הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,890
תמונות 106,294
ספרים 19,330
קבצים הקשורים 97,318
Video 1,399
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (143): Mirina hemwelatiyekî piştî danûstandineke sert, herdu gundên “Berbenê û Kefircenê”
קבוצה: מסמכי מפלגות כורדיות | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (143): Mirina hemwelatiyekî piştî danûstandinek...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (143): Mirina hemwelatiyekî piştî danûstandinek...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (143):
Mirina hemwelatiyekî piştî danûstandineke sert, herdu gundên “Berbenê û Kefircenê” di bin binpêkirin û tewanan de, revanidina keçeke negîhayî, bace û vêrgî.

Zehmetkêşiyên xelkê Efrînê yên veşartî ne kêmtirî yên diyar in, quretî û pozbilindî û kîn û zikreşî di dermafê yên li herêmê mane de, bi ser binpêkirin û tewanên rojane yên digihêne wan, emê jê van bi bîr wînin:
= Mirina hemwelatiyekî bi encama danûstandina hişk:
Dilovanber “Yehye Elî Hemkoro/55/sal”.
Li 21.4.2021an hemwelatî “Yehiya Elî Hemkoro/55/sal” ji Gundê “Kurzêlê” – Navenda Efrînê, piştî ku tenduristiya wî ji ber fişar û danûstandina hişk (a ku di dema bendkirina wî ya rojekê, li 18.4.2021an, ji aliyê Milîseyên “Ehrar Elşam” ve, bi sedema neradestkirina mala diya xwe “ya ku ji bêtirî heyvekê ve li gund mirî” ji “Ehrar” re û niştekirina maleke din ji xelkê gund tê de, pêre bûye) bi şûn ket, bi sekna dil jiyana xwe ji dest da.
= Gundê “Berbenê“:
Gundekî biçûk bi Navça Reco ve girêdayî ye û /7/KM ji navenda wê dûr e, ji /90/ malî pêkhatî ye, hemî xelkê wê ji ber êrişkeriya li ser herêmê penaber bûn, dora/320/nişteciyên resen ên Kurd lê dijiyan, tenê ji wan dora/60 malbat = 180 nişte/ man, û dora /40 malbat = 200 nişte/ tê de û /30/ malbat jî di çadiran de – Rohilatê gund ji anîndeyan hatin niştecîkirin.
Daristana Goristana “Kinkê” li Başûrê Gundê “Berbenê” – Navça Reco berî qutkirinê.
Milîseyên “Firqit Elhemzat” ya ku gund desteser dike her wextekê vêrgiyekê ji /200-1000/ PT li ser her malekê ferz dike, bi ser de jî qutkirina piraniya darên ihracê yên daristana Goristana”Kinkê” li Başûrê gund. Û piraniya malên gund tûşî dizîna keblên elektirîkê û tabloyên taqeta royê û dûmahîkên wan û herweha xwarinvexwarin û firaxên baqirî û qizêzî û hin cûreyên pêz (dewarên doşaniyê) bûn, ji bilî wê jî dest danîn ser bêtirî sî malî jê (Dilovanber Ebdîn Xelîl, Mihemed Henan Reşîd, Mihemed Henan Xelîl, Mehmûd Mihemed Hebeş, Menan Dawod), û milîseyan mala hemwelatî “Mihemed Nûr Hebeş” ji xwe re kirin biryargeheke leşkerî.
Û xelkê gund rastî cûrbecûr binpêkirinan hatin, jê girtinên bêsûcane ji hejmarek hemwelatiyan re û bi demên têkel, û piştî hatin neçarkirin ku vêrgiyên diravî bidin, hatin berdan. Lê hemwelatî “Mihemed Heyder” piştî girtinê bo Turkiyê hate guhestin, bi salek hepis hate sezakirin, û ew saleseza di hepseke Turkiyê de qedand.
Dilovanber “Xelîl Henan Dawod/65/sal”.
Herweha hemwelatî “Xelîl Henan Dawod/65/sal” piştî ku daxwaza vegerandina pezê xwe (yê ku ji aliyê cekdaran ve hatiye dizîn) kir û tûşî kêrûmetkirinê bû, li 18.8.2018an bi sekna dil mir.
Û di çarçewa tevgera olî ya tundrew ya ku li herêmê dibe de, ji aliyên olî yên Tirkî ve û bi alîkariya “Encûmena Xwecihî ya Reco”, dest bi avakirina mizgeftekê hate kirin.
= Gundê “Kefircenê“:
Maleke roxandî li Gundê “Kefircenê” – Navça Şera.
