Firat Cewerî di sala1959an de li Mêrdînê hatiye dinyayê. Di destpêka salên heftêyan de bi malbata xwe re koçî Nisêbînê kir û di dawiya heftêyan bi hin hevalên xwe re komeleyeke kulturî ava kir. Nivîskariya Cewerî ya bi kurdî jî her di wan salan de dest pê kir.
Firat Cewerî bi armanca nivîsandineke azad di sala 1980 de terka welêt kir û li Swêdê bi cih bû. Di eynî salê de jî wî kitêbeke xwe da çapê. Ji wê salê û bi vir de Cewerî di nav tevger û çalakiyên edebiyata kurdî de ye. Di destpêka salên heyştêyan de wî bi nivîs û çîrokên xwe beşdarî li kovarên kurdî yên seranserî dinyayê kir. Wî di adara 1992an de dest bi weşandina kovara Nûdemê kir û deh salan bêyî navbir derxist. Cara pêşî bi Nûdemê edebiyat û siyaset ji hev hat veqetandin. Herweha Firat Cewerî bi riya Nûdemê bi çendan navên nû li edebiyata kurdî zêde kirin û di aktuelhiştina edebiyata kurdî de roleke mezin lîst.
Di prosesa weşana Nûdemê de Cewerî kovareke xwerû werger bi navê NÛDEM WERGER derxist û weşanxaneya Nûdemê ava kir. Bi riya weşanên Nûdemê wî nêzîkî sed berhemên kurdî pêşkêşî kitêbxaneya kurdî kirine. Herweha wî kovara HAWARê ku bingehê edebiyata kurdî ya nûjen e، ji nû ve civand û mîna du cildan çap kir.
Firat Cewerî ji destpêka 1980 de çîrokan dinivîsîne û ji nivşê sirgûnê çîroknivîsê pêşî ye. Çîrok û kitêbên Firat Cewerî wergeriyane swêdî، almanî، erebî، tirkî، farisî û zaravayê soranî. Herweha çîrokên wî di antolojiyên swêdî، almanî، erebî û tirkî de jî cih girtine.
Firat Ceweriyê ku hê jî li Swêdê dijî، endamê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye û di Komîteya Karger ya PENa Swêdê de berpirsiyarê nivîskarên sirgûnê ye.
Lîsteya kitêb û wergerên Firat Cewerî:
Pirtûkên Firat Cewerî:
1- Êrîs Dikin، (helbest) 1980
2- Mezin Dibim، (helbest) 1981
3- Dê Sêrîn e، (helbest ji bo zarokan) 1983
4- Girtî، (çîrok) 1986
5- Kevoka Spî، (çîrok) 1992
6- Kultur، Huner û Edebiyat، (gotar û hevpeyvîn) 1996
7- Gotinên Navdaran، (aforîzma) 1995
8- Çîroka Malbata Evdo، (çîrokek bi kêşasan) 1999
9- Li mala mîr Celadet Alî Bedir-Xan، (diyalog) 1998
10- Pêlên derya reş، (gername) 1997
11- Romanseke çilmisî، (çîrok) 2002
12- Antolojiya çîrokên kurdî، (amadekar) 2003
13- Payıza dereng، (roman) 2005
Wergerên Firat Cewerî:
1- Dostojevsky، (Sevên Spî)، 1993
2- John Steinbeck (Misk û Mirov) 1993
3- Çexov (Bexçeyê Vîsne)، 1995
4- Samuel Beckett (Li benda Godot) 1995
5- Yasar Kemal (Dara hinarê)، 1998
6- Sartre (Dîwar)
7- Astrid Lindgren (Emîl li Lönneberga) 2000
8- Astrid Lindgren (Sûmiyên Emîl yên nû) 2000
9- Astrid Lindgren (Emîl hê jî li Lönnebergayê dijî) 2000
10- Barbro Lîndgren (Çîroka apoyê hûrik) 2000
11- Henning Mankell (Hingura êvarê) 2002
12- Gunilla Bergström، (Birek bive ye Alfons Oberg) 2002،
13- Gunilla Bergström، (Alfonsê Şûm) 2002
14- Gunilla Bergström، (Alfonsê diz) 2005
15- Gunnar Ekelöf، (Zimanekî zindî wernegerîne yekî mirî) bi heft zimanan 2005