הספרייה הספרייה
לחפש

כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!


Search Options





חיפוש מתקדם      מקלדת


לחפש
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
לשלוח
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
כלי עבודה
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
שפות
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
החשבון שלי
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
לחפש לשלוח כלי עבודה שפות החשבון שלי
חיפוש מתקדם
הספרייה
שמות כורדים
כרונולוגיה של אירועים
מקורות
ההיסטוריה
אוספי משתמש
פעילויות
חפש עזרה?
פרסום
Video
סיווגים
פריט אקראי!
שלח מאמר
שלח תמונה
Survey
המשוב שלך
ליצור קשר עם
איזה סוג של מידע אנחנו צריכים!
תקנים
תנאי השימוש
איכות פריט
אודות
Kurdipedia Archivists
מאמרים עלינו!
הוסף כורדיפדיה לאתר שלך
הוספה / מחיקת דוא"ל
סטטיסטיקה
סטטיסטיקת פריט
ממיר גופנים
ממיר לוחות שנה
שפות וניבים של הדפים
מקלדת
קישורים שימושיים
Kurdipedia extension for Google Chrome
Cookies
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
כניסה
חברות!
שכח את הסיסמה שלך!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 אודות
 פריט אקראי!
 תנאי השימוש
 Kurdipedia Archivists
 המשוב שלך
 אוספי משתמש
 כרונולוגיה של אירועים
 פעילויות - כורדיפדיה
 עזרה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,572
תמונות 104,729
ספרים 19,277
קבצים הקשורים 97,564
Video 1,398
הספרייה
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפ...
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Pêwendiya Nariyê helbestvan û Şêx Mehmûdê Melik
קבוצה: מאמרים | שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Share
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
פריט דירוג
מצוין
טוב מאוד
הממוצע
מסכן
רע
הוסף לאוספים שלי
כתוב את התגובה שלך על סעיף זה!
היסטורית פריטים
Metadata
RSS
חפש בגוגל לתמונות הקשורות לפריט שנבחר!
חפש בגוגל עבור פריט שנבחר!
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0

Pêwendiya Nariyê helbestvan û Şêx Mehmûdê Melik

Pêwendiya Nariyê helbestvan û Şêx Mehmûdê Melik
Pêwendiya Nariyê helbestvan û #Şêx Mehmûd# ê Melik
Enwer Kerîm Seîd