Bi havîngeh û baxweşa xwe navdar e, bi Navça Şera ve girdayî ye, ji dora /200/ mal pêkhatî ye, dora /800/nişteciyên resen ên Kurd lê hebûn, tenê dora /450/ nişte tê de man, dora /400/ nişte ji anîndeyan lê hatin niştecîkirin, çar vêle (avahiyên çendqatî û bi hewş) di navêna gundên “Kefircenê û Metîna” de bi bombebarana asîmanî hatin roxandin, di dema êrişkeriyê de hemî mal û firoşxaneyên xelkê gund bi tevahî hatin rêşkirin û dizîn. Tirektor û maşîne jî hatin dizîn, lê piştî dandina vêrgiyên diravî hin jê vegerîn. Dest danîn ser dora /40/malî û herewha jî /15/ firoşgehên li ser çateriya gund (ên ku piştî du salan li xwediyan vegerîne), û gelek firoşgeh “Berake” li heman çateriyê hatin vekirin, û weke bazareke kirînfirotina tiştmiştên ku ji aliyê milîseyên li Efrînê ve hatine dizîn, bi kar hatin.
Rêbendeke çekdar ye Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” – çateriya Gundê “Kefircenê” – Navça Şera.
Milîseyên “Elcebhe Elşamiyê” gund û çateriyê desteser dike, biryargeheke wê ye leşkerî û hepseke diziyane di avahiyên “Leşkergeha Eltela’êh a berê” de hene ( ya ku alavên ragîndina xwecihî li ser dibêjin ku ew weke Hepsa “Sêdnaya” ye û ji sê salan ve girtiyên bi zorê veşartî tê de hene). Û piraniya darên ihraca di navêna “Kefircenê” û Gundê “Meşalê” yê ku li Ro’avayê wê dikeve de û beşek ji darên ihraca “leşkergehê” qut kirin.
Û xelkê “Kefircenê” rastî gelek cûreyên binpêkirin û tewanan hatin, jê girtinên bêsûcane ji dora /40/ hemwelatî re û piraniya wan jî reşwet û vêrgiyên diravî yên mezin dan ta hatin berdan. Zarok “Rêvan Xandovan Hemdoş/4/sal” li 27.4.2018an bi qurşînekê di pevçûnên di navêna milîseyan de şehîd ket, û hemwelatî “Rif’et Hemîd Hemdoş” li 12.6.2018n ( piştî ku hate revandin, bêtirî /75/ rojan li Ezazê hate hepiskirin û işkencekirin, merivên wî vêrgiyeke diravî ye mezin dan, û hate berdan bi du rojan) jiyana xwe ji dest da.
Herweha tiştmiştê bêtirî /100/mal û vêleyên di navêna çateriya gundên “Kefircenê û Qitmê” de ( yên ku xwediyên piraniya wan ne ji herdu gundan in) bi tevahî hatin rêşkirin û dizîn û dest danîn ser, û hin jê jî milîseyan ji xwe re kirin biryargehên leşkerî.
= Revandina keçeke negîhayî:
Li 25.4.2021an kat dudiyê şevê, giropeke çekdar avête ser mala melbeteke Kurd li Gundê “Xirabê Şera”, bi awakî mekin li xwediyê malê xist û keça wî ya negîhayî “M.H.H.Eyn/16/sal” revand, piroseyê xirbeliqîk û nevehesîk di gund de çêkir, vêca Milîseyên “Firqit Elsultan Melekşah” (ya ku “Ebû Bîlal Hinêş” serkêşiya wê li gund dike) neçar bûn bilivin, ji ber wê bi behaneya lêgerînê li revandkeran lêgerîn di malên xelkê de kirin û tirs çêkirin, li dawiyê bi rengê ku bavê keçikê nikanibe tu giliyan li ba tu aliyan bike, doz girtin û li ser veşartin. Û bi sibehê re keçik li nêzîk çateriya Bajaroka Şera ya hevcîwar avêtî û di rewşeke westandî û xerab de hate dîtin.
Û li aliyekî din li hin ciyan zewaca di bin zext û fişarê û gefgura revandinê de tê dîndin, nimûne: Li vê dawiyê li Bajarê Cindirêsê malbateke Kurd (X.H.Q) hate neçarkirin ku keça xwe bide kurê malbateke ji pêkhateya Ereb ( ye ku xwe bi Milîseyên “Artêşa Niştîmanî ya Sûrî” dibîne) û li Gundê “Dêrbelûtê” – Navça Cindirêsê rûdine.
= Binpêkirinên din:
– Milîseyên “Hêzên Taybet – Feyleq Elşam” ya ku “Ebdela Helawê” serkêşiya wê dike, li 22.4.2021an, herdu hemwelatî ( Hisên Umer Ebroş/27/sal, Xelîl Mihemed Umer/29/sal) ji xelkê Bajaroka “Basûtê” bi behaneya lêkolînê di tewana kuştina “Newzet Tobal û Hêva Qasêm” de (yên ku li 23.2.2021an bi teqandina mala Hêva ji aliyê endamên wê milîseyê ve hatine kuştin) revandin, û piştî heftakê beramberî ferzkirina vêrgiyeke diravî mezin ew berdan, û niha herdu di ciyan (livînan) de ne.
“Ebdo Osman” serkêşê Milîseyên “Hêzên Taybet – Feyleq Elşam”.
