הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 523,107
תמונות 105,812
ספרים 19,707
קבצים הקשורים 98,683
Video 1,420
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (267): Gundine niştecîkirinê û guhertina endeza demografî, girtinine bêsûcane
קבוצה: מסמכי מפלגות כורדיות | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (267): Gundine niştecîkirinê û guhertina endeza...

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (267): Gundine niştecîkirinê û guhertina endeza...
#Efrîn# di bin dagîrkeriyê de (267): Gundine niştecîkirinê û guhertina endeza demografî, girtinine bêsûcane, vêrgiyin li ser werza/mûsima zeytûna, şewtandina daristanekê, El’emşat bi zorê peran distîne

Bi perên (QETERÎ, KIWÊTÎ, FELESTÎNÎ û TOREYÊN BIRAYÊN MISILMAN a CÎHANÎ/El’IXWAN El’MISLIMÎN El’ALEMIYÊ”, Destlatên Dagîrkeriya Turkiyê avakirina gundine niştecîkirinê yen nû li Efrînê berdewam dike, da ku bi sedhezaran ji Ereb û Turkmanên ku ji parêzgehine Sûrî yen din anîndekirî bide niştecîkirin, li ser hesabê hebûna Kurdan (ên ku rastî pîstirîn/betirîn goçberkirina zorane hatine), ji bo kûrkirin û ferekirina piroseyên guhertina endeza demografî di bin navê “herêma aram” -a tê gotin- de li Bakurê Sûriyê; Vê re jî piroseyên derkirina zorane yên berdewam ji penberên Sûrî (yên li Turkiyê) re.
Ev jî hin bûyîn li ser rewşên serwerkirî ne:
Li 8.6.2023an. Z, “Sazûmana Welat – Weten Foundation” destpêkirina “Gundê Cîwaz ê Mirovahî yê Kiwêtî yê nişteciyê 2 – El’temeyuz El’însanî El’kiwêtî El’sekeniyê 2” (ê ji /50/yekîneyên nişteciyê pêkhatî) li Bajaroka Mabeta ragîhand, bi hevkariya “Komela Cîwaz a Mirovahî/El’temeyuz El’însanî – El’kiwêtî”, bi behaneya bimalkirina yên ji erdhejê ziyan dîtine!
Û me berê di rapora xwe ya “Efrîn di bin dagîrkeriyê de (243), 29.04.2023. Z” de belav kiribû, ku beşek ji erdên bêdera Mabeta -malmewdanên taybet ên xelkê wê- hatibû dûzkirin, û odak tê de (ya “Hesen Xoce”) hatibû hilweşandin, ji bo cîbicîkirina pirojeya avakirina gundekî niştecîkirinê yî nû; Ew jî bi hevkariya Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah” ên ku bajarokê desteser dikin, û bi erêkirina “Encûmena Mabeta ya Xwecihî” ya ji aliyê dagîrkeriyê ve hatiye binavkirin û danîn.
“G. “Cîwaz 2/El’temeyuz 2″ ya niştecîkirinê li Mabeta.”
Piştî dawîkirina avakirina gund digel dibistanekê û mizgeftekê û amedekirina binevahiyê/binesaziyê, “Weten” xwest yekîneyên nişteciyê li ser beşekî ji anîndeyên ku di dora /150/ konî de -li heman cîgehê- rûdinin belav bike, lê ji ber nelihevkirinê li ser belavkirinê, pevçûnin di nav anîndeyan û çekdarin “Firqê” de derketin û hin jî birîndar bûn, û ta niha “Weten” li ser bûyerê bêdeng e.
Divê bi bîr were ku “Weten” bi fermî li Turkiyê sala 2012an. Z hate damezrandin – li gor cîgeha wê ya êliktironî, û gelek çalakiyên wê li Efrînê û herêmine din en Sûrî hene, di bin bandorî û dagîrkeriya Turkiyê û serpereştiya Istîxbaratên wê de.
Û “Komela Destên Sipî – Turkiyê“, li Havîna îsal, mizgeftek li Bajaroka Mabeta di bin navê “Mizgefta Aştiyê/El’selam” de avakiribû, di çarçewa “Danesera/Hemleya Nûr El’hûde” de ya ji bo avakirina mizgeftan li Bakurê Sûriyê”, û ya ku ta niha hejmara mizgeftên bi minarên Osmanî ava kirine gihîştiye /27/an, di çarçewa danesera/hemleya vexwendina olî ya tundrew de, ya ku herêm ji dema dagîrkeriya wê ve – Avdara 2018an. Z dibîne.
