Adnan Selçuk Mizrakli
Bijîşk, Pisporê GGP, Siyasetmedar, Parlamentera HDP'ê ya Amedê ya Serdema 27'an, Şaredarê Mezin yê Amedê. Di sala 1963'an de li Siwêreg, Ruha yê hatiye dinê. Navê bavê wî Mahmut Nedîm, navê diya wî Leman e. Ew ji bavek mamosteyê dibistana seretayî û dayikek xebatkarê malê bû. Dema sê salî bû ji ber erka bavê xwe ji Siwêregê koçî gundekî Eskîşehîrê kir. Piştî ku sê salan li du Gundan xebitî, berê xwe da navenda bajêr.
Piştî qedandina dibistana seretayî, li Koleja Kadıköy Maarif a ku perwerdeya Îngîlîzî dide qezenc kir. Di sala 1988an de zanîngeha Hacettepeyê qedandiye. Piştî demekê li Yozgat û Enqereyê xebitî, di navbera salên 1991-1996'an de li Zanîngeha Dîcleyê perwerdeya pisporiya Cerahiya Giştî qedand. Dûre li Nexweşxaneya Onkolojiyê ya Enqereyê di beşa guh û poz û qirikê de xebitî.
Di sala 1990 de bi aborînas Zeynep Mızrakli re zewicî. Bi desteka hevserê xwe îmtîhanê derbas kir û hat Beşa Cerahiya Giştî ya Zanîngeha Dîcleyê. Diyarbekir di navbera 1996 - 2005 de
Li Nexweşxaneya Dewletê û Nexweşxaneya Venî Vîdî ya Taybet ku di sala 2005'an de li Amedê hat vekirin dest bi xebatê kir. Ji salên 1990î û vir ve li Odeya Tabîban a Amedê di astên cuda de berpirsyarî girt ser xwe. Di navbera salên 2008-2010’an de Serokatiya Odeyê kiriye û heta niha jî endamê Lijneya Rûmetê ya Odeya Tabîban a Amedê ye. Ji sala 2006ê ve endamê Komeleya Mafên Mirovan e û nûnerê kongreya mezin e. Ji sala 2009’an û vir ve 2 serdeman endamê Meclîsa Kongreya Civaka Demokratîk û 1 serdemê jî Endamê Meclîsa Daîmî bû. Serokê Damezrîner ê Lijneya Weqfa Zanîngeha Mezopotamyayê bû û heta niha jî Endamê Lijneya Rêveberiyê ye. Gelek nirxandin û gotarên wî di rojname û kovarên cuda de hatine weşandin.
Di hilbijartinên giştî yên Hezîrana 2018’an de wekî Parlamenterê HDP’ê yê Amedê yê Serdema 27’an hate hilbijartin û li Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê beşdarî xebatên qanûndanînê bû. Endamê Koma Tirkiyeyê ya Komîsyona Ewlekarî û Îstîxbaratê û Meclîsa Parlamenter a Pêvajoya Hevkariya Ewropaya Başûr-Rojhilatê (SEECAP) ye.
Koordînatorê Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê ya ku di sala 2009’an de hat lidarxistin bû. Di dawiya sala 2011’an de bi komek hevalên xwe re ji bo avakirina Zanîngeha Mezopotamyayê xebatên bingehîn pêk anî. Wî di destpêka 2013 de pêvajoya bingehîn qedand. Di Tîrmeha 2017’an de bi giranî ji ber xebatên DTK’ê hat binçavkirin. Ew di Îlona 2018 de hat berdan.
Adnan Selçuk Mizrakliyê ku di hilbijartinên giştî yên 2018’an de wek Parlamenterê HDP’ê yê Amedê hatibû hilbijartin, di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adara 2019’an de bû Namzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya HDP’ê. Mizrakliyê ku bi îngilîzî û bi kurdiya navîn dizane zewicî ye û 3 zarokên wî hene.
Ji kar hat dûrxistin, Şuna wî Qayûm hat danîn.
„Wezareta Karên Hundir ya tirk, di 19’ê Tebaxa 2019’an de Şaredarên Amed, Mêrdîn û Wanê ji peywirê dûrxist. Di daxuyaniya Wezareta Navxwe de; Hat diyarkirin ku şaredarên ji wezîfeyê hatine dûrxistin hewl didin xizmên terorîstên PKKyî îmkana kar û arîkariya madî bidin malbatên wan û ji bo vê jî ji bo xizmên şehîdan mobîngê kirine.“
Di vê çarçoveyê de Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji peywirê hatin dûrxistin.
Waliyê Diyarbekirê Hasan Basrî Güzeloğlu, Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman, Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez wek qeyûm hatin tayînkirin.[1]