Dadgeha Cezaya Giran ya #Wanê# derheqa doza kuştina 61 penaberan de bîryara xwe eşkere kir û wek bersucê wê bûyerê Medenî Akbaş, bi hezar û 33 sal cezayê zîndanê ceza kir.
Belema penaberan di 27'ê Hezîrana 2020’an de li nêzî bajarokê Westana (Gevaş) Wanê, li ser #behra Wanê# binavbûbû û di encamê de 1 jê zarok, 61 penaber canê xwe ji dest dabû û ajokarên belemê Medenî Akbaş û S.A. bi avjenîyê xwe ji behrê xilas kiribûn.
Rûniştina 10’an ya doza binavbûna belema penaberan do Çarşemê li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê pêk hat. Di dozê de 1 girtî, 10 negirtî û 1 jî hinda, 12 bersuc hatin darizandain.
Bersucê bi navê Medenî Akbaş ji zîndanê bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) beştarî dozê bû, got ku ew maxdur bûye û daxwaza berdana xwe kir.
Di encama darizandinê de dadgehê derheqa 10 kesên negirtî de bîryara beratê da. Lê dadgehê derheqa Medenî Akbaş de bîryar da ku “ew bûye sedema mirina 1 jê zarok, 61 penaberan. Dadgehê bo her peneberekê 60 caran 16 sal û 8 meh, ji bo zarokî jî 25 sal û bo qaçaxçîtîya penameran jî 8 sal cezayê zîndanê da. Bi vê yekê Akbaş bi giştî hezar û 33 sal cezayê zîndanê wergirt.
Jiber ku hin bersuc S.A. nehatiye girtin, dosya wî hat cuda kirin û derheqa wî de bîryara girtinê berdevam dike.
Piştî bîryara dadgehê Serokê Komîsyona Penaberan yê Baroya Wanê Jîndar Uçar got ku ew jî li benda bîryarek wiha bûn, lê hin kesên ku bûne sedema vê bûyerê dervene.
“Em bîryara dadgehê ya derheqa cezakirina Akbaş û beratkirina 10 bersucên de, di cîh de dibînin. Lê, mixabin eger dozgerîyê lêkolînek baş kiriba niha li şûna van 10 kesên bêsuc, da qaçaxçî û karbidestên ku pêyvîra xwe cîh anî û bûne sedema kuştina 61 penaberan, da werin ceza kirin.”
Uçar îdia dike ku dadgehê bo aşkirina ragiştî tenê Akbaş ceza kir û xwast bidin nîşandan ku wan lêpirsîn û darizandinek baş kiriye.[1]