“”Mizgefta Aştiyê/El’selam” li Mabeta.”
= Ferekirina Gundê “Besme” ya niştecîkirinê:
Li vê dawiyê “Komela Destên Sipî” nîşanî ferekirina xizmetguzariyên xwe yên bijîşkiyê kir, ên ku ji nişteiyên Gundê “Besme” yê niştecîkirinê – Başûrê Gundê “Şadêrê – Şêrewa” – ji anîndeyên parêzgehine din en Sûrî re li Efrînê pêşkêş dike, ew gundê ku li ser du astan hatiye vekirin, a yekê: Li 04.10.2021an. Z bi /8 yekîneyên nişteciyê = 96 perçemal/, û ya dudiyê jî: Li 22.3.2022an. Z bi /10 yekîneyên nişteciyê = 125 perçemal/, û di belevokeke xwe de li 17.10.2023an. Z weha zelal kir: “Ta niha kar di G. Besme yê nişteciyê de berdewam in, û avahiyên nişteciyê têne avakirin, ta ku armanc pêk tê û hemî malbatên di çadirgehan de têne guhestin bo avahiyên ji jiyaneke bi rûmet re amedekirî”, yanê niştecîkirina hemî anîndeyan li herêmê û bi malûmilkirina wan bi malmewdanên neguhêzok, ji bo kûrkirina hebûna guhertina demografî ya fere, ya ku Turkiyê jê re pilan kiriyê û cibicî kiriye, ji dema dagîrkirina wê ji Efrînê re, li Avdara 2018an. Z.
“G. “Besme” yê niştecîkirinê.”
Û komelê li 09.09.2023an. Z belav kir, ku wê avakirina /30 yekîneyên nişteciyê = 360 perçemalî/ li G. “Besme” ji despêka avakirina wê ve bi dawî kiriye, û ta niha berdewam e, û ew jî bi pereyên “Komela Jiyankirina Birûmet/El’eyş Bîkerame – Felestîn 48” (ya ku hesabekî xwe li ba Bengê “Hapo’alîm – Hapoalim” ê Isra’îlî ji bo komkirina alîkariyan çêkiriye).
= Girtinine bêsûcane:
– Li 15.11.2023an. Z, destlatên dagîrkeriyê Hemwelatî “Hesen Şukrî Seydo /45/sal” ji xelkê Gundê “Îska” – Şêrewa ji Hepsa “Maratê” li Efrînê berda, û girseyek ji hezkiriyên wî û xelkê gund di pêşewaziya wî de bûn, û ew jî piştî pênc salan ji girtina wî ya bêsûcane li 16.11.2018an. Z, ji aliyê Milîseyên “Feyleq El’şam” ve, û mandina wî bendkirî di hepsa wê ya taybet de – Avahiya Tîmargeha mirîşkan a Dilovanber “Faroq Ezet Mistefa” li gund ta destpêka Reşmeha 2022an. Z, bê dadgehkirin an girtina parêzerekî, ew bi raporeke kîndarî li ser bingeha tuhmetin çêkirî, bo “Asayêşa Leşkerî li Cindirêsê” hate rêkirin û paşê jî bo Hepsa “Maratê”, û bi /5/ sal hepis hate cezakirin, û divê were zanîn ku ew sivîlekî tu rojan çek hilnegirtin bûn; Herweha jî “dadgehê” li ser çarêka dema sezakirina wî erê nekir ta ku li Heyva Tebaxa 2022an. Z were berdan, bi ser nexweşiyên ku vê re çêbûne de; Weha jî divê bê zanîn ku bavê wî yê temenmezin, ji ber kerb û xemgîniyê li ser û bi taybetî piştî seredana wî di hepsê de, sekna mejî pê re çêbû û kete rewşeke xerab, ta ku ji dora pênc heyvan ve çû ser dilovaniya Xwedê.
“Girtiyê hatiye berdan “Hesen Seydo Şukrî”, G. “Îska” – Şêrewa.”