Pêwendiya mamoste Narî û Melîk Mehmûdê nemir bi qasekî germ bûye ku hertim bi helbest name bo hev şandine. Heta ev têkilî û hevaltî bi kurên Şêxê nemir yên wek “Şêx Reûf, Şêx Letîf, Şêx Baba Elî û Şêx Ehmed” re hebûye.
Ku em behsa wêjeya kilasîk ya Kurdî dikin rêzek stêrkên geş ji bin ewrên jibîrkirî ve derdikevin û esmanê edebiyata Kurdî dixemilînin. #Ehmedê Xanî# , Feqiyê Teyran, Cegerxwîn, Nalî, Salim, Kurdî, Mahwî, Narî, Edeb, Herîq, Mewlewî, Bêsaranî, Xanayê Qubadî û bi sedan helbestvanên din ên navdar ku beşek in ji wan stêrkên şanazî yên neteweya Kurd. Wek tê zanîn berê li Kurdistanê hucre tenê çavkaniya perwerde, xwendin û zanyarî bûye û ew stêrkên geş û dehan serkirde û kesayetiyên zana û nîştimanperwer ji hucreyên mizgeftan ve serî hildane û xwe pê gihandine.
Yek ji wan stêrkên esmana wêjeya Kurdî mamoste Narî ye ku bi nasnavê helbestî yê “Kake Hemeyê Merîwanî” hatiye naskirin. Ew helbestvane sala 1874an li gundê “Kîkîn” ê ser bi Merîwanê ji dayîk bûye û di sala 1944an de li gundê Belû yê Xawmîrava yê ser bi Merîwanê jiyana xwe ji dest daye. Narî mamosteyekî olî yê nîştimaperwer û helbestvanekî hestnazik bûye ku komek helbestên pir ji bedewî xistiye nav edebiyata Kurdî. Ev helbestvane xwediyê gelek berhemên helbestî bûye û asta wêjeyiya bilind a helbestên wî nîşan dide ku wî gelek helbest hebûne, lê niha tenê dîwana wî ya helbestan ber dest e, ku tenê desteyek piçûk ji helbestên wî tê de hene.
Du sedem bûne sedema wê ku îro tenê ew beşa kêm ji helbestên wî helbestvanê li ber dest bin: Yekem şewitandina gundê Bêlû bi giştî û mal û pirtûkxaneya mamoste Narî bi taybetî li şerê di navbera eşîretên Merîwanê de; Duyem kêmtirxemiya navendên çapemenî bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku piştî 40 sal ji koça dawiya wî ya mamoste Narî wate sala 1984an bo yekem car “Kakeyê Felah” helbestên wî kom kirin û di dîwanekê de çap kir. Beşa herî zêde ji helbestên dîwana Narî bo Şêx Mehmûdê nemir û kurên wî hatine nivîsîn, bi awayekî ku ji wê dîwana 150 rûpelî ku mamoste “Kakeyê Felah” çap kiriye, 19 parçe ji helbestên wî bo Şêx Mehmûd û kurên wî ne.
Eva wê yekê nîşanê me dide ku mamoste Narî hesteke kûr a netewî û nîştimanî hebûye û girîngî bi xebat û şoreşa Şêx Mehmûdê Berzincî daye. Lê di wan civat û kombûn û semînaran de ku heta niha li Rojhilatê Kurdistanê ji bo mamoste Narî hatine lidarxistin, tenê behsa aliyek ji kesayetî û helbestên wî helbestvanê hatiye kirin, ew jî aliyê îrfanî û oliya wî ye. Her çende naveroka helbestan wê yekê nîşan didin ku Narî sofiyek evîndar û arifî bûye, lê di heman demê de eşqa netew û nîştimana wî di derûna wî de hebûye û hezkirina serkirdeyê Kurdan wate “Melik Mehmûdê” nemir jî hertimî di nav hundurê wî de hebûye û hevdem ku sofiyek edîb bûye, rewşenbîrek netewî û nîştimanperwer jî bûye û helbestên wî di kovar û çapxaneyên serdema Şêx Mehmûdê nemir de belav bûne.
Şêx Mehmûdê Melik ku di sala 1922an de bû bi melik û hakimê Başûrê Kurdistanê û daxwaza mafên rewa yên Kurd û nîştimanek serbixwe dikir, yek ji wan kesayetiyane ye ku pileya wî li cem Narî gelek girîng bûye. “Stîvin Longrîk” di pirtûka xwe de (Iraq di 1900-1950an de) derbarê fermanrewayiya Şêx Mehmûd dibêje: Desthilata fermanrewayiya Şêx Mehmûd navçeyên Helebce û Silêmanî û heta digihîje Rewandizê bi dest xistiye û heyamekê jî Koye û navçeyek jî ser bi mîriyeka Şêx Bûn û bi dehan serok eşîrên Kurdî çûne bin desthilata wî û zimanê Kurdî bûye zimanê fermî yê desthilata wî û fermanber tevahî Kurd bûne. Her çend berjewendiya xwedan hêzên cîhanê bi wê yekê re nebû ku welatek ji bo Kurdan bê çêkirin û hikûmeta Melik Mehmûd gelek pê biçe; Lê di wê serdemê de tevgerek rewşenbîrî hate destpêkirin û komek helbestvan, nivîskar û rojnamevanên wek “Zêwer, Refîq Îlmî û Narî û hwd” serî hildan. Mamoste Narî û beşeke zêde ji edîb û nivîskar û rewşenbîr, pêwendiyek baş bi Şêx Mehmûdê nemir û hikûmet û şoreşa wî re hebûne û gelek hez ji wî rêber û serkirdeyê kirine û pişt wî heta dawî demên wê xebat û şoreşa netewî bernedane.
Pêwendiya mamoste Narî û Melîk Mehmûdê nemir bi qasekî germ bûye ku hertim bi helbest name bo hev şandine. Heta ev têkilî û hevaltî bi kurên Şêxê nemir yên wek “Şêx Reûf, Şêx Letîf, Şêx Babe Elî û Şêx Ehmed” re bûye. Ev pêwendî û xoşewîstiya mamoste Narî bo Melik Mehmûd û malbata wî vedigere bo sala 1910an ku piştî karesata Mûsilê û kuştina bavê Şêx Mehmûd bi destê desthilatdarên hikûmeta Osmanî, berê xwe dide Merîwanê û xelkê Merîwanê bi begzade û reiyet û şêx û mela ve heta ku karîn rêz ji wan girtin û gelek bi başî mêvandariya wan kirin.
Bûyerek din a dîrokî, vê pêwendiya hezkirî ya mamoste Narî bo Şêx Mehmûdê Hefîd ji bo me zêde eşkere dike. Li sala 1927an ku Îngilîzan di şerekî de bi top û balafir û ertêşeke mezin ve hêzên Şêx Mehmûd rastî şikestê anîn û ew jî bi neçarî ve çû aliyê Rojhilatê Kurdistanê û li gundê “Pîran”ê ma.
Spaha Şêx hate belavkirin û gelek bêdesthilat ma. Tirs kevte nav dilê hikûmeta Îranê û li Merîwanê pîlan ji bo wî darêtin û amadekarî kirin. Paşê heyamekê tirsa wê yekê peyda bû ku Îran hêzê bişîne ser Şêx Mehmûd. Melayên Merîwanê û xelkê neteweperwer bi serkirdayetiya mamoste Narî bi xwe ve hatin û hêzeke mezin pêk anîn û ji bo parastina Şêx li çiyayên derdora Pîranê hatine damezrandin. Beşek ji wan çûne çiyayên gundê “Dole Bê” û beşek din jî li çiyayên “Serdoş” û pişta Pîranê hatine damezrandin û ew hêzane heta ku ew metirsiye nema li wir man û ew serkirdeyê Kurd parastin. Spaha Îranê ku agehdarê wê hêzê bibû êdî ji pîlanên xwe û êrîşkirin bo ser Şêx Mehmûd poşman bû.
Ku wisa ye pêwendiya Narî û Şêx Mehmûdê nemir xwedanê sê rehendan bûye: Ji aliyekê ve herduyê wan hogirê helbest û edebiyatê bûne û bi hev re behsa wêjeyê kirine. Ji aliyek dinê ve wan pêwendiya malbatî hebûye û Narî li cem Şêx û kurên wî pêgehek bilind hebûye û dostatiyek germ di navbera wan de hebûye. Ji hemûyan girîngtir xebat û şoreşa netewayetî ya Şêx Mehmûdê serkirde ye ku mamoste Narî bo aliyê Şêx rakêşaye û kiriye bi yek ji rêrewên wî û pêwendiyek neqirtayî bi hev re hebûne.[1]
פריט זה נכתב בשפה (Kurmancî - Kurdîy Serû), לחץ על סמל כדי לפתוח את הפריט בשפת המקור!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
פריט זו נצפתה פעמים 63
HashTag
מקורות
[1] | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://kurdshop.net/- 19-04-2024
פריטים המקושרים: 6
קבוצה: מאמרים
שפת מאמרים: Kurmancî - Kurdîy Serû
Publication date: 17-01-2024 (0 שנה)
Publication Type: Born-digital
סוג המסמך: שפת מקור
ספר: ספרותי
ספר: לשוני
פרובנס: Kurdistan
Technical Metadata
איכות פריט: 99%
99%
נוסף על ידי ( ئاراس حسۆ ) על 19-04-2024
מאמר זה נבדק ושוחרר על ידי ( سارا ک ) ב- 26-04-2024
פריט זה עודכן לאחרונה על ידי ( سارا ک ) על: 26-04-2024
קשר
פריט זה לפי כורדיפדיה של תקנים עוד לא נגמר עדיין!
פריט זו נצפתה פעמים 63
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה

