402
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Li ser Surra Hisretê û Çend Helbestên Din
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Li ser Surra Hisretê û Çend Helbestên Din

Li ser Surra Hisretê û Çend Helbestên Din
Li ser #Surra Hisretê û Çend Helbestên Din#
Yehya Omerî

Pirtûka bi navê Surra Hisretê û Çend Helbestên Din ya #Elîxanê Memê# çendek berê bi amadekariya Ferec Koyistanî ji nav Weşanên Pallê der çû. Pirtûk, dîwana Memê ya bi navê Surra Hisretê û Çend Helbestên Din û birrek helbestên wî yên di pirtûk û xebatên cuda cuda de hatine weşandin vedihewîne. Hin ji van helbestên derveyî Surra Hisretê bi ermenkî hatine nivîsîn ku ew jî her ji terefê şa’ir û nivîskarên wekî Eliyê Evdirehman, Fêrîkê Ûsiv, Çerkezê Reş û hwd. ve li kurmancî hatine wergerandin. Amadekarê pirtûkê, bi nîşeyên xwe yên kêrhatî yên derheq peyv û îfadeyên kêmnas yên ferhenga şa’irî re karê xwendekaran rehet kiriye.
Elîxanê Memê, yek ji du-sê şa’irên dawî yên helbesta kurdî ya Sovyetê ye ku piştî navên mezin yên wekî Fêrîkê Ûsiv, Şikoyê Hesen, Cerdoê Esed, Egîtê Şemsî, Mikaêlê Reşîd, ligel birrek karên din ên siyasî, weşangerî û perwerdehiyê helbesteke çak nivîsî. Bi rehetî dikare were gotin ku yek ji sedemên başiya helbesta wî ev e ku ew û Çerkezê Reş gihîştin ser mîrate û serhevdeya ku ji salên 1930î û vir ve bênavber li xwe zêde kiriye, berhem û keresteyên baş civandiye. Li aliyê din dema ku wan dest bi nivîsînê kir Komarên Yekîtiya Sovyeta Sosyalîst ji ber westa zêde ya li miqabil Dewletên Yekbûî yên Amerîka û Ewrûpayê, hêdî hêdî işaretên têkçûnê nîşan didan. Bêguman ev ji aliyê hemû civaka Sovyetan ve tesîrên xwe yên erênî û neyênî hebûn. Ji alîkî ve ji hêla lawazbûna aboriya dewletê ve, civak û girêdayî wê xercaneyên bo qadên hunerê dihat dayîn kêm dibûn. Li aliyê din zextên dewletê yên li ser hunermandan kêm dibûn. Ev yek bû sebeb ku hunermend azadtir û rehettir bibin di afirandinên xwe de.
Lêkolerên edebiyata modern ya kurdî, edebiyata kurdî ya ku li sovyetê berhem daye, bi ser sê qonaxan ve dinirxînin ku şa’irê me ji qonaxa dawî ya ku ji belavbûna Sovyetê ta îro berdewam dike tê hesêb. Wekî li jorê jî min amaje pê kir şa’ir û nivîskarên beriya nifşê wî bi xebatên xwe yê li ser dîrok, folklor, muzîk û edebiyatê re gelek kêşeyên van qadan ta astekê çareser kiribûn û di ser de berhem û tecrubeyên baş bo wan hiştibûn. Lewre pir normal e ku ev hemû xebat bi helbestên helbestkarên wekî Elîxanê Memê encam bidin.
Piştî vê destpêka rêxweşker em dikarin berê xwe bidin metnên şa’ir bi xwe.
Gava mirov berê xwe dide helbestên Elîxanê Memê tişta ewil ya em ferq dikin, xwezaheziya wî ye ku bi hêmanên çanda gelêrî, amajepêdanên feylesofên Yewnana Antîk yên xwezayê ve mişt e. Ji vê hêlê ve şa’ir bi awayekî serpilkî li xwezayê nanihêre, ji kurahiya dîrokê ta roja xwe her bi hêmanên xwezayê, eşqa xwe bo wê û bo mirovatiyê dinivîse. Xweza bi hemû hêmanên xwe di helbestên wî de li kar û zindî ne: Wexta dor min qûmistan e / bê av, bê ruh, bê îsan e / mêrga şîn e bona meriya / dilê min. (…) Wexta bahar xweş vedibe / li sîngê çiyê cew xar dibe / qalçîkek e bona meriya / dilê min. (r. 105).
Şer û têkoşana mirov û ruhberan û li miqabil felaketên xwezayî yên wekî xelayê jî rûyekî din yê vê helbestê ye ku bêhn û buxza çepgiriyê jê tê. Di vir de ruhber û mirov ligel hev in. Anku ev helbest rûyek xwe yê xurt yê ekolojîk heye û di wir de xebatçî hevrê û piştevanê zevî û ajalan e. Ev utopyaya şa’ir e ku ti carî pêk nehatiye û dê pêk neyê lew mirov mezintirîn hoste ye bo xerabkirinê. Lê belê çavên şa’ir bedew in, xeyala xwe wisa risimandiye. Herwiha çanda koçeriyê û edebiyata gelêrî ku bi giştî kakila edebiyata modern û şaristaniya bajarî ne caran bi halê xwe yê saf bûne palpişt bo helbesta Memê.
Li kêleka vê, Elîxanê Memê, şa’irê lîrîk yê evînê ye jî ku ew jî beşek ji xwezayê ye û bi derfetên wê hatiye nivîsîn. Lewre gava şa’ir ji bo berhevkirina zargotinê ji bajêr diçe bin konê spî, tişta ku berhev ne tenê zargotin e, ew bedewiya xoşewîstekê jî berhev dike ku wê wekî pêkhateyeke zargotinî teswîr dike. Ev evîna wî ye ku kanî û zinarên zengîn wê zindî û gurr dihêlin. Herwiha evîna wî ya ku dinyayê ronî dike: Îşiq ketiye erd-ezmîn / hinek divên: -Sibe safî bû? / Lê ez divêm:- çima nabînin / evîna min tê û diçirûse? (r. 26).
