#Ebdulkerîm Qasim# pêngavek ber bi pêş ve û du pêngav ber bi paş ve – beşa 1em
Seyran Rewendî
Ji wan şoreşên Kurdan ku di sedsala bîstem de qewimîne, pêka vegotina tevahiya ew dîroknivîs û lêkolerên siyasî ku li ser bûyerên siyasî yên Kurdistanê nivîsîne, (îcar çi dîroknivîsên Kurd û çi jî dîroknivîs û şirovekarên siyasî yên bîhanî bin), derdikeve ku ti yek ji wan şoreşên Kurd li ser bingehên berjewendiya takekesî û heza nemirovane û nedadperwerane nehatine avakirin û berevajî tevî kêmasiyan û ew xisarên ku hebûne, di xaleke girîng de hevbeş bûne û ew jî bidestxistina mafê mirovê Kurd li ser bingeha mafên mirovî û pêka pirensîp û yasaya bihevrejiyana netewên cîran û hevparan bûye.
Wek ku ji îrade, kiryar û biryarên hemû rêberên Kurd ji destpêka sedsala bîstem ve heta niha tê dîtin û pêka bername û pirogramên hizbî û siyasî yên xwe ragihandine, xebata Kurd ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên gelê Kurd û jiyaneke lihevhatî bi neteweyên dinê re ku cîranên Kurd in jî di erdnîgariyeke siyasî de bi Kurdan ve girêdayî ne, xebatek çarçovedar û zelal bûye. Vegotina “Mesûd Barzanî” ya di beşa yekem a cilda sêyem a pirtûka wî ya bi navê “Barzanî û Tevgera Rizgarîxwaziya Kurd” de, ku behsa serhildana şoreşa Îlonê ya sala 1961ê dike, beşek ji vê rastiyê radixe ber çavan.
Mesûd Barzanî berî her tiştî mijarek exlaqî di siyasetê de tîne holê û wek xweziyekê behsa wê tişta exlaqî dike ku şêwaza siyasî û cureya siyaseta şoreşgerên Kurd di sedsala bîstan de nîşan dide. Yanî bi qasî ku desthilatdarên welatên serdestê Kurdistanê siyaseta xwe li ser xapandin, fêl, çewsandin û derewan damezrandine, vegotina Barzanî jî nîşan dide ku ew qedrdanê kêmtirîn başiyan in ku siyasetmedarên xeyere Kurd derheq Kurdan kirine
Lewma Barzanî di wê vegotinê de destpkê wek xwezî dibêje: “Xwezî şoreşa Îlonê di serdema Ebdulkerîm Qasim de nehatiba rûdan, belkî ew şoreşe yan beriya Ebdulkerîm Qasim yan piştî wî hatiba qewimîn.” Bo çi? Çimkî Ebdulkerîm Qasim ji destpêka hatina ser kar, wekî kesek siyasî yê vekirî, pêwendiyên xwe bi Partî û eşîra Bazranî re li ser bingeha siyasî ya dirust ava dike. Ew astengiyên li ser rêberên siyasî yên Barzanî ku hatibûne sepandin, vêde dibe. Wek mînak, girtina “Şêx Ehmedê Barzanî” û rêberên dinê yên siyasî heldiweşîne.
Mela Mistefa Barzanî piştî çendîn sal dûrxistin ji Yekîtiya Sovyetê vegeriya Iraqê û wek rêberekî mezin ê neteweyî û siyasî, ji aliyê Ebdulkerîm Qasimî ve hate pêşwazîkirin. Wate Ebdulkerîm Qasim di destpêka hatina xwe ya ser kar de, keşûhewayeke siyasî ya Iraqa wê serdemê de çê kir. Ev rewşa siyasî ya dilxweşa nû ji bo hemû hêzên siyasî yên Iraqê û bi taybetî jî bo Kurd ku bi dehan sal bû mijûlê qurbanîdanê bûn, çê dike. Wek ku di pirtûka Mesûd Barzanî û dîroknasên dinê yên siyasî yên wê serdemê de hatiye behskirin, bo cara yekem Kurd li Iraqê û bi giştî di asta hemû beşên Kurdistanê de ji aliyê hikûmeta navendî ve îtiraf bi mafên wan hate kirin û wek hevkarên siyasî hate naskirin.