Û destlatên dagîrker ev girtin:
– Ji bêtirî du heyvan ve, Keçik “Danyal Elî Hebeş /26/sal” ji xelkê Gundê “Qêsim” – Navça Reco, li Bajarê Istanbûlê, ya ku tê de tevî dê û birayên xwe ji bêtirî heft salan ve dijiya; Ew tevî giropeke ji /15 karkirên Sûrî yên jin di kargeheke dirûtinê de/ hate girtin, û piştî deh rojan ji girtinê ew girop hate berdan, ji bilî “Danyal” (a ku ta niha bendkirî ye), tevî girtina parêzerekî jê re ji aliyê xwediyên wê ve.
– Li destpêka Heyva Cotmeha borî, Hemwelatî “Rêzan Mihemed Hiso /40/sal” ji xelkê Gundê “Hesendêra” – Navça Bilbilê, piştî vegera wî ji ciyê derbideriyê – Heleb bo gundê xwe, bi tuhmeta têkildariyê bi Rêvebiriya Xweser a berê re (RX), û li 13.11.2023an. Z hate berdan.
– Ji dora heyvekê ve, Hemwelatî “Mihemed Betal Qere Mihemed /65/sal” ji xelkê Gundê “Ereba” – N. Mabeta, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, piştî vegera wî ji ciyê penaberiyê – Heleb bo gundê xwe ji çar heyvan ve, û ta niha di Hepsa “Maratê” ya navendî de bêsûcane girtiye; Û ew ji nexweşiyên dil zehmetiyan dikşîne.
– Ji dora heyvekê ve, Hemwelatî “Heyat Cemîl Ico /47/sal” ji xelkê Gundê “Xidriya” – Navça Bilbilê, piştî vegera wê ji ciyê penaberiyê – Heleb bo gundê xwe, çend rojan di navenda Bilbilê de piştî lêkolînê vê re sê caran, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re; Û herweha jî bendkirina kurê wê “Cemîl Mihemed Adem” -rojekê- û lêxistina wî bi behaneya lêkolînê di çawabûna vegera diya wî de.
– Li 06.11.2023an. Z, Hemwelatî “Mihemed Ebdo Şêxo /53/sal” ji xelkê Gundê “Gemrûkê” – N. Mabeta, piştî vegera wî ji ciyê derbideriyê – Heleb bo gundê xwe, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 06.11.2023an. Z, Hemwelatî “Ehmed Henîf Xişman /55/sal” ji xelkê Gundê “Gewenda/Meydana” – N. Reco, bi tuhmeta têkildariyê bi (RX) a berê re, û ta niha bêsûcane bendkirî ye.
– Li 11.11.2023an. Z, Xortê negîhayî “Rohat Hisên Xalêd /16/sal” ji xelkê Gundê “Gazê/Meydana” – N. Reco, û ta niha li Navenda Efrînê bêsûcane bendkirî ye, bê ku em zanibin tuhmetên wî çi ne.
= Werza/mûsima zeytûna:
– Di ber Riya Reco re, ji çateriya Bajaroka “Mabeta” ve bigir ta çateriya Gundê “Berbenê” – N. Reco, di bin desteseriya Milîseyên “Ehrar El’şerqiyê” de ye, wan li vê deverê vêrgiya /5-10/% li ser berhema werza zeytûna ya hemwelatiyên li wir mane û 40% jî li ser berhema zeviyên ên li der ve ferz dikin.
– Li Bajaroka Şiyê û piraniya gundên pêve girêdayî û Gundên “Aşkê xerbî, Merwaniyê jorin û jêrin, Hêkiçê” – Navça Cindirêsê, Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” bi ser vêrgiya 5% li ser tevahiya berhema zêtê di her guvêşgehekê de ji malmewdanên hemwelatiyên li wir û yên ne li wir, /20/Dolar Emrîkî li ser her dareke zeytûnê yên deştê û /3.5/ dolaran jî li ser her dareke çiyayî (girtî ya negirtî) ji malmewdanên ên li derveyî herêmê ferz dikin, û dolarekê li ser her dareke deştê û dolarekê li ser her çar darên çiyayî ji malmewdanên ên li wir; Û hin ji yên darên xwe negirtine nikanin bidin jî hene, û bi sezakirinê têne gefkirin.
