=KTML_Bold=Izet Findî=KTML_End= nivîskar û psîkologekî kurd e.
Izet Findî di sala 1960'î de li #Duhok#ê ji dayik bûye, xwendina destpêkî û amadeyî her li Duhokê bi dawî aniye. Ji salên 1980-1981'ê li Zanîngeha Silêmaniyê pişka Psîkolojiyê hatiye wergirtin, piştî rêjîma Bexda zanîngeh veguhestiye Hewlêrê du salên dî li wê derê dewam kiriye û sala çarê hatibû kirin. Piştî xwendina xwe bi dumahî aniye û bawernama bekeloryos bi zanistên psîkolojiyê wergirtiye, di 23-11-2000´î de bawernama Masterê jî ji Zanîngeha Duhokê wergirti.
=KTML_Bold=Nivîskariya Izet Findî:=KTML_End=
Yekemîn nivîsîna wî di sala 1977´an de di rojnama Hawkarî de li Bexda hatiye weşandin; wek nivîskar ji sala 1980´ê were berdewame û pişikdarî di piraniya rojname û kovaran de kiriye bi berhemên xwe her ji berî serhildanê û ta nuha jî wek Hawkarî, Beyan , Roşinbîrî niwê, Karwan, Bizav ,Dicle, Botan, Gazi, Metin, Peyman, û hwd. Ji 1992-1993´an li televizyona Kurdistan karkiriye, ji 1994-1996´an wek nivîskar di rojnameya Peyman de karkiriye.
JI 1996-1998 wek endamê desteya nivîsînê di kovara Gazi de karkiriye
Ji 1998 û ta nuha wek rêveberê nivîsînê di kovara Dicle de kardike
Nuha nivîser e li kovara Metîn jî
Di sala 1986´an de bûye endamê Yekîtiya Nivîskarên Kurd/Duhok
Enadamê Sendîka Rojnamevanên Kurdistanê ye
Ji sla 1992´an ve sikretêr û endamê Komela Sîkolocî Kurdistanê/Duhok e
Pirtûkek bi navê Hindek Babetên Sîkolocî li sala 1992´an çapkiriye
Pirtûkeke din bi navê Çend Babetên Zanistî berhev e bo çapê
Niha wek rêveberê Tomargeha Zanîngeha Duhok û mamostiyê zanîngehyê berdewam [1]