Taybetmendiyeke din ya helbesta Memê heye ku di kêm helbestan de em rastî wê tên, rewanbêjî û rihetbêjiya wî ye. Şa’ir di wan helbestan de xwedî estetîtekeka wisa ye ku hesta bi yekderbê hatiye nivîsîn bi mirov re çêdike. Risteyên kurt û biderb, risteyên xurt û bilind. Belê, risteyên wisa kêm in ku belkî bo vê yekê bi niyeteka qenc bibêjim ew bi xwe jî baş bi ser vê taybetmendiya xwe venebûye. Ji ber wê ye ku hindek helbest bêyî ku ji heq derkevin zêde dirêj bûne, hatine vezelandin. Ev taybetmendiyeke nadir e ku li ba her şa’irî peyda nabe. Lê belê helbet ne wisa ye, her riste, her helbest piştî xebateka dûr û dirêj, piştî gelek ceribandinan, guherînan hatiye/tê nivîsîn. Kurahî û rewanbêjiya wan ya ku xwîneran bi carekê zeft dike vê yekê tîne bîra mirov: Bêyî yarê / xewn behra reş e (r. 138). Ji çiyê ba tê / kilama tîne / naxêr, bayê sar / derd-kulê yarê / ji çiyê tîne / û ser dilê min / nermik dilîlîne. (r. 144).
Kurdbûn xaleke din ya helbesta şa’ir e, têkoşan û berxwedana kurdan ya bo azadiyê beşdarî li poetîkaya wî kiriye. Ew hezkirekî netebitî yê welat û gelê xwe ye, ji loma hinek helbestên wî di rengê medhiyeyan de ne:
Bêyî çiya-zozan kurd tune ne,
Bêyî kurd çiyayê xurt tune ne,
Kurd fêrizî, her tim şipya
Li ser serê çiya bûye çiya. (r. 125).
Gava ew li ser Kurdistanê dinivîse, em dibînin ku şa’ir di ber re meseleya yekîtî, tifaq û xebatê dixe rojevê. Di helbestekê de vê yekê bo serkeftina kurdan, bi kêmbûna kurdekî nîşan dide ku ew jî ew bi xwe ye û dê vê kêmaniyê ji holê rake. Mirov dikare vê yekê bo kurdan wek şîretekê jî bixwîne. Dîdaktîzm ne tenê di helbestên bi vî rengî de heye, gava li ser mirovan û nirxên mirovatiyê diaxive dîsa serî li wê dide. Dîdaktîzm, şîretkirina bi rêya hêmanên folklorê dafikek e ku divê şa’ir jê dûr bikeve. Di rewşa şa’irên kurd yên bêpar ji keleporeka mezin ya nivîsîn û wergêranê, xweparastina ji vê yekê dê zehmet be helbet. Xebat û cehdeka taybet ya poetîk bo vê yekê divê ku nabe nesîbê her kesî.
Şa’irê me xasma di helbestên xwe yên ku hin beşên wan bi îlhama folklorê nivîsiye, meylî dîdaktîzmê kiriye. Bo nimûne di poemaya xwe ya dirêj ya wekî Dinya min, Filankes û Bêvankes de û di gelek helbestên din de ku amaje bi gotinên pêşiyan dike, dikeve vê dafikê ku hinde caran rê li ber şiyana wî ya poetîk digire, ji afrîneriya wî dixwe. Ev dafika ku emilandina berhemên folklorîk bi awayeka ketûber wekî wan sîrenên dengxweş û bedew in ku dilê her şa’irî dibijîne xwe. Yên ku wekî Odysseus berê xwe dan bedewiya wan lê guh nedan sewta wan ya ku mirov dike bengiyê xwe dê bi xisareka kêmtir derkevin ji vê dafikê.
Çavkanî:
Elîxanê Memê (2023), Surra Hisretê û Çend Helbestên Din, Weşanên Pall.
[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 172
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://botantimes.com/ 17-12-2023
קבצים הקשורים: 1
פריטים המקושרים: 2
הספרייה
תאריכים ואירועים
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 19-10-2023 (1 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ڕاپەر عوسمان عوزێری ) על 17-12-2023
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 17-12-2023
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 17-12-2023
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 172
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 519,351
תמונות 105,045
ספרים 19,482
קבצים הקשורים 97,752
Video 1,402
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
Folders
מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל הספרייה - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - Kurdistan הספרייה - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מפלגות וארגונים - ארגון - ידידות מפלגות וארגונים - ארגון - אמנותי הספרייה - ספר - ההיסטוריה מאמרים - ספר - נשים

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.578 2!