Li navçeya Cizîra #Şirnex#ê, sala borî ji aliyê Midûriyeta Giştî ya Hebûnên Çandî û Muzeyan a Wezareta Çand û Tûrîzmê ve di bin navê “peyzajê” de li Bîrca Belek û derdora wê xebatên restorasyonê hatibûn destpêkirin. Li gorî nûçeyeke ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) derbas kiriye, Şîrketa Bazirganî, Înşaet û Tûrîzmê ya Zeydanli îhaleya restorasyonê ji Wezareta Çand û Tûrîzmê girtiye, sûrên Birca Belek ku xwediyê dîroka 6 hezar salan e bi kevirên bazalt dinixumîne.
Heman şîrketê, sala borî jî li Birca Belek xebatên restorasyonê dabûn destpêkirin û bi kepçeyan dest bi karê kolanê kiribû. Tevî hemû bertekên hatibûn nîşandan jî şîrketê karê kolandinê berdewam kiribû û xeareke mezin dabû Birca Belek.[1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî - Kurdîy Serû) языке, нажмите на значок
, чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 729