Yek ji amûrên girîng yên dewra modern çapemenî ye. Rojname û kovarên çapkirî ku bi awayekî bilez digihijîne ber destê sedan, hezaran û belkî hê zêdetir kesan, di belavkirina fikr û ramanan de, di avakirina rayeke giştî û zimanekî hevpar de roleke sereke dilîze. #Kurd# jî di dawiya sedsala nozdehemîn de dibine xwediyê vê amûrê. Piştî îlankirina Meşrûtiyeta Duyem (1908) jî hejmar û cureyên çapemeniya kurdî zêde dibe. Di dewra Şerê Cîhanê yê Yekem de navberek bide jî çapemeniya Kurdî heta dawiya Osmanî berdewam dike. Di vê nivîsê de em ê di nav rûpelên kovar û rojnameyên wê heyamê de li helbesta kurdî bigerin. Di serdema nozdehemîn û bîstemîn de ku li rojhilat bandora çanda Ewrûpî zêde dibe, kurd ji qonaxeke zor zehmet derbas dibin em ê hewl bidin ku guherîna helbesta kurdî li ser çapemeniya kurdî bişopînin.
Mesûd Serfiraz [1]
Этот пункт был написан в (Kurmancî) языке, нажмите на значок
, чтобы открыть элемент на языке оригинала!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Эта статья была прочитана раз 1,256
Ваше мнение о предмете!