Actual
הספרייה
אנא כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אנא כורדי
הספרייה
אני כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
אני כורדי
הספרייה
מילון עברי ארמי כורדי
27-12-2012
هاوڕێ باخەوان
מילון עברי ארמי כורדי
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
17-08-2022
ڕاپەر عوسمان عوزێری
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
פריט חדש
סטטיסטיקה
מאמרים 518,572
תמונות 104,729
ספרים 19,277
קבצים הקשורים 97,564
Video 1,398
כורדיפדיה המקור הכורדי הרחב ביותר למידע!
מאמרים
המהפכה הכורדית השקטה: השלכות גיאופוליטיות
מאמרים
מנפצות את תקרת הזכוכית: מהפכת הנשים הכורדיות
הספרייה
יַהֲדוּת קוּרְדִיסְטַן
מאמרים
לידתה של מדינה כורדית בסוריה
Folders
ביוגרפיה - מין - נקבה ביוגרפיה - אומה - יהודי כורדי מפלגות וארגונים - פרובנס - ישראל הספרייה - פרובנס - ישראל מאמרים - פרובנס - ישראל ביוגרפיה - אנשים מקלידים - זמר הספרייה - סוג המסמך - שפת מקור מאמרים - סוג המסמך - שפת מקור מפלגות וארגונים - ארגון - ידידות מפלגות וארגונים - ארגון - אמנותי

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| ליצור קשר עם | CSS3 | HTML5

| זמן טעינת דף: 0.313 2!