Hêviyek ku Mesûd Barzanî di wê pirtûkê de xwastiye, ku dikare were tekezîkirin, tê wê wateyê ku Kurdan ne tenê nexwestine şer berdewam bikin, belkî eger di heyameke pir kin de derfetek peyda bibe û hikûmetên navendî wekî hevkarên xwe yên siyasî hesibandibin, wan tevahiya hewla xwe daye ku ew hevsengî bê parastin û bingehek ji bo yekîtiya navbera netewa Kurd û netewa desthilatdar bi ser welat de bê çêkirin.
Di wê vegotinê de hewlên Mela Mistefa Barzanî û Şêx Ehmedî Barzanî ji bo parastina ew rewşa aştiyane û medeniyane ku Ebdulkerîm Qasim bi biryarekê pêk anîbû, bi rohnî tê xuya. Lê Ebdulkerîm Qasim jî wek hemû rêberên siyasî yên dinê yên netewên serdest bi ser Kurd de, bo heyameke kêm li ser wê biryara xwe ya siyasiya dirust dimîne û piştî demeke kin û dîtina rûmet û rêzdariya rêberên siyasî yên Kurd û pêşwaziya girseyî ya Kurdistanê ji rêberên xwe û bi gelek sedemên dinê, paşekêşeyê dike. Dûrketina Ebdulkerîm Qasim ji biryarên xwe li hember Kurd û hember ew biryarên ku behsa hevkarî û hevbeşiya Kurd û Ereb di erdnîgariya Iraqê de dikir, dikare hem sedema derûnnasî hebe û hem jî sedema siyasî. Sedemên siyasî hem bandora welatên cîran û hem jî keşek ku li tevahiya Iraqê ji ber pêşwaziya ku ji Barzanî re hate kirin, bandor li biryara poşmanbûna Ebdulkerîm Qasim kiribe.
Diyar e dema ku Ebdulkerîm Qasim tê ser kar, wek hemû rêberên siyasî yên dinê yên welatên dagîrkerên Kurdistanê, agehdarê pêşîneya xebata Kurd di Iraqê de bû. Hêz û şiyana wê tevgera rizgarîxwazî nas dikir. Hêzek ku wê serdemê Partî hebû û ew bandora Barzanî ku di nav tex û qatên civaka Kurdistanê de hebû bi girîngî wernegirt û heta heyamekê ku bingehên hikûmeta xwe qahîm nekiribû, li ser wê bawerê bû ku li cem şoreşgerekî naskirî yê wekî Barzanî, dikare li beşeke zêde ji Iraqê ku dibe Başûrê Kurdistanê, baweriyek siyasî bo xwe bi dest bixe.
Lê piştî ku ji aliyê hêzên dinê yên siyasî yên Iraqî ve tê dorpêçkirin, ew jî wek hemû serkirdeyên siyasî yên neteweyên serdest ên Kurdistanê rastî haletek derûnî tê, wek wê ku bêminet be ji şoreşa Kurd û li wê parçeya axa Iraqê ku bi Kurdistanê tê naskirin li ser wê bawerê bû ku dikare bi êrîşên çekdarî û êrîşên leşkerî bêyî ku ti mafekî bide Kurdan, wê navçeyê bixe di bin kontrola xwe de.
Her pêka wê têgihiştinê ji aliyekê û ji aliyek dinê ve jî bi handana hikûmetên cîranên wê ku Kurd tê de nîştecih in, wek Îran û Tirkiye, biryarê dide ku dev ji hemû sozên xwe yên bi Barzanî û şoreşa Kurdî re dabû, berde. Hikûmetên cîran û bi taybetî hikûmeta Paşayetî ya Pehlewî bi dirêjahiya temenê xwe rêya wê yekê girtibû ku Kurdên Başûr bikarin bi hikûmetên navendî re li hev bikin û di deşên dinê de em ê zêdetir li ser wê mijarê bisekînin, her lewma jî bêguman ne mimkin e ku destêwerdana vê derfeta dîrokî nekiribe û di têkbirina yekîtî û hevgirtina Kurd û Ereban de rol nelîstibe.
[1]