= Şewtandina daristanan:
Li 18.11.2023an. Z, “Berevaniya Sivîl li Efrînê” tekez kir ku tîpên/tîmên wê şewatek li daristaneke îhracê li nêzî G. “Merwaniyê” – N. Cindirêsê vemirandine; Piştî nîvê şevê agir vêketibû, û ji wêneya bi nûçeyê re belavkirî, kokên darine berê ji bo êzingkirin û bazirganiyê qutkirî diyar dibin.
“Şewatek li daristaneke îhracê li nêzîk G. “Merwaniyê” – N. Cindirêsê, 18.11.2023. Z.”
= Geregoşî û serberdayetî:
– Li 12.11.2023an. Z, piştî nelihevkirinê li ser belavkirina yekîneyên nişteciyê li “Gundê El’temeyuz 2/Cîwaz 2” yê niştecîkirinê li Derbasgeha Mabeta, pevçûnek di navbera anîndeyên di çadirgehên heman cîgehê de rûniştine û çekdarin ji Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” de derket, tê de kevir hatin avêtin û riya serekîn a ku dere bajarokê ji aliyê anîndeyan ve hate qutkirin, û qurşîn jî ji aliyê çekdaran ve hatin avêtin, û di encamê de hin cûrbecûr birîndar bûn û rewş li wir tevlihev bû, û “El’emşat” rêbendeke çekdarane ye nû li çateriya ku dere komelgehên anîndeyan venan.
“Şer û pevçûnek li çadirgeha Mabeta.”
Divê bi bîr were jî ku nişteciyên di çadirgeha Mabeta û herdu çadirgehên “Qitraniyê, birîngeha Kokanê” yên li rex hev de rûdinin, destdirêjiyên berdewam li ser malmewdanên xelkê bajarokê dikin û gef li wan dan û li hinan xistin, bi ser de jî binpêkirinên fere yên “El’emşat”.
= Binpêkirinine din:
– Li vê dawiyê Komela “Buhar” alîkariyine şênberî li ser kesên li Gundên “Çeqela” û hin din li Navça Şiyê rûniştine de (bi nirxa /65/Dolaran ji her malbatekê re) belav dike, lê ew neçar e ku şênberên alîkariyê ji firoşgeheke girêdayî Milîseyên “Firqit El’sultan Silêman Şah – El’emşat” bi buhayên bilindtirî yên bazarê bikire, yanê bi cudahiya dora /15/ Dolaran û ew jî ji “El’emşat” re dere.
Û berê jî carekê “Buhar” çend heyvan her heyv /75/Dolar li ser her malbatekê belav dikir, û di heman demê de komelek din jî heman tibab pere li wan gundan belav dikir, lê “El’emşat” her malbatek ji yên ew alîkarî werdigirt neçar dikir ku /50/Dolarî ji wan herdu alîkariyan heyvane bi wan de.
Koçberkirina zorane û guhertina demografî -li gor pîvanên navdewletî- tewaneke di dermafê mirovahiyê de, ewên ku di dermafê Herêma Efrînê û xelkê wê yên Kurd -nişteciyên resen- de têne kirin, û li ber çavên Civaka Navdewletî, ya bêdeng li bermberî kiryar û siyasetên Turkiyê -yên dijayetî- li dijî wan.
Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn
Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 327
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://yek-dem.net/ - 04-02-2024
פריטים המקושרים: 65
מאמרים
מסמכי מפלגות כורדיות
תאריכים ואירועים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 19-11-2023 (1 שנה)
Document style: No specified T4 1573
No specified T3 57: No specified T4 1443
No specified T3 58: No specified T4 1445
Original Language: ערבית
סוג המסמך: תרגום
ערים: Afreen
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 04-02-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 05-02-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( ئاراس حسۆ ) על: 05-02-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 327
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 523,107
תמונות 105,812
ספרים 19,707
קבצים הקשורים 98,683
Video 1,420
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
Folders
ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי ביוגרפיה - - ישראל ביוגרפיה - אנשים מקלידים - זמר הספרייה - פרובנס - ישראל הספרייה - ספר - גיליון כורדי הספרייה - ניב - עברית הספרייה - Publication Type - הספרייה - PDF - מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.67
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.14 2!