– Li 29.4.2021an “Ebdo Osman” serkêşê Milîseyên “Hêzên Taybet – Feyleq Elşam” li Gundê “Birc Ebdalo” – Navça Şêrewa li ser “Elî Misto kurê Mihemed, Aras Osman kurê Sadiq, Îmad Kuleho kurê Ebid Elhemîd, Hazêm Kuleho kurê Ebid Elhemîd, Ebid Elhemîd Kuleho kurê Hec Ehmed, Adêl Hesen kurê Xelîl, Nebî Sîdo” ji xelkê gund, di bin gefûgur û lêdanê de /5500/dolar Emrîkî vêrgî ferz kir, da ku tirektor an maşînakê ji dest her yekî ji wan negre, û daxwaza wî hate cîbicîkirin bêyî ku tu kes ji wan karibe giliyekî li dijî wî li tu deran veke.
Û ji heftakê ve “Ebdo Osman” bîst berx ji bîst hemwelatiyên xelkê “Birc Ebdalo” (yên ku pêz tîmar dikin û li ba her yekî ji wan dora (10-20) serî hene) standin, û divê bê zanîn ku berî salekê jî ji her yekî ji wan du berx standibûn.
Tê bibîranîn ku biryargehek û hepseke bidizî yên vê milîseyê di mala hemwelatî “Behrî Axa” (ya li gund dest danîne ser de) hene, û “Ebdo Osman” berpirsiyarekî ewlehî bû di nav “Firqit Elhemzat” de dema ku giropeke çekdar li şeva 8.11.2018an êriş mala temenmezin “Ayşe Henan /80/sal” kiriye û ew fetisandiye û pere û zêr ji malê dizî ye.
– Li 28.4.2021an, “Asayişa Sivîl” bi hevaltiya Istîxbaratên Tirkiyê, li navenda Navça Reco hemwelatî “Mihemed Reşîd Osman/61/sal”, ji mala wî li Bajaroka “Be’idîna”, bi behaneya berbijêriya wî ji hilbijartinên şaredariyê re di dema Rêvebiriya Xweser a berê de, girtin; Û herweha li 25.4.2021an hemwelatiyê temenmezin “Mihemed Reşîd Menan” ji heman bajarokê çend katan girtin.
– Li 8.4.2021an li Gundê “Kerê” – Navça Bilbilê, “Ebû Osman” yek ji serkêşên Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” xwarinek mezin ji “Komîta redkirina zordariyan” re û bi beşdarbûna Milîseyên “Asayişa Leşkerî û sivîl” û “Elsultan Mûrad” li gundên navçê çêkir, da ku bi alîkariya komîtê li ser binpêkirin û tewanên bûne veşêre.
– Li şeva 18.4.2021an giropeke çekdar /500/litir Kilorê paqijkirina avê vala kir û betarî û acet û /550/litir Mazot ji stasyûna kişandina ava vexwarinê li nêzîk Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê dizî. Û divê bi bîr were ku stasyûn piştî ku di dema êrişkeriyê de bi tevahî hate dizîn, û li dawiya Avdara borî ji nû ve hate hazirkirin.
Stasyona hilkişandina ava vexwarinê li nêzîk Gundê “Kêla” – Navça Bilbilê.
– “Ebû Welîd” serkêşekî Milîseyên “Feyleq Elmecid” li Gundê “Zerka” – Navça Reco hevkarê xwe têvedide ku pezê xwe -dora100 serî ye- bi şêwakî hovane di nav zeviyên zeytûna û rezên xelkê Gundê “Zerka” û yên derdorê de biçêrîne, û bi çekan gefê dide xwadiyên wan ên ne razî.
= Fewdalîzim û serberdayetî:
– Li şeva 25.4.2021an li nêzîk Gergeha “Newrozê” li Bajarê Efrînê, çekdarina di maşînakê de bombeyeke destayî avêtin orta kolana giştî û revîn, ew teqiya û du zarok birîndar kirin.
– Li şeva 29.4.2021an li nêzîk Bendava “Meydankê” – Navça Şera, çekdarina bombeyeke destayî avêtin maşînak Milîseyên “Firqit Elsultan Mûrad” û ziyan tenê şênberî bûn.
Xelkê Efrînê hêvî û bang li Civaka Navdewletî dikin, da ku li rex wan li dijî terora ku Milîseyên Sûrî yên terorîst yên girêdayî Kiwalisyona Sûrî – Ixwanî bi hevkarî û serpereştî û pilankirina dagîrkeriya Turkiyê wê dinimînin, bisekine.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 464
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 03-02-2024
פריטים המקושרים: 177
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 02-05-2021 (3 שנה)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: ערבית
סוג המסמך: תרגום
ערים: Afreen
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 03-02-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 12-02-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 12-02-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 464
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,890
תמונות 106,294
ספרים 19,330
קבצים הקשורים 97,318
Video 1,399
